Komîsyonên Edalet ji bo Rojîn Kabaîş têkildarî gefên li malbata Rojîn Kabaîş tên xwarin û kêmasiyên di dosyayê de li avahiya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) daxuyanî da.
Gelek kes beşdarî daxuyaniyê bûn û pankarta “Bila gefên li malbata Rojînê tên xwarin bi dawî bibin. Delîlên kêm ên di dosyayê de kom eşkere bikin” hat hilgirtin.
Li ser navê komîsyonp Ayşe Cebecîoglû v axivî ü diyar kir ku bi ser mirina Rojîn Kabaîş re salek derbas bû lê hêj jî nehatiye ronîkirin û lêpirsîn kêm tê meşandin.
Ayşe Cebecîoglû wiha got: “Gefên li dijî malbata Rojîn derketin lûtkeyê. Ev, mudaxileyeke eşkere yê li dijî mafê lêgerîna edaletê ye. Daxwaza parastinê ya malbatê bêbersiv hatiye hiştin û ewlehiya malbatê nehatiye parastin. Mimkûn nîne ku lêpirsîneke endamên malbatê jî nayên parastin bikare bitendurist bimeşe.”
Di berdewama axaftina xwe de Ayşe Cebecîoglû anî ziman ku dane û delîlên krîtîk nehatine komkirin û baş nehatine lêkolînkirin û wiha pê de çû: “Heta niha jî nehatiye aşkerakirin ka her du DNA’yên hatine dîtin ên kê ne. Telefona Rojîn demekî dirêj nehatiye analîzkirin û heta niha jî nikarin tam xwe bigihînin naveroka wê. Li hêla din qeydên gelek kamerayên ewlehiyê yên li herêma bûyerê nehatine komkirin an jî winda bûne, pirsên sereke yên têkildarî şêweyê qewimîna bûyerê (dema mirinê, sedem û şert û merc) bi zelalî nehatine bersivandin.”
Ayşe Cebecîoglû herî dawî jî bang li hemû jinan kir ku li dora van daxwazan bicivin û banga têkoşîna hevpar kir.
Li ser navê Yekeya Hiqûqê ya Komîsyonên Edalet ji bo Rojîn Kabaîş Elîf Nûr Gurler jî bal kişand ser kêmasiyên di dosyayê de û ev tişt anî ziman: “Hewceye nepeniya li ser dosyayê bê rakirin. Têkildarî gefên li dijî malbata Kabaîşê serlêdana sûc hatiye kirin lê bersiv nehatiye dayin. Dosyaya Rojîn Kabaîş ne tenê dosyayeke edlî ye; ronîkirina vê dosyayê her wiha tê wateya ronîkirina dosyaya Gulistan Doku û jinên din ên hatine qetilkirin. Em ê heta dawiyê vê dosyayê bişopînin.”
ENQERE
Komîsyon li Enwereyê jî heman daxuyanî da. Daxuyaniya ku li avahiya ÎHD’ê hat dayîn de hat gotin ku mirina biguman a Rojîn Kabaîş zêdetirî 18 meh in nayê ronîkirin û di dema lêgerîna edaletê de bi awayekî sîstematîk gef li malbata Rojîn Kabaîş hatine xwarin.

