Navenda Ragihandinê ya QSD’ê têkildarî kesê wekî bijîşkekî girtî di kampa Holê de hate nîşandan, daxuyaniyek weşand.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku ew kes çeteyekî DAÎŞ’ê ye. QSD’ê diyar kir ku Tora El Furatê dîmenê wî weşand, di dîmen de bi cilê leşkerî di nava çeteyên DAÎŞ’ê de ye û DAÎŞ’ê.
Navenda Ragihandinê ya QSD’ê destnîşan kir ku kesê di her du dîmenan de derketiye heman in, lê çîrok cuda ne. Her wiha da zanîn ku ev nakokî hewldanên hin aliyan ji bo xweşikirina wêneya çeteyên DAÎŞ’ê, şaşkirina raya giştî û veşartina sûcê serbestberdana wan ji aliyê hikûmeta Şamê ew cih kontrol kir, eşkere dike.

