Çarşem, 16 Tirmeh 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Hevserokên KCDK-E’yê: Em yek ji hêzên esasî yên pêvajoyê ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kav: Axaftina Hayrî Dûrmûş a li dadgehê manîfesto bû!

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 13’Ê TÎRMEHA 2025’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Serokkomartiya Iraqê: Pêngava gerîla pêşerojê ronî dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    PÎK’ê şehîdên Komkujiya Geliyê Zîlan bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    2 girtî hatin berdan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Kanay: Erdnîgariya Kurdistanê bi zanebûn tê talankirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji merasîma şewitandina çekan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xizmên windayan li Colemêrg, Amed û Êlihê hatin ba hev

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo 2 gerîlayan konên sersaxiyê hatin danîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dîmenên amadekariya dawî ya ji beriya gava dîrokî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Şengalê rojnamevan Mirad Mîrza di salvegera şehadeta xwe de hat bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê tundiya li nava malbatê zêde bûye

    Ji aliyê Stêrk TV

    PAJK: Meha Hezîranê meha jinên fedaî ne!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Şengalê li ser nameya Rêber Apo semîner hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xwedawenda hêza jinên Êzidî: Xatûna Fexra

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Hollandayê festîvala civaka dayikî: Zêdeyî 600 jin tevlî bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jin: Ji bo avakirina zemîna hiqûqî ya aştiyê divê meclîs bi lez erka xwe bi cih bîne

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Ji Kolektîfa Hunera Azad a Ewropayê klîba ji bo bîranîna berxwedêrên 14’ê Tîrmehê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Marsîlyayê 15’emîn Mihrîcana Ciwanan a Engîn Sîncer: Bi şoreşa çandî re ber bi sosyalîzmê ve

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêwîtiya Lêgerîn a ber bi azadiyê ve

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-ÇAND Ewropa/Hunera Mizgîn Alî Temel bi bîr anîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Swîsre ji festîvala zarokan re amade ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Heidelbergê wê li ser rêça Anter û Dînk bên ba hev: ‘Du Deng, Yek Bîranîn’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • QAMIŞLO
  • ENQERE
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • HESEKÊ
  • RIHA
  • COLEMÊRG
  • ÊLIH
  • ŞEHBA
Nûçeyên Lezgîn
Şewatên li Aydin, Îzmîr û Kutahyayê dewam dikin
Li Şarbajêr droneyek ket
Li Marmarîsê erd hejiya: 1 mirî, 69 birîndar
Mazlûm Ebdî û Îlham Ehmed bi Wezîrê Karên Derve yê Fransayê re hevdîtin kirin
Li Buyukçekmeceyê erdheja bi 3.8 pileyî
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > Perspektîfa aborî û tecrûbeyên koopreratîfê yên Rêveberiya Xweser a Rojava
Rojava

Perspektîfa aborî û tecrûbeyên koopreratîfê yên Rêveberiya Xweser a Rojava

Ev pergala ku xwe dispêre rêveberiyên xweser, bi saya kooperatîfan xwe birêxistin dike û aboriyeke guncavî xwezayê hedef dike; tevî zehmetiyên weke şer, ambargo û bêaramiyê jî armanc dike ku hewcehiyên gel bi cih bîne.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 15. Tîrmeh 2025 Dema xwendinê: 23 dq.
Parvekirin

Şoreşa Rojava ku di 19’êTîrmeha 2012’an de li Kobanê dest pêkir û belavî hemû Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bû, di sala xwe ya 13’an de bi modela aboriyê ya xwe dispêre konfederalîzma demokratîk û hişmendiya civaka ekolojîk derdikeve pêş û xwe nîşan dide.

Ev pergala ku xwe dispêre rêveberiyên xweser, bi saya kooperatîfan xwe birêxistin dike û aborîyeke guncavî xwezayê hedef dike; tevî zehmetiyên weke şer, ambargo û bêaramiyê jî armanc dike ku hewcehiyên gel bi cih bîne û piştevaniya civakî xurt bike.

