Pêncşem, 26 Sibat 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Li Pakistanê êrîşên çekdarî: 19 kes mirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji 33 ramangeran banga ji bo ‘mafê hêviyê’

    Ji aliyê Stêrk TV

    SAMER: Rapora komîsyonê li medya dîjîtal bi şert hate qebûlkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di dozên erdhejê de bersûc yek bi yek têne berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ebrû Gunay: Pêwîstî bi helwesteke hîn bi biryar û wêrek heye

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 26’Ê SIBATA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    KNK’ê piştgirî da hevpeymaniya siyasî ya li Rojhilatê Kurdistanê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Zeynep Karayilan: Mafê hêviyê mafekî gerdûnî ye, ne qencî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê 2 girtiyên siyasî yên Kurd mehkûmî îdamê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li hemberî biryara navçekirina Gulale greva giştî hate ragihandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Remezanê de sifre vala man: Heya penêr û zeytûn jî bi deyn tên standin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xelkê Bergarê piştî 3 salan vegeriyan gundê xwe

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    JKŞ: Em bi yekîtiya jinan hene

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakiyên 8’ê Adarê yên li Mexmûrê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên Êzidî: Eger Iraq dixwaze parastina me bike, bila YBŞ-YJŞ’ê nas bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê pêşangeha ‘Jin, Jiyan, Azadî – Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Şoreşa Jinê’ hat vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojên Çanda Jinên Kurd li Berlînê dest pê dikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Kuştina jinan ne tenê daneyên statîstîkî ne’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Derhêner Alper: Kurd bi tenê nîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    KNK: Bikaranîn û pêşvebirina zimanê Kurdî erka mirovî û neteweyî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Enstîtuya Lêkolînên Kurdî bang li her kesî kir ku xwedî li zimanê dayikê derkeve

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Parîsê şeva Rojava: Jin, Jiyan, Azadî li ser dikê deng veda

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dokûmantera ‘Vejîna Kurd’ bi sezona xwe ya duyemîn vedigere ser ekranan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çakar: Ez bang li hunermendên cîhanê dikim ku xwedî li Şoreşa Rojava derkevin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Bêçekkirina Şengalê xizmeta dijminên mirovahiyê ye
Mamosteyên Rojhilat: Perwerdehiya bi zimanê dayikê mafekî demokratîk e
Plana metirsîdar a saeta sifirê û bahoza ewlehiyê ya li dijî Iraqê
Li Helebê bermahiyeke şer teqiya: Zarokek jiyana xwe ji dest da
Di êrîşekî çekdarî ya li Humsê de 2 ciwan hatin qetilkirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Prof. Yeşîldere: Zanîngeh di rewşa ku nikarin tevkariyê li pêvajoyê bikin de ne
Rojane

Prof. Yeşîldere: Zanîngeh di rewşa ku nikarin tevkariyê li pêvajoyê bikin de ne

Akademisyenê Aştiyê Prof. Tahsîn Yeşîldere bêdengiya zanîngehan a ji bo pêvajoyê weke zîhniyeta serdest a ku bûye sedema jiholêrakirina Akademisyenên Aştiyê rave kir.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 11. Cotmeh 2025 Dema xwendinê: 13 dq.
Parvekirin

Prof. Tahsîn Yeşîldere diyar kir ku akademîsyenên ku daxuyaniya “Em ê nebin hevkarê vî sûcî” îmze kirine ji bo mafên mirovan, demokrasî û azadiyê her tiştî didin ber çavên xwe û destnîşan kir ku hejmareke zêde akademîsyenên ku ji bo aştiyê dengê xwe bilind bikin, çareseriyek demokratîk pêşniyar dikin û daxwaza bidawîanîna şer dikin, hene. Profesor Yeşîldere anî ziman ku ev yek hişt ku rêveberên bîat dikin û di bin fermanê de ne eşkere bibin. Prof. Yeşîldere destnîşan kir ku ne mimkûn e ku zanîngehên Tirkiyeyê di rewşa heyî de tevkariyê li pêvajoya aştiya civakî bikin.

Di sala 2016’an de hezar û 128 akademîsyenên Tirkiyeyê ji bo dewleta Tirk dev ji polîtîkayên xwe yên şer ên li dijî Kurdan berde û aştiyê ava bike daxuyanî dan. Ev daxuyanî wekî Daxuyaniya Akademisyenên Ji Bo Aştiyê derbasî dîrokê bû. Piştî vê daxuyaniyê, desthilat û medyaya wê akademîsyenan hedef girtin. Ew ji akademiyê hatin avêtin. Hin ji wan hatin girtin, sirgûn kirin, întîxar kirin û neçar man ku li kolanan firoşkariyê bikin. Ev gava akademîsyenan piştî banga dîrokî ya 27’ê Sibatê ji nû ve kete rojevê. Prof. Tahsîn Yeşîldere ku ji ber ku endamê Akademisyenên Ji bo Aştiyê bû ji zanîngehê hate avêtin, li ser ezmûnên Akademisyenên Ji Bo Aştiyê û nêrînên wan ên li ser pêvajoya nû ji ANF’ê re axivî.

