Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê nasnameyên 5 şerevanên di bersivdana êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê û êrîşên şaneyên çeteyên DAÎŞˋê de şehîd bûne, eşkere kir.
Navendê di daxuyaniya xwe de wiha got: “Di dema bersivdana êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û êrîşên şaneyên rêxistina DAÎŞˋê ya terorîst de 5 şervanên me gihîştin asta şehadetê.
Êdî her kes dizane ku hêzên me di bersivdana êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê de yan jî serdegirtina şaneyên rêxistina DAÎŞˋê ya terorîst de xwe dispêrin berxwedanî û fedakariyê. Ev hemû destkeftiyên hatin qezenckirin jî bi saya lehengî û fedakariya şehîdan in. Ji bo pêkanîna serkeftinan QSDˋê garantiya yekemîn û dawîn e. Navên her pênc şehîdan wiha ne: Mazin (Subhî Ebdullah El Cero), Nûr (Heyder Hisên El Sehin), Dijwar Kajîn (Hîşam El Ferec), Rustem Rojava (Mecîd Osman) û Eşqer (Îsmaîl Muselêh Xelîl).
Em sersaxiyê ji malbatên şehîdan û tevahî malbatên şehîdên xwe dixwazin û soz didin ku em ê heta tacîdarkirina serkeftin û parastina ewlehî û îstîqrara herêmên me wesîyetên xwe yên domandina têkoşînê pêk bînin.
Agahiyên der barê nasnameyên şehîdan de wiha ne:
Nasnav: Mazin
Nav û paşnav: Subhî Ebdullah El Cero
Navê dayikê: Yusra
Navê bav: Ebdullah
Cihê jidayikbûnê: Dêrazor
Cih û dîroka şehadetê: Minbic-9ˋê Kanûna 2024ˋan
Nasnav: Nûr
Nav û paşnav: Heyder Hisên El Sehin
Navê dayikê: Qemra
Navê bav: Hisên
Cihê jidayikbûnê: Hesekê-Til Mecdel
Cih û dîroka şehadetê: Minbic-15ˋê Kanûna 2024ˋan
Nasnav: Dijwar Kajîn
Nav û paşnav: Hîşam El Ferec
Navê dayikê: Besma
Navê bav: Feysel
Cihê jidayikbûnê: Dêrazor
Cih û dîroka şehadetê: Minbic-Ebû Qelqel-7ˋê Çileya 2025
Nasnav: Rustem Rojava
Nav û paşnav: Mecîd Osman
Navê dayikê: Qadiye
Navê bav: Quteybe
Cihê jidayikbûnê: Dêrazor
Cih û dîroka şehadetê: Bendava Tişrîn-17ˋê Çileya 2025
Nasnav: Eşqer
Nav û paşnav: Îsmaîl Muselêh Xelîl
Navê dayikê: Fuda
Navê bav: Muselêh
Cihê jidayikbûnê: Dêrazor-Kîsra
Cih û dîroka şehadetê: Dêrazor-herêma Ebû Xeşeb-16ˋê Çileya 2025ˋan.”