Platforma Yekîtiya Neteweyî ya Jinên Kurd bi munasebeta 11’emîn salvegera qirkirina Êzidiyan a 3’yê Tebaxa 2014’an daxuyanî da. Platformê şehîdên Şengalê bi rêzdarî bi bîr anî. Platformê bang li Hikûmeta Iraqê,Dadgeha Federal a Iraqê, Parlamentoya Iraqê, Dadgeha Cezayê Navneteweyî (Lahe), Hikûmeta Herêma Kurdistanê, rêxistinên mirovî, rêxistinên jinan, kesayetên mirovahîxwaz û kesên ku parêzvaniya mafên jinan dikin kir ku ji bo edalet û jinûve avakirina Şengalê bi berpirsyarî tevbigerin.
Di daxuyaniyê de hate gotin ku di 3’yê Tebaxa 2014’an de, fermana 74’mîn a qirkirinê li dijî gelê Êzidî bi awayekî sîstematîk hat meşandin û wiha hat gotin: “Zêdetirî 10 hezar jin, zarok û sivîl hatin qetilkirin, 40’î zêdetir zarok ji ber bêaviyê li Çiyayê Şengalê jiyana xwe ji dest dan. Her wiha zêdetirî 3 hezar jin ji aliyê DAÎŞ’ê ve hatin revandin, kolekirin, rastî destdirêjiyê hatin û li bazarên DAÎŞ’ê hatin firotin. Ev yek ne tenê wekî qurbaniyên şer, lê wekî armanceke sîstematîk a tunekirina gel û baweriyeke pîroz pêk hat.”
‘CIVAKA ÊZIDÎ BÊPARASTIN HAT HIŞTIN’
Şengal, ji ber cihê xwe yê jeopolîtîk, dîrokî her tim bala hêzên herêmê kişandiye û bûye xala girêdana navbera Başûrê Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê. DAÎŞ’ê jî xwest Şengalê wekî korîdoreke derbaskirina çekdarên xwe di navbera Iraq û Sûriyê de bikar bîne. Piştî dagirkirina Şengalê, Êzidî bêparastin hatin hiştin û berê xwe dan Çiyayê Şengalê, li wir 10 rojan di şertên giran de man. Piştî rizgarkirinê, beşek ji wan bi rêya Rojavayê Kurdistanê û deriyê Sêmelkayê vegeriyan Herêma Kurdistanê, li kampên Duhok û Silêmaniyê hatin bicîhkirin. Beşeke din jî li Kampa Newrozê ya Rojavayê Kurdistanê hat bicihkirin.”
‘HÊZA JINAN DIKARE CÎHANÊ BIGUHERÎNE’
Platformê destnîşan kir ku destdirêjî, qetilkirin û tacîza li dijî jinan, bi îdeolojiya zilamsalar dest pê kir û wiha domand: “Paşê bi piştgiriya pergala kapîtalîst hê bêtir li ser laşê jinê û çavkaniyên xwezayê qezenceke mezin ji bo bazarên cîhanî aniye. Ev her du alî, wekî du rûyên yek medalê hatin binavkirin ku armanca wan bêhêzkirina jinan e. Tirs ji ruh û laşê jinan tê, ji ber ku tê fêmkirin ku hêza nemir a jinan dikare cîhanê biguherîne û mirovahî û xwezayê biparêze.”
‘TI SÛCDAR HETA NIHA NEHATINE DARIZANDIN’
Di daxuyaniya paltformê mînakên qirkirinê yên li cihanê da û wiha pêde çû: “ Li Ruanda (1994, 250 hezar jin), Lîberya (400 hezar jin), Kongo (200 hezar jin), Herzegovîna, Cezayîr, Iraq, Sûriye, Yemen, Lîbya û li Darfûra Sûdanê zêdetirî 200 hezar jin ji aliyê çekdarên bi navê Cencaweed ve ku ji aliyê rejîma Omar Hesen el-Beşîr ve têne piştgirîkirin, rastî destdirêjiya komî hatine. Di halê heyî ti hêvî tine ku ev qirkirinên wisa di pergaleke kapîtalîst a baviksalar de çênebin. Her çendî destdirêjiya cinsî di Peymanên Cenevreyê yên 1949’an de wekî sûcê şer hatiye pênasekirin jî, heta niha kes an aliyek ji ber vî sûcî nehatine darizandin.
Daxuyanî wiha berdewam kir: “Îro 11 sal piştî jenosîdê, gelê Êzidî hîn jî di bin gefê de ye û di rewşeke aborî, siyasî û jîngehî ya dijwar de jiyanê didomîne. Hikûmetên Iraqê û Herêma Kurdistanê ji bo jinûve avakirina Şengalê û dabînkirina jiyaneke bi rûmet ji bo gelê wê gavên têrker neavêtine.”
Platformê wêrekî û berxwedana jinên Êzidî wekî çavkaniyeke serbilindiyê ji bo jinên têkoşer ên cîhanê bi nav kir û wiha pêde çû: “Em ji helwesta Baba Şêx (rêberê rûhanî û manewî yê Êzidiyan ê wefat kirî) dema ku ji gelê Êzidî xwestibû jinên ji destê DAÎŞ’ê rizgar bûyî re hembêza vekin û wan pêşwazî bikin, spas dikin.”
DAXWAZÊN PLATFORMÊ
Platforma Yekîtiya Neteweyî ya Jinên Kurd, daxwazên xwe wiha rêz kir:
1. Fermana 74’emîn wekî jenosîd ji aliyê hemû hikûmet û dadgehên navneteweyî ve bê naskirin.
2. Em daxwaz dikin ku axa pîroz a Şengalê bê parastin û divê ti zarokên Êzidî di nava tirsê de neyên dinyayê.
3. Dadgehên fermî û taybet ji bo sûcdaran bêne avakirin û sûcên wan bêne belgekirin.
4. Sûcdarên qirkirina Êzidiyan ne bi qanûna terorê, bi sûcê jenosîdê bêne cezakirin.
5. Daxwazên kampanyaya “Navê min navê diya min e” bêne bicihanîn.
6. Ji bo rizgarkirina jinên di bin kontrola DAÎŞ’ê de an jî winda ne alîkarî bê kirin.
7. Ji jinên rizgarbûyî re piştgiriya madî, tenduristî û derûnî bê pêşkêşkirin.
8. Jin rasterast tevlî rêveberiya Şengalê bibin.
9. Piştgiriya Êzidiyan bikin da ku ji kampan derkevin û vegerin warên xwe.
10. Ax, çavkaniyên xwezayî û jîngeha Şengalê bê parastin.