QADA AZADIYÊ TÊ TUNEKIRIN

Prof. Yeşîldere wê serdemê wiha bi bîr xist: “Tirkiye pênc sal in di şerê ku navenda wê li Sûriyeyê ye li Rojhilata Navîn e yan jî derveyî sînor de ye. Di Tîrmeha 2015’an de rewşa bêpevçûnê ku nêzî 2 salan berdewam dikir, bi dawî bû. Di navbera hilbijartinên 7’ê Hezîranê û 1’ê Mijdarê de, bi sedan kes di operasyon û pevçûnên leşkerî de jiyana xwe ji dest dan. Piştî avakirina hikûmeta nû, bi taybetî li bajarên ku piraniya wan Kurd in, qedexeyên derketina derve, pevçûn û pêkanînên îdarî û leşkerî yên ku mafê jiyanê yê gel binpê dikin, berdewam kirin. Şerê navxweyî û dijberîkirina civakê ya mohra xwe li 46 salên dawî yên li Tirkiyeyê xist, rê li ber gelek windahiyan vekir. Xweza, mirov û civak zirar dîtin, hat asta ku neyê tamîrkirin û ev yek heta pêvajoya aştiyê ya dawî jî wisa bû. Tundî bêyî ku sînoran nas bike ji nifşekî derbasî nifşekî din bûye û ev yek rê li ber trawmaya civakî ya wêranker vekir.

EV YEK LI ZANÎNGEHAN JÎ TÊN DÎTIN

Wê demê desthilatê pevçûnên navxweyî wekî pêdiviyek ferz dikir û ev zîhniyet rasterast bandor li kampusên zanîngehan kir. Her ku pevçûnên navxweyî zêde dibûn, tundiya ji zîhniyeta îdareya ewlehiyê (li gel Qanûna Ewlekariya Navxweyî ya ku di wê demê de hatibû pejirandin) diqewimî, gihîştibû asteke mezin. Hema hema her roj bi sedan hêzên çevîk û polîsên tîmên taybet bi ser avahiyên zanîgehan de digirtin, gef li xwendekar û hîndekaran dixwarin. Li hin kampusan, rojek jî bêyî muameleya xirab û binçavkirinan derbas nedibû. Mudaxaleyî naveroka ders û pirsên ezmûnan ên hîndekaran dikirin û ji ber vê yekê lêpirsîn û dozên cezayê zêde bûn û wateya azadiya akademîk ji holê dihate rakirin.

JI BER PÊWÎSTIYA BERPIRSIYARIYA AKADEMÎK BÛ

Her çiqas beşek ji welêt dişewite jî, her kesên ku hişê wan li ser wan e dizane ku ev agir bi vir ve ne sînordar e. Di pêvajoya ku ber bi 1’ê Mijdarê ve diçû de, alozî bi hilbijartinan re zêde bûn û piştre tundiya ku rê li ber windayiyên sivîlan vekir bi dorpêçkirinan, malên hatin wêrankirin dewam kir û jin, kal û pîr û zarokan jiyana xwe ji dest dan. Mirovên ku ji cih û warên xwe hatin koçberkirin. Ji nişka ve ew hezar û 128 îmzeyên akademiyê di vê rewşa psîkolojîk û rewşa ruhî ya civakî de derket holê. Li vî welatî her tişt, tevî hemû çewisandinan jî, hîn jî bi sed hezaran mirov di 1’ê Gulanê de dadikevin kolanan. Dema komkujiya Somayê pêk hat kedkar daketin kolanan. Hîn jî tevgereke jinan a mezin û li ser piyan hebû, Kurd û Elewî hebû, mirovên hatine wêderkirin hebûn, berxwedana kesên LGBT hebû, hîn jî bi deh hezaran kes bi dirûşmeya ‘Ji Hrant re edalet’ kom dibûn û serhildanek mîna Berxwedana Geziyê ya dîrokê qewimîbû. Akademîsyen bi berpirsiyariya akademîk û bi hesta ku divê tiştek were kirin, ji bo rawestandina vî şerî, pevçûna navxweyî, bilindkirina dengê aştiya civakî, vekirina rê û vegera pêvajoya aştiyê hatin gel hev.