Em ê di vê nûçeya xwe de girêdayî roportajên li gel Hevserokên Meclîsa Aborî û Çandiniyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Leyla Saroxan û Mihemed Sebrî, Hevserokê Komîteya Kooperatîfan Ciwan Şikrî û Berdevkê Kooperatîta Xwê ya Star Ferhat Dede li ser mijarên weke asta aboriya herêmê, tecrûbeyên kooperatîfê, zehmetiyên derdikevin holê û armancan bisekinin.

Her çend me xwest tecrûbeyên kooperatîfên cudatir lêkolîn bikin û ji berdevkên kooperatîfan nêrînên wan bigirin jî  me nekarî em destûrên hewce bistînin û ji ber vê yekê em bi tecrûbeyên Koopretîfa Xwê ya Star re sînordar man.

BINGEHÊN MODELA ABORIYA DEMOKRATÎK

Hevseroka Meclîsa Aborî û Çandiniyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Leyla Saroxan têkildarî hewlên avakirina modela aboriya demokratîk a herêmê  û rola jinan a girîng a di vê pêvajoyê de dixaxive. Tevî şert û mercên şer û ambargoyê jî meclîsa ku bi saya meclîsên herêmî armanc dike ku hewcehiyên civakê bi cih bîne, bi kooperatîfan û nêzîkatiyeke wekheviyê aramiya aborî dabîn bike.

Armanc û erkên sereke yên Meclîsa Aborî û Çandiniyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çi ne? Di meclîsa we de proseya biryargirtinê çawa ye?

Meclîsa Aborî û Çandiniyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li gel meclîsên kantonan ên hatine avakirin, dixebite. Beriya her tiştî, em armanc dikin ku li gel van meclîsan pergaleke aboriyê ya demokratîk ava bikin. Li gel vê pergala demokratîk armanc dikin ku hemû beşên civakî daxilî xebatên aboriyê bikin û armanca dikin ku hemû kes di warê aboriyê de xwe bi xwe bi rê ve bibe. Girêdayî van yekan armanc dikin ku hemû hewcehiyên civakê bi cih bînin.

Ev meclîsên me bi hilbijartineke demokratîk hatin avakirin. Li gel pêşniyarên ji qadan tên hemû pirsgirkên aboriyê bi din sîwana meclîsan de tên nîqaşkirin û li vir biryar tên girtin. Di destpêkê de hamû kanton di navbera xwe de nîqaşên hewce dikin; yanî bê ka hewcehî û pirsgirêk çi ne û ji bo çareserkirina van pêşniyarên wan çi ne?

Ev nêrîn û pêşniyar bi tevlîbûna hemû nûneên kantonan di Meclîsa Aborî û Çandiniyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de tên rojevê. Li vir nîqaşên berfireh tên birêvebirin. Hemû derfetên çandiniyê yên kantonan û ferq û cudahiyên nerîn û çandî li ber çavan tên girtin. GirêdaYî van yekan nîqaş tên kirin û li gel hemû endamên meclîsê biryar tên standin.

ROL Û ZEHMETIYÊN JINAN ÊN DI ABORIYÊ DE

Di kooperatîfa me de rola jinan gelekîgirîng e. Jin di nava pergala aboryê ya heyî de xwedî cihekî çawan in? Hûn ji bo xurtkirina tevlîbûna jinan pêngavên çawa diavêjin û di vê mijarê de rastî zehmetiyên çawa tên?

Li gorî Paymana Civakî hem di bin sîwana rêveberiya xweser de hem jî hemû saziyên me yên weke meclisa aboriyê de nûnertiya jinan a ji sedî 50 tê sepandin. Lê belê tevî ku di hin saziyên me de tevlîbana jinan ji sedî 502yî zêdetir e jî, di hin saziyên me de carna ev yek kêmtir e. Em hewl didin ku di hemû saziyên me de nûnertiya jin û mêran wekhev be.

Em di saziyên xwe yên aboriyê de jî dabînkirina tevlîbûna jinan esas digirin. Meclîsên me jî di vê çarçoveyê de hatine avakirin. Pergala hevserokatiyê heye û li gel meclîsên me ji bo cihgirtina jin û mêran a wekhev a saziyan de hewl tê dayîn.

