Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ragihand ku Rêber Apo û girtiyên din bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtin kirine.
Di daxuyaniya li ser platforma X ya medyaya dijîtal de hate diyarkirin ku hevdîtin di çarçoveya malbat û parêzeran de pêk hatiye.
Li gorî daxuyaniyê, Rêber Apo bi birayê xwe Mehmet Ocalan û biraziyê xwe Alî Ocalan re hevdîtin kiriye.
Hate ragihandin ku ji aliyê parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Raziye Ozturk, Îbrahîm Bîlmez û Cengîz Yureklî ve hevdîtinên parêzeran hatiye kirin.
Hate diyarkirin ku Hamîlî Yildirim, Omer Hayrî Konar, Mahmut Yamalak û Ergîn Atabey ên ku bi Rêber Apo re li Îmraliyê girtî ne, bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtin kirine.