LI 822 AKADEMÎSYENAN DOZ HATE VEKIRIN

Serokkomar van akademîsyenan wekî “rewşenbîrên gelale, mirovên tarî û nezan” bi nav kiribû. Bang li YOK û dozgeran kir ku lêpirsînê vekin. Ev yek têr nedît û got, ‘Divê ew kesên ku nanê vê dewletê dixwin û xiyanetê li dewletê dikin werin cezakirin’. Lijneya Xwendina Bilind (YOK) jî daxuyanî weke “piştgiriya terorîzmê dike” bi nav kir û ragihand ku ew ê li dijî van akademîsyenan tedbîrên pêwîst bigirin. Zanîngeh jî li gor vê talîmatê tevgeriyan û lêpirsînên derqanûnî dan destpêkirin. Hejmara destpêkê ya îmzekaran hezar û 128 bûn, paşê gihîşt 2 hezar û 210 kesan lê li 822 akademîsyenan doz hatin vekirin. 406 akademîsyen bi biryara KHK’ê ji kar hatin derxistin. Ji 377 Akademîsyenên Ji Bo Aştiyê yên ku bi KHK’ê ji kar hatin derxistin ji bo vegerin karê xwe doz li dewletê vekirin û ji wan tenê 158 akademîsyen vegeriyan ser karê xwe. Tevî biryara Dadgeha Destûrî (AYM) jî ji wan tenê 49 akademîsyenan dest bi karê xwe kirin, hîn 232 akademîsyen venegeriyane ser karê xwe. Di dozên têkildar de, 146 akademîsyen 15 mehan; 10 akademîsyen 18 mehan; 18 akademîsyen 22 mehan; 5 akademîsyen 25 mehan; 17 akademîsyen 27 mehan; 7 akademîsyen 30 mehan; akademîsyenek 36 mehan ceza li wan hatin birîn. Dozên hin akademîsyenan li Dadgeha Îstînafê ne.”

YÊN KU BÎAT NEKIRIN HATIN DÎTIN

Prof. Yeşîldere diyar kir ku tevî van zextan jî hejmara îmzekarên daxwaznameya “Em ê nebin hevkarê vî sûcî” 2 hezaran derbas kir û ev yek bi awayekî zelal nîşan dide ku akademî li hember zilmê bêdeng namîne. Prof. Yeşîldere têkildarî kampanyaya îmzeyan jî ev tişt anî ziman:

“* Yekemîn; Tirkiye dît ku akademîsyenên hestyar ên ku li zanîngehên Tirkiyeyê bîat nakin hene û ji bo mafên mirovan, demokrasî û azadiyê her tiştî didin ber çavên xwe hene. Her wiha hejmareke zêde akademîsyenên ku ji bo aştiyê dengê xwe bilind dikin, çareseriyên demokratîk pêşniyar dikin û daxwaza demildest dawî li şer were dikin, hene.

* Duyemîn; zanîngeh xweser in; em di çarçoveya azadiya akademîk de ramanên xwe bi awayekî azad tînin ziman. Em teslîmî wan nabin; em li dijî her cure wesayetê ne. Zanîngeh ên me ne; ew ê bi me re azad bibin.

* Sêyemîn; rêveberên ku bîatê dikin û yên di nav zincîra fermandanê de derxist holê. Her wiha piraniya akademîsyenên îmzekar ne Kurd bûn û tevî zextên desthilat û YOK’ê jî daxuyanî îmze kirine û ev ruhê xurt nîşan da. Yanî wan qalib şikand.”

PIŞTÎ GIRTINAN JÎ PIŞTGIRÎ BERDEWAM KIR

Prof. Yeşîldere bi bîr xist ku piştî girtinan û tevî êrîşên desthilatê jî piştgirî berdewam kir û wiha domand: “Tişta ku dewlet fêm nake heye. Akademî bi civaka akademîk a navneteweyî re ye. Di encamê de em hemû beşdarî konferansên navneteweyî dibin û di kovarên navneteweyî de dinivîsin. Ji derdorên akademîk ên navneteweyî heta zanîngeh, rêxistinên zanistî, saziyên lêkolînê, siyasetmedar, YE û balyozan, ji her beşê piştgirî dane akademîsyenan. Hevgirtina derve zexta xwe nîşan da. Li hundir jî hevgirtinek xurt hebû û li ber girtîgehan nobet hatin girtin. Ev tê wateya berevajî armanca aliyê din. Yanî armanc tirsandin û bêdengkirin bû, ne em û ne jî hevalên me yên li hundir netirsiyan, ne jî yên li derve bêdeng man. Komên ku divê qet nehatina gel hev, li ber girtîgehan hatin gel hev.. Akademiyên Kolanan û Akademiyên Hevgirtinê hatin avakirin û hevgirtin gihîşt lûtkeyê.