Tew kooperatîfên me û kar û xebatên me yên aboriyê jî di asteke baş de hewl didin ku tevlîbûna jinan û nûnertiya wan xurt bikin. Çawa ku dîsa kooperatîfên me hene di heman demê de kooperatîfên me yên jinan taybet jî hene. Endamên van kooperatîfan bi temamî ji jinan pêk tên û jin bi xwe kooperatîfên xwe bi rê ve dibin.  Yanî hemû pêvajoyên ji destpêka xebatan bigirin heya bidestxistina berheman û bazarkirina berheman ji aliyê jinan ve tê birêvebirin. Girêdayî vê yekê di mijara tevlîbûna jinan de têkildarî zêdetirkirina hejmara jinan xebat tên meşandin.

Ji ber vê yekê nêrînên serdest ên ji aliyê pergala berê ve hatine avakirin û serdestiya pergala kapîtalîst a li seranserê cîhanê û bandorên vê yên li ser civakê pir in. Hemû kes hewl dide zêdetir bi dest bixe. Bi taybetî jî li herêma ku em bi salan e di bin şer û ambargoyekê de dijîn û vê yekê bandor li pêşketina civakê ya ji aliyê aboriyê ve kir.

Ji ber vê yekê civak, dema ku dixwaze beşdarî xebatên aboriyê bibe ji ber encamên bandorên van nêrîna ên li ser civakê û pirsgirêkên aboriyê yên rû didin hemû kes hewl dide qezencê bi dest bixe. Lêbelê pergala ku em hewl didin pêş bixin, ne pergaleke wisa ye ku bes qezenckirina pereyî û bidestxistina berheman armanc dike. Zêdetir em hewl didin ku pêşketina me ya aborî xwe bispêre ekolojî û kedê.

Ji ber nêrînên berbehs em rastî zehmetiyan tên. Ger ez qala salên 2016-2017’an bikim; dema ku me di wan deman de hewl dida em kooperatîfan ava bikin her kes difikirî ku em kooperatîfeke weke ku beriya niha rejîm hewl daye ava bike, ava dikin. Weke borsayç dihat fêmkirin, weke ku ‘Ezê pereyê xwerazîninû dawiya salê qezencê bi dest bixim’  dihat fêmkirin.

Ji ber vê yekê kooperatîfan karî ser bikevin, hinan jî encamên ku hêvî dikirin bi dest nexistin; gelek kêmasiyan rû da. Ji ber vê yekê gelek zehmetî derketin holê.  Ji bo pêşxistina kooperatîfên xwe dispêrin aboriya civakî ya demokratîk ya hêzdî hêdî, beriya her tiştî me biryara ku divê nerîna heyî were sererastkirin, girt. Pergala kooperatîfê bes bi awayî bi ser ket. Ev yek ji bo hemû civakê derasdar e.

Ji ber vê yekê jin rastî gelek zehmetiyan tên; çimkî nedikarîn di asta dihat hêvîkirin de şert û mercên xebitînê bi dest bixin. Ji ber bandorên vê hişmendiyê em di warê tevlîbûna jinan de rastî zehmetiyan tên. Lê belê têkildarî vê mijarê pêngavên girîng hatin avêtin. Kooperatîfên jinan hatin avakirin û jin van kooperatîfan bi re ve dibin.

Hem israr me û hem jî tevlîbûnan biisrar ya jinên ku di kooperatîfan de cih digirin, têkildarî domandina vê xebatê ne.  Tê armanckirin ku hem hejmara jinan û hem jî ya kooperatîfan were zêdetirkirin.

BANDORÊN ŞER Û AMBARGOYÊ YÊN LI SER ABORIYÊ

Şerê li Sûriyeyê yê bi salan e berdewam dike, nearamiya siyasî ya rêveberiya Şamê ya di bin serokatiya Colanî ya hatî li şûna rejîma BAAS’ê û pozîsyona Tirkiyeyê ya êrîşkirin û dagirkeriyê  bandoreke çawa li kar û xebatên we dikin? Girêdayî van şert û mercan ji bo dabînkirina aramiya aboriyê hûn tedbîrên çawa distînin?

