Koma Nifşê Nû li pêşiya Parlamentoya Herêma Kurdistanê li Hewlêrê têkildarî rewşa li Sûriyeyê daxuyaniyek da.
Parlamenterê Nifşê Nû Şivan Beroşkî daxuyaniyek da çapemeniyê û got: “Me berxwedana Rojava ji nêzîk ve dît. Serketina Rojava serketina beşên din yên Kurdistanê ye. Berovajî windakirina wan jî wê ji bo beşên din jî be.”
Beroşkî diyar kir ku dema şandeya wan çû Rojavav aliyên têkildar û gel kêfxweşiya xwe ya ji bo helwesta Gelê Başûrê Kurdistanê aniye ziman.
Beroşkî bal kişand ser xeteriyan û got: “Ya me dîtî ji ya li ser ragihandinê tê parvekirin xeternaktire. Di nava artêşa Sûriyeyê de bi hezaran çeteyên DAIŞ’ê û komên terorîst hene. Aramiya herêmê û cîhanê dixe xeteriyê.”
Beroşkî daxwaz ji Hikûmeta Iraqê, Herêmê û Asayîşa Navneteweyî û Hevpeymanê kir ku li dijî DAIŞ’ê û bibin xwedî helwest û pêşiya êrişên çeteyan ya li ser Kurdan bigirin.
Herî dawî Beroşkî ev got: “Divê di Destûra Bingehîn ya Sûriyeyê de mafê Kurdan û hemû gelên herêmê bên mîsogerkirin.”

