Şemî, 14 Adar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Li Bursayê ji êrîşkarên nijadperest re na, lê ji mexdûran re ceza

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bezwan: Divê Kurd momentên jeopolîtîk rast binirxînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 14’Ê ADARA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tulay Hatîmogûllari li nexweşxaneyê serdana Çîçek Otlû kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li navçeya Nîksar a Tokatê bi pileya 5.5 erd hejiya

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şal weke ‘sûc’ hate nîşandan!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Gundên Kurd-Elewî yên Gimgimê di xeteriyê de ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo şehîd Salih Muslim li Kerkukê merasîma sersaxiyê hat lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Êrîşa li ser baregeha pêşmergeyan: 2 peşmerge jiyana xwe ji dest dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Salih Muslim li Mexmûrê hate bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê êriş bir ser kampa PDK-Î ya li Soran

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêber Apo: Salih Muslim êdî nemir e, hêzeke rasteqîn e

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Dersim: Jin dikarin vê cîhanê biguherînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li çiyayên Kurdistanê coş û kelecana 8’ê Adarê berdewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayên YJA Starê: 8’ê Adarê sembola berxwedana jinê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rewşa 80 jinên li girtîgeha Qerçekê di xeteriyê de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    YPJ: Hevrêyê me Hêzil Arjîn di êrîşên çeteyan de li Reqayê şehîd bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêxistina Efûyê: Li Xezeyê jin û zarokên keç di hedefa şer de ne

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Ji Awazê Çiya klîba ‘Newroza Azadiyê’

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-ÇAND: Ehmed Huseynî pira navbera nifşan bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermend Mihemed Şêxo li Qamişloyê hat bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şeva fîlman a Rojên Çanda Jinên Kurd ên Berlînê bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Berlînê Rojên Çanda Jinên Kurd: Sembola bîra kolektîf, Govend

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermendên jin: Xeta YPJ’ê ya herî pîroz e

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Şedadê êriş: Zarokek hat qetilkirin, bav û birayê wî birîndar bûn
Li Hewlêrê bi drone êrîşî otêlekî hat kirin
Gundiyên li dijî projeya GES’ê li ber xwe didin: ‘Em dest ji mêrgên xwe bernadin’
Bircên weşanê yên li Çiyayê Zimanko hate bombekirin
Bêçekkirina Şengalê xizmeta dijminên mirovahiyê ye
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Partiya Şoreşger: Em bi daxwaza azadî û demokrasiyê ya gelê Kurd re ne
Rojane

Partiya Şoreşger: Em bi daxwaza azadî û demokrasiyê ya gelê Kurd re ne

Partiya Şoreşger a Yekbûyî biryarên Kongreya 12'emîn a PKK'ê nirxand û diyar kir ku ew bi têkoşîna demokrasî û azadiyê ya gelê Kurd re ne.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 3. Hezîran 2025 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Desteya Rêveberiya Navendî ya Partiya Şoreşger a Yekbûyî (MYK) danezana dawî ya civîna ku têkildarî biryarên di kongreya 12’emîn a PKK’ê de ku di navbera 5-7’ê Gulanê de piştî “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Apo di 27’ê Sibatê de pêk hat, weşand.

Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ku di têkoşîna demdirêj û giranbuha ya gelê Kurd de qonaxeke nû hatiye derbaskirin û ev biryara PKK’ê weke ‘kêliyeke nû ya siyasî’ hat şîrovekirin.

Di daxuyaniyê de bal tê kişandin ser vî tiştî ku têkoşîna çekdarî ya ku PKK’ê daye meşandin, rasterast encama polîtîkayên înkar, tunekirin û asîmîlasyonê derketiye holê û got, “Ji aliyê dîrokî ve şêweyeke mafdar û rewa ya berxwedanê bû. Niha, nebûna guhertineke xuya, bendeke dîrokî nîşan dide ku divê bi berpirsyarî nêz bibe. Têkoşîna mirovekî ku ziman, çand û nasnameya wî hatiye tepisandin, di nava her şert û mercî de rewa ye. Di nava şert û mercên zordar ên demê de têkoşîna çekdarî tercîheke pêwîst û mafdar bû. Îro giraniya li ser formên têkoşîna demokratîk di heman demê de berhemeke îradeya siyasî ye, hilbijartina tevgera Kurd e; formeke nû ye ku ji aliyê Tevgera Azadiyê ya Kurd ve hatiye girtin û danûstandinên wê yên bi dewletê re Lê belê ev yek ji bo me nayê wê wateyê ku ev muzakere wê bi demokratîkbûyîna dewletê bi encam bibe. Ji perspektîfa dewleta faşîst heta roja me ya îro ti nîşaneyeke biçûk a demokratîkbûyînê jî nîne; berevajî, zext û şîdet zêde dibin. Ji bo vê jî demokratîkbûna rasteqîn tenê bi hilweşîna bloka faşîst a AKP-MHP’ê û li Tirkiyeyeke ku vîna demokratîk a gelan bi ser dikeve pêkan e.”

Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser vê yekê ku divê têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd bi rizgariya çîna karker a Tirk re li ser zemîneke hevpar a antî kapîtalîst û antî emperyalîst bibe yek û wiha hat gotin: “Naxwe wê daxwazên gelan di nava sînorên sîstemê de bên asêkirin û potansiyela şoreşgerî ji aliyê sîstemê ve bê asêkirin. Îro têkoşîna gelê Kurd ne tenê daxwaza wekheviya etnîkî ye; li dijî navendîbûna kapîtalîst, şîdeta dewletê ya kolonyalîst û dîzayna emperyalîst berxwedaneke gel-demokratîk e. Ji ber vê yekê, ev têkoşîn çarenûsa hevpar a çîna karker a Tirkiyeyê û hemû bindestan eleqedar dike. Berpirsyariya sosyalîstan ew e ku bi têkoşîna rêxistinbûyî re vîna guhertina vê çarenûsê mezin bikin; di serdema nû de li kêleka feraseteke hevgirtî ya sosyalîzmê avakirina eniyeke berxwedanê ye.”

Di daxuyaniya ku behsa prensîba Lenîn a “Mafê Neteweyan a Çarenûsa xwe” tê kirin de wiha tê gotin: “Ew ne tenê daxwazeke destûrî îfade dike, lê belê naskirina bê şert û merc a mafê neteweyên bindest ji bo diyarkirina pêşeroja xwe ya siyasî, tevî mafê veqetandinê yan jî mafê jiyana bi hev re. Lê belê ev maf, heta ku bi têkoşîna enternasyonalîst a çîna karker re nebe yek, rîska fetisandina di nava xeta neteweperest a bûrjûvayê de hildigire. Partiya me di vê çarçoveyê de armanc dike ku têkoşîna rizgariya neteweyî ya gelê Kurd di çarçoveya Mafê Çarenûsê de bi perspektîfa rizgariya çînî re bike yek.”

Daxuyaniyê bi vî rengî dewam kir: “Dijminê rastî ne tenê bloka faşîst a AKP-MHP’ê ye; temamiya sîstema emperyalîst-kapîtalîst e. Li pişt zext, şer, hejarî û qirkirina çandî ya li ser gelê Kurd şerên parçebûnê yên emperyalîst, pêşbaziya enerjî û bazaran, polîtîkayên berfirehker ên siyonîzmê û stratejiyên ewlekariyê yên bi navenda NATO’yê derewan dike. Ji bo vê jî divê têkoşîn sînorên netewî derbas bike; divê veguhere xeteke şoreşger a antî-emperyalîst, antî siyonîst û yekbûyî.

Weke proleterên sosyalîst armanca me ev e ku em têkoşîna demokrasiyê hê bi hêztir bi rêxistin bikin, xwerêxistinkirina gelan xurt bikin; ji bo ji nû ve avakirina pêşengiya şoreşgerî ya çîna karker û bi biryardarî sosyalîzmê weke alternatîfeke rasteqîn li dijî dewleta kapîtalîst biparêzin Her çiqas formên têkoşînê biguherin jî em li rex daxwazên gelê Kurd ên azadî û demokrasiyê weke mafê xwe yê çarenûsê disekinin Serdema nû, li ser hîmê rêgezên sosyalîst, li ser bingehên şoreşgerî û çînî, birêxistinkirina mafê xwerêvebirina gelan e; dem dema xwedîderketina li kolanan e ku bi têkoşîna yekbûyî ya bindestan dibe. Hevgiriya me, rêgezên şoreşgeriyê û girêdana me ya bi têkoşîna rêxistinî didome. Ji bo mezinkirina têkoşîna kolektîf a gelan li her cihî, li kolanan, li parlamentoyê, li qadan û kargehan em ê mil bi mil bisekinin. Rêxistina enternasyonalîst a çîna karker divê bi têkoşîna neteweyên bindest re bibe yek ku li dijî sîstema emperyalîst-kapîtalîst blokeke şoreşger a dîrokî biafirîne. Têkoşîna rasteqîn-rewa navenda vê xetê ye. Şoreş ne tenê armancek e; rastiyeke ku gelên rêxistinbûyî ji îro û pê ve dest avakirinê bikin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Ji Serokê Meclîsê û heyeta DEM Partiyê daxuyaniya hevpar
Nûçeya Pişt re Paketa Darazê ya 10’emîn sibe tê nirxandin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

CPT: Artêşa Tirk 18 caran êrîşî Başûrê Kurdistanê kir

CPT ragihand ku di nava meha Tîrmehê de Tirkiyeyê li xaka Başûrê Kurdistanê herî kêm…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Başûrê Kurdistanê êrişa bi droneyan a li ser qada petrolê

Hêzên Ewlekariyê yên Herêma Kurdistanê ragihandin ku bi du droneyên bombebarkirî êrîş li ser qadeke…

Ji aliyê Stêrk TV

‘QSD gel e, gel jî QSD ye’

Endamê Fermandariya QSD’ê Luqman Xelîl diyar kir ku ew ê êrîşên dewleta Tirk a dagirker…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Li Bursayê ji êrîşkarên nijadperest re na, lê ji mexdûran re ceza

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Bezwan: Divê Kurd momentên jeopolîtîk rast binirxînin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

ROJEVA 14’Ê ADARA 2026’AN

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Kûbayê piştrast kir ku bi DYA’yê re hevdîtin tên kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?