Bêguman şerî heyî yê ku bi salan e berdewam dike, gelekî bandor li aboriya herêmê kir. Astengkirina Çemê Firatê ya ji aliyê Tirkiyeyê ve bandor li hilberîna enerjiyê û erdên çandiniyêkir.  Ji aliyê din ve şerêli dijî DAÎŞ’ê jî bandoreke mezin li aboriya me kir. Weke encama şerî gelek depoyên me yên genimî êdî nayên bikaranîn, zirarên mezin dîtin.

Ji ber van sedeman em zehmetiyan dibînin. Di salên pir baran dibarin jî, ji ber ku me cihê depokirinê yê zêde nîne em neçar dimîninku genimê xwe derve depo bikin. Gelek kanalên avê zirar dîtin û êdî nayên bikaranîn. Erdekî çandiyê yêavîû mezin, ji Çemê Firatê dihat avdan. Lê belê piştî hilweşîna kanalên avê, vê yekê berê me da çandiniya dêmî lê belê çandiniyeke dêmî ya bê av ne pêkan e. Ji ber ku rêjeya barîna ku bi têra çandiniya dêmî bike ne zêde ye û bi awayekî rêkûpêk pêk nayê berhemên zêde nayê bidestxistin.

Ji aliyekî din ve êrîşên dewleta Tirk ên li ser binesaziyê bi taybet jî yên li ser bîrên petrolê zirarên mezin dan aboriyê. Çimkî modela çandiniya avî ya me hewl dida ku em pêş bixin bi giranî girêdayî bikaranîna mazota dihat helberîn û van bîran e. Vê yekê jî gelek bandor li çandiniyê kir.

Ez bi giranî balê dikşînim ser çandiniyê; jiber ku ji sedî 60-70’yê aboriya me ji çandiniyê pêk tê. Di encama êrîşên li ser bîrên petrolê de ger wê salê baran zêde nebare rêjeya berhema tê bidestxistin jî kêm dibe. Her wiha zehmetiyên weke dorpêça li ser herêmê, dabînkirina daringiya hewce û dîsa hinardeya berhemên zêde yên hatine bidestxistin rê li ber zehmetiyan vedikin. Çimkî em di qada navneteweyî de xwedî fermiyetekê nînin. Ev jî ji me re dibin sedema rûdana zehmetiyan û dîsa gelek caran emnikarin hinardeyê bikin.

Bi nimûne di sala 2023’yan de rêjeya pembûyê hatî bidestxistin, gelekî baş bû. Rêveberiya Xweser berhemên pembûyî bi fiyeteke baş ji berhemdêran kirî  û ev yek ji bo cotkaran bû cihê kêfxweşiyê. Lê belêdi encamê de me nekarî em vî pembûyî bifiroşin ji ber ku herêma me di bin dorpêçê de ye. Welhasil Rêveberiya Xweser ji vê yekê zirarekî mezin dît. Bi giştî ji ber şert û mercên heyî li herêma me rê li ber nearamiyeke aboriyê vedike. Ji ber vê yekê bi giranî emli ser ku em bi xwe stratejiya xwe aboriya xwe biparêzin û berê xwe didin aboriyeke ku em di qadên xwe de hewcehiyên xwe yên aborî bi xwe dabîn bikin.

TEVLÎBÛNA KOMÊN ETNÎKÎ Û OLÎ

Hûn tevlîbûna ji bo pêvajoyên aboriyê yên komên olî û etnîkî yên cuda çawa pêk tînin? Zehmetiyên di vê mijarê de lê rast tên çi ne?

Bi rastî jî mijara ku em herî zêde rehet û serkeftî ev e. Bi salan xebatek hate meşandin û em gihîştin asteke ku me xwe ji hişmendiya desthilatparêz û şovenîst rizgar kir.  Hemû pergala me li ser xwişk-biratiya gelan hate avakirin. Di warê aboriyê de jî ev yek wisa ye. Weke Ereb, Kurd, Suryanî û Tirkmen; em hemû bi hev re dixebitin.  Hem di qada civakî de hem jî di nava meclîsên me de nûnerên ji hemû pêkhateyan cih digirin.

