Artêşa Tirk a dagirker li Başûrê Kurdistanê ji bo dagirkerî û talanê careke din êrîş bir ser qadên sivîlan. Dîmenên gundê Dergelê yê Metînayê nîşan didin ku mal û zeviyên gundiyan bi çi rengî hatine talankirin.
Artêşa Tirk a dagirker ji 23’ê Nîsana 2021’ê û vir ve bi armanca dagirkeriyê êrîşî herêma Metînayê dike. Ev operasyonên li bakurê herêmê di 16’ê Hezîrana îsal de hîn berfireh bûn û derbasî başûrê herêmê bûn. Bi taybetî Metîna, Golka, Şêlazê, Dergelê û Bazê bûn hedefa êrîşên dagirkeriyê. Ji roja destpêkê ve dagirker êrîşî gundên li van herêman dikin û gundî neçar dimînin herêmê vala bikin.
Çavkaniyên xwecihî ragihandin ku êrîşên giran li ser malên gundiyên Dergelê hatin kirin.
Artêşa Tirk û PDK hewl didin gund vala bikin, lê belê gundî her cara ku firsendê dibînin li cih û warê xwe vedigerin. Eşkere bû ku artêşa Tirk bi balafirên şer êrîş bir ser malên gundiyan û piştre jî mal û malzemeyên li malên gundiyan diziye. Ev yek di dîmenan de jî tê dîtin.
Gundiyan diyar kirin ku dewleta Tirk bi rêya PDK’ê ji wan xwestiye, gund biterikînin. Lê belê dema ku gundî li gundê xwe vegeriyan, dîtin ku ti tişt mîna berê nîne. Lewma PDK’ê ji vê talanê berpirsyar dibînin.
Hêjayî bibîrxistinê ye, berê ji gundê Dergelê gelek kes bûn pêşmerge û li herêmê şer kirin. Lê belê ji ber PDK’ê îro xwîn û keda bi sedan welatparêzan tê firotin.