Li Tirkiyeyê di nava du hefteyên dawî de bi dehan jin ji ber tundiya mêr jiyana xwe ji dest dan. Piştî ku li Stenbolê di rojekê de şeş jin hatin qetilkirin, pêla tundiya li ser jinan bi zêdebûnî berdewam dike.
Kuştina jinê ya ku ji mêj ve ye didome, di meha dawî de zêdebûneke cidî nîşan da. Piştî qetilkirina du jinan li Stenbolê, bi çend rojan du jinên din jî ji aliyê mêran ve hatin qetilkirin. Gotina yek ji kujeran ku berê ji jina qetilkirî re gotibû “Ez te bikujim jî ez ê çend mehan di girtîgehê de bimînim û derkevim”, bû ku ev îspata kuştin veguheriye polîtîkayeke dewletê.
Parêzer Esin Îzel Uysal a ji Platforma Em ê Kuştina Jinan Rawestînin, sedem û zêdebûna tundiya li ser jinan ji ANF’ê re nirxand.
‘GOTINÊN DESTHILATÊ WÊREKİYÊ DIDE’
Esin Îzel Uysal diyar kir ku jin bi her cure hincetan tên qetilkirin û wiha dewam kir: “Di rewşên wiha de dîtin û fêmkirina sedema şikestinekê hêsantir dibe. Bo nimûne, bûyera yekem ku tê bîra min Ayşe Gulterzi bû. Ew ji ber kincên xwe li nava kolanê rastî tundiyê hatibû û piştî wê bûyerên wekhev pir zêde bûn. Wê demê gotinên serokwezîr ên ku digot ne guncav e jin li her derê wekî ku dixwazin li xwe bikin, hebûn. Ev cure gotin dikarin kujeran bidin wêrek kirin.”
‘DESTHILAT TUNDİYÊ ASAYÎ DIKE’
Esin Uysal da zanîn ku polîtîkayên desthilatê tundiyê asayî dike û wisa axivî:
“Di du salên dawî de, ango bi sala 2024’an re mijareke ku kûr dibe derdikeve pêş; ew jî polîtîkayên ku hedef digirin jinan ji qada giştî dûr bixin e. Guhertinên ku dixwazin di Zagona Medenî de bikin, pêvajoya piştî hilbijartinê û îlankirina sala 2025’an wekî ‘Sala Malbatê’ jî berdewamiya vê polîtîkayê ye. Pêvajo bi vî rengî meşiya.
Ev gotin helbet nabêjin ku kuştina jinan tiştekî asayî ye; lê belê ev cure polîtîka, dibin bersiveke nerasterast ka jin, mêr û LGBTQ+ wê di qada giştî de çawa û li ku derê hebin. Ev bersiv tê wê wateyê ku mal a jinê ye, qada giştî jî a mêr e.”
Esin Uysal diyar kir ku ew têdikoşin da ku kuştina jinan di civakê de xuyayî bikin û bidin nîşandan ku ev pirsgirêkeke polîtîk e: “Em bi salan e hewl didin kuştina jinan ji civakê re rave bikin. Lê fêmkirina vê, pêşxistina refleksê ya civakê û birêxistinbûn ne tiştên ku yekser pêk tên in. Dîsa jî, di nava deh salan de hat hînbûn ku kuştina jinan çi ye û dikare çawa were rawestandin.
Li vir dubendiyek heye. Aliyekî AKP carna bi eşkere carna jî bi awayekî nerasterast gotinên dijminatiya jinê û polîtîkayên bêcezahiştinê xwedî dike. Li aliyê din jî em hewl didin li dijî van êrîşan polîtîkayên têkoşînê pêş bixin. Em rave dikin ku biryardana jinan li ser jiyana xwe mafê herî bingehîn ê mirovan e, destûr her kesî dihewîne û divê mirov li ser bingeha hemwelatiya wekhev bijî.”
‘KIRDEYÊN POLÎTÎK NIKARIN JI ERKÊ BIREVIN’
Esin Îzel Uysal destnîşan kir ku divê kirdeyên polîtîk li dijî pêngavên desthilatê xwe pêş bixin û ji berpirsiyariyê nerevin: “Kirdeyeke polîtîk nikare ji erkê bireve. Li dijî her pêngavê, divê angaşta me ya pêşxistina polîtîkayê û derxistina alternatîfê hebe. Nexwe em ê xwe di wê ramanê de asê bikin ku civak naguhere û newekheviyên ku jin dijîn çarenûseke. Heke em wiha bifikirin, ne rawestandina kuştina jinan û ne jî behskirina wekheviyeke rastîn pêkan nabe.”