VÎZYONA PÊŞEROJÊ Û BERDEWAMÎ

Hûn berdewamiya modela aboriya xwe ya ji bo demeke dirêj çawa dinirxînin? Hedefên we yên demên pêş çi ne?

Em dixwazin vê pergala xwe di pêşerojê de bi bingehin xurttir bidin rûniştandin û pergala kooperatîfa xwe pêş bixin. Em armanc dikin ku aboriya civakê aîdî vê civakê bi xwe be. Li seranserê cîhanê gelek gelek mînakên kooperatîfan hene û bi salan e însan van kooperatîfan dixebitînin; lê belêgelek kes bi sermayeya xwe tevlî van kooperatîfan dibin. Hin kes jî bi keda xwe beşdar dibin. Sermayedar kedê nadin lê belê zêde qezencê bi dest dixin; yên gelek kedê didin jî li gorî keda xwe qezencên pir kêm bi dest dixin. Em naxwazin kooperatîfên me bi vî awayî bin. Kooperatîfên me girêdayî kedê tên avakirin. Em dixwazin ev pergal zêdetir pêş bikeve ku em bikarin bi rêya kooperatîfên xwe aboriya xwe birêxistin bikin û hewcehiyên civakê bi cih bînin.

PÊŞANIYÊN JI BO PÊŞKETINA ABORIYÊ

Pêşanıyên we yên têkildarî pêşketina aboriya herêmê çi ne? Di 5-10 salên pêşiya me hûnê berê xwe bidin kîjan qadan?

Xebatên li ser çandiniyê, esasa aboriya me pêk tînin. Axa me û avûhewaya herêmê ji bo çandiniyê gelekî baş in. Ji ber vê yekê em hemû polîtîkayên xwe yên aboriyê dispêrin çandiniyê.  Berê polîtîkaya ku li ser herêma dihat sepandin zêdetir xwe dispart berhemên stratejîk  û ev berhem jî weke daringiya sereke dihatin bikaranîn. Di salên pêş de ji bo ku em zêdetir ji hemû madeyên çandinî û berhemên xwe sûd werbigirin, em ê ji bo avakirina fabrîqeyan hewl bidin. Yanî divê berhemên ku em bi dest  dixin bes weke yên sereke yan jî daringî nemînin; em dixwazin bi pêşxistina pîşezasiya xwe wan bi kar bînin û pêşkêşî xizmeta civakê bikin.

BANGA JI CIVAKÊ RE AVAKIRINA KOOPERATÎFAN

Herî dawiyê têkildarî zêdetir tevlîbûna civakê ya ji bo kooperatîfan bangeke we heye yan tiştekî ku hûn dixwazin bibêjin heye?

Tu însanên ku dixwazin azad bibin, heya weke aborî jî azadiya xwe bi dest nexin, nikarin azad bibin.  Pergala herî guncav ku însan di nava wê de bi awayekî azad bijîn, bi taybetî jî ji aliyê aborî ve pergala kooperatîfan e. Ji bo hemû endamên di kooperatîfan de cih digirin, di pergala me de bi qasî serkeftina xwe ew kooperatîf dibin malê civakê. Bi vî awayî ew însan dibin xwediyên karê xwe.  Heya ku însan nebin karkerê karê xwe bi xwe wê tim bindest be.

ARMANCÊN STRATEJÎK ÊN ABORIYA CIVAKÎ

Hevserokê Meclîsa Aborî û Çandiniyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Mihemed Sebrî, hûrgiliyên têkildarî stratejiyên aboriya herêmê û modela aboriya civakî ya di bin sîwana rêveberiya xweser de hatine avakirin, tîne ziman.  Li ser cureyên tesîsên li herêmê, pêşketina sewalkarî û çandiniyê û tedbîrên tevî şert û mercên şerî hatine girtin jî diaxive.