DÛRXISTINA JI ZANÎNGEHAN BERDEWAM DIKE

Dewletê çi kir? Bi hinceta Rewşa Awarte û KHK’ê re akademîsyenên îmzekar û demokrat ên pêşverû ji zanîngehan dûrxistin û ji kar derxistin. Bi destê rektor û dekanên bîat li YOK’ê dikin lêpirsîn hatin vekirin. Akademîsyenên ku ceza li wan nehatin birîn venegerandin ser kar û dîsa derbarê wan de lêpirsîn hatin vekirin. Di pêvajoya lêpirsînê de ji zanîngehê hatin dûrxistin. Ev pêvajo hîn jî berdewam dike.”

ÎRO ZANÎNGEH JI PÊVAJOYA NÛ RE BÊDENG IN

Prof. Yeşîldere bal kişand ser refleksa akamdemîsyenên ku di sala 2016’an de nîşan dabûn û niha nedane. Prof. Yeşîldere bêdengiya zanîngehan wiha rave kir: “Ev encama polîtîkayên demdirêj e. Ev yek bi darbeya leşkerî ya 12’ê Îlonê destpê kir û bi AKP’ê re, zanîngeh veguherîn hewşên paşîn ên desthilatdariya siyasî. Ev rewş nêzîkatiyên derexlaqî yên ku xwe nêzîkî desthilatê dibînin û hêza desthilatê bi kar tînin, derxist holê. Zanîngeh ji civak û pirsgirêkên civakî yên derdora xwe dûr sekinîne. Di aliyê din de bi avaniyeke siyasî ya paşverû û zexta desthilatê re di nava dejenerebûneke siyasî ya ku wê neyê tamîrkirin de ne. Di encamê de polîtîkayên ku ji 12’ê Îlonê ve destpê kiriye û bi awayekî sîstematîk pêk tînin. Ji bo zanîngehên ku peywira wan a sereke bi awayekî azad hilberandina zanînê ye û erozyona di akademiya azad, demokratîk/xweser û perwerdehiya bi kalîte de derketiye holê were telafîkirin, divê zanîngeh ‘ji dorpêça siyaset, ol û piyasayê’ were paqijkirin. Zanîngehên di vê dorpêçê de, ne pêkan e ku karibe tevkariyê bike û nêrînên xwe erênî û neyînî bîne ziman.”

Prof. Yeşîldere wiha dawî li axaftina xwe anî: “Biryarên Meclisa Parlamenteran a Konseya Ewropayê hene. Ger sînorên azadiya ramanê berfireh be wê civakê bixe nava kaosê û tirsa ku wê sîstemê têxe nava talûkeyê. Di lêkolînan de azadiya ramanê di aliyê teoriyê de gihîştina raman û agahdariyê (wergirtina nûçe û agahdariyê), şermezarkirina ji ber ramanên xwe (azadiya qinyatê) û vegotin û weşandina ramanên xwe (azadiya îfadeyê) ji sê hêmanên bingehîn pêk tê û ji ber hetta zanîngeh jî dûrî van têgehan e, ne pêkan e ku tevkariya vê pêvajoya aştiya civakî bikin.”

Wê berdewam bike…

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ‘Elmanya divê toleransê li hember nijadperestiya li dijî Kurdan nîşan nede’
Nûçeya Pişt re Serlêdanên çalakvana Azerbeycanî Nana hat redkirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Gefa mirinê li 2 ciwanên ku di têketina Şêxmeqsûdê de hatin revandin, hat xwarin

Li ser benda kontrolê ya Ewarid, dema 2 ciwanan hewl dida derbasî taxa Şêxmeqsûdê ya…

Ji aliyê Stêrk TV

Berxwedêrê Şêxmeqsûd: Yên êriş dikirin dewleta Tirk û DAÎŞ bûn

Bangîn Heleb ê li Şêxmeqsûdê li dijî çeteyan li ber xwe da, diyar kir ku…

Ji aliyê Stêrk TV

Onder li Lijneya Giştî ya Meclisê hate bibîranîn

Endamê Şandeya Îmraliyê Sirri Sureyya Onder ê ku di 3’yê Gulanê de jiyana xwe ji…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

QSD’ê nasnameya 12 şehîdan eşkere kir

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

KJK: Em di qonaxeke krîtîk de ne, divê Rêbertî azad bibe

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Li Pakistanê êrîşên çekdarî: 19 kes mirin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

KNK’ê piştgirî da hevpeymaniya siyasî ya li Rojhilatê Kurdistanê

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?