ERKÊN MECLÎSÊ Û PÊVAJOYA BIRYARGIRTINÊ

Erkê sereke ya Meclîsa Aborî û Çandiniyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çi ye? Proseya biryargirtinê çawa ye? Tevlîbûna ji bo pêvajoyên biryargirtinê ya meclîsên kantonan çawa pêk tê? Armanca avakirina vê meclîsê çi ye?

Li gel meclîsa neteweyî ya hatî avakirin, li seranserê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Peymana Civakî hate erêkirin û girêdayî vê peymanê di 7’ê Cotmehê de Meclîsa Aborî û Çandiniyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hate avakirin. Armanca vê meclîsê jiholrakirina burokrasiyê misogerkirina îradeta biryardayîna kantonan e.

Rola esas a Meclîsa Aborî û Çandiniyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, avakirina stratejiya aboriya Rêveberiya Xweser ku biryarên têkildarî vê yekê ji aliyê meclîsên aborî û çandiniyê yên li herêmê tên girtin. Ji aliyê din ve armanc dike ku birêxistinkirina van meclîsan a bileztir û pêşketina Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya ji aliyê aboriyê ve tê armanckirin.

TESÎSÊN KARKIRINÊ YÊN LI HERÊMÊ

Bı texmînî li seranserê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çend tesîsên karkirinê hene? Bi giranî ev ji kîjan karan pêk tên?

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê mezin û biçûk gelek tesîsên karkirinê hene. Beşek ji van girêdayî civakê ji tesîsên taybet pêk tên, belek ji girêdayî Rêveberiya Xweser in û beşek jî girêdayî Meclîsa Aboriyê kar dikin.  Nêzîkî du hezar tesîs hene û di van tesîsan de bi hezaran kes dixebitin. Ev tesîs li gel avaniya xwe ya xweser di qadên çandinî û pîşesaziyê de gelek hewcehiyên herêmê bi cih tînin.

Bo nimûne sektora mirîşfiroşiyê, di wê astê de ye ku dikare hewcehiya herêmê bi cih bîne. Li gel berhemên şîr û pêîr jî berhemên ku ji poşet, sewalkarî, genim, nîsk, fasûlî û bilxurê tên bidestxistin, bi têra hewcehiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikin.

ÇANDINÎ, SEWALKARÎ Û PÊŞKETINA ESNAFÊN BIÇÛK

Hûn ji bo pêşketina sewalkarî, çandinî û pêşketina esnafên biçûk serî li rêbazên çawa didin? Asta çandiniya organîk û ekolojîk çi ye?

Em weke Meclîsa Aborî û Çandiniyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê piştgiriyê didin pêşketina sewalkariyê. Bi taybetî jî di mijarên weke debara heywanan û weke wê de em hewl didin ku piştgiriyê bidin. Her wiha piştevaniyeke mezin didin çewlika mirîşkan jî.

Ji bo karkirina esnafên biçûk li seranserê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hewl tê dayîn ku bazareke civakî were pêşxistin û ji bo vê yekê komîteyeke taybet hate avakirin. Armanca sereke ya vê komîteyê çareserkirina pirsgirêkên di navbera hilberîner û mezêxweran de ye û hewl dide ku bêyî navbeykariya bazirganan berhemên hilberîneran bi awayekî rasterast bigihîje mezêxeran.  Her wiha ev komîte, li gel piştevaniya xwe ya ji bo esnafn biçûk armanc dike ku li seranserê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rê li ber diyarkirina fîyetan a ji aliyê bazirganan a bi awayekî kêfî bigire.

BANDORA ŞER Û ÊRÎŞAN A LI SER ABORIYÊ

Şerê li Sûriyeyê yê bi salan e berdewam dike, nearamiya siyasî ya rêveberiya Şamê ya di bin serokatiya Colanî ya hatî li şûna rejîma BAAS’ê û pozîsyona Tirkiyeyê ya êrîşkirin û dagirkeriyê  bandoreke çawa li kar û xebatên we dikin? Girêdayî van şert û mercan ji bo dabînkirina aramiya aboriyê hûn tedbîrên çawa distînin?

Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û tehrîbkirina binesaziyê bi awayekî rasterast û gelekî bandorê li aboriya herêmê dikin. Tevî van êrîşan jî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi sekna xwe ya xwedan îrade karîn hin tedbîran bistînin û ji bo çareserkirina pirsgirêkên bombebaranên dewleta Tirk a dagirker hewlên mezin hatin dayîn.

Yek ji mijara ku herî zorê li me dike jî bicihneanîna pêdiviyên sereke yên ji ber bombebarankirina depoyên genimû stasyonn avê ne. Gel tevî hemû êrîşan jî bi berxwedana xwe ya hevpar dikare krîzên ku ji ber dewleta Tirk a dagirker rû didin, derbas bibin û çareser bikin.

PLANÊN ABORIYÊ YÊN PÊŞEROJÊ

Ji bo pêşketina aboriya herêmê pêşaniyên we çi ne? Di 5-10 salên pêşiya me hûn ê berê xwe bidin kîjan qadan?

Ji bo pêşerojê bi proje û birêxistinbûnên weke komun, meclîs, akademî û kooperatîfan armanc dikin ku pergaleke aboriyê ya civakî ava bikin. Em li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê aboriya civakî esas digirin û ji bo vê yekê budceyeke taybet hatiye veqetandin.  Li gel vê yekê tê armanckirin ku bêkariya li herêmê were kêmkirin, krîza aboriyê ya li herêmê were bidawîkirin û piştevaniya sektora çandinî û sewalkariyê were kirin. Piştgirîdayîna sektora çandiniyê jî li gel temînkirina tovên hewce tê dabînkirin. Her wiha bikaranîna gubreya xwezayî û çandiniyeke ekolojîk a zirarê nade xwezayê tê armanckirin. Ji ber ku em pergaleke aboriyê ya ekolojîk esas digirin.

BANGA JI BO TEVLÎBÛNA CIVAKÎ

Herî dawiyê di mijara tevlîbûna zêdetir ya civakê ya ji bo kooperatîfan de bangeke we yan jî tiştekî ku hûn dixwazin bibêjin heye?

Di civînên ku bi gel re tên lidarxistin de em di asta herêmî de projeyên kooperatîfan pêş dixin; Lê belê ji ber zîhniyeta otorîter ya serdest ya di nava civakê de eleqeya ji bo pergala kooperatîfan kêm e. Carna li hemberî vê zîhniyetê em rastî zehmetiyan jîtên. Armanca me ya têkildarî pêşxistina projeyên kooperatîfan, ew e ku civak bibe xwediyê karê xwe. Aboriyeke civakî ya komunal dikare bes bi vî awayî pêş bikeve.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HESEKÊ

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Endonezyayê bi mezinahiya 6.7 pileyî erd hejiya
Nûçeya Pişt re Berxwedêrên 14’ê Tîrmehê li Kobanê hatin bîranîn
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Epeyama we nayê weşandin. Qadên pêwist bi * hatine nîşandan.

Ji kerema xwe astek jilbijêre

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Rêveberiya Xweser 8’ê Adarê li jinan pîroz kir

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk 8’ê Adarê li tevahî jinan pîroz kir û diyar kir ku ew…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Xezeyê êrîş dewam dikin: Zêdeyî 80 kes mirin

Wezareta Tenduristiyê ya Xezeyê ku di bin kontrola Hamasê de ye, ragihand ku di êrîşên…

Ji aliyê Stêrk TV

Avesta: Herî zêde pêwîstiya jinan bi xweparastinê heye

Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Sozdar Avesta ji Jin TV re axivî û bal…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Jinên Efrînî yên bi zorê hatine koçberkirin: Bila dawî li dagirkeriyê bê anîn

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Artêşa Îsraîlê wesayîtên zirxî yên Sûriyeyê hedef girt

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Di şerê li Swêdayê de bîlançoya nû: 89 kes mirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Berxwedêrên 14’ê Tîrmehê li Kobanê hatin bîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?