Rêveberiya Xweser a Kobanê daxuyaniyeke nivîskî da. Rêveberiyê destnîşan kir ku hikumeta demkî ya Sûriyeyê pêwîstiyên peymana 29’ê Çileyê li Kobanê û derdora wê pêk nayne.
Di daxuyaniyê de wiha tê gotin: “Bi derbasbûna zêdetirî 50 rojan ji destpêkirina êrişên li ser herêmê re, tevî îmzekirina peymana 29’ê Çileyê ya di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk û hikumeta demkî ya Sûriyeyê de gavên ku li bajarê Kobanê û derdora wê hatine avêtin, hîn jî ne di asta ku têne xwestin de ne. Kobanê di gelek aliyan de ji şert û mercên dorpêçkirinê dikişîne (qutbûna înternetê, astengkirinên li ser çûn û hatinê û rêgirtina li derbasbûna sotemeniyê). Wekî din, hêzên leşkerî yên girêdayî hikumeta veguhêz li çend gundên Kurdan li başûrê rojhilatê Kobanê, revandin û binpêkirinan li ser sivîlan li gundan dikin.
Em wekî rêveberiya Kobanê, pabendbûna xwe ji bo bi cîhanîna xalên vê peymanê tekez dikin. Em tekez dikin ku pêwîst e hikumet bê paşxistin an derengmayîn wê bi cih bîne, di nav de rakirina her cureyê dorpêç û astengkirina li ser bajarê Kobanê û gundewarên wê, rêzgirtina li taybetmendiya li herêmê ya îdarî, çandî û hiqûqî, û nêzikbûna bi gelê herêmê re li ser esasê hevparî di welat de. Ev yek dê bibe alîkar ji bo pêkanîna aramiyê li herêmê û ji nû ve avakirina Sûriyê, û rakirina wêraniya 15 salên şer û aloziyê.
Her wiha, gavên ku hikumeta demkî diavêje, wek erkdarkirina kesekî ji derveyî herêma Kobanê wek berpirsê herêmê, li dijî şertên peymanê ne û îradeya gelê herêmê ye û taybetmendiya herêmê û berdêlên bêhempa ku di salên şoreşê de dane paşguh dikin. Gelê Kurd li Sûriyeyê bi salan têkoşîn û berxwedan kirine, axa xwe li dijî her aliyê ku hewl daye îradeya wan binpê bike parastiye. Wan qurbaniyên pir mezin dane da ku kar û barên xwe bi rê ve bibin, bi azadî û rûmet bijîn û mafên xwe di bin şert û mercên herî dijwar de biparêzin. Di vê têkoşînê de, wan bi hezaran şehîd û birîndar dane. Ji ber vê yekê, rêzgirtina van qurbaniyan û taybetmendiyên bêhempa yên van herêman erkek e ku divê hikumet bi cih bîne.
Em hişyariyê didin ku dubarekirina polîtîka û rêbazên rejîma berê û hewldana ferzkirina rastiyek nû bêyî ku îrade û teybetmendiya gelên herêmê li ber çavan bigire, dê pirsgirêka heyî çareser neke. Ev tenê dê rê li ber pêkanîna peymanê bigire, û bibe sedema encamên neyînî yên ku em naxwazin û ku bi tu awayî xizmeta berjewendiyên gelê Sûriyeyê nakin.
Ji nû ve avakirina Sûriyeya nû ji bo hemû gel û pêkhateyên Sûriyê, li ser bingeha beşdariya rastîn û bibandor a hemû pêkhate û mezhebên wê, berpirsyariyeke dîrokî ye ku li ser milê hemî gelê Sûriyeyê ye û erkê rasterast ê rayedarên hikumeta veguhêz a niha ye.
Li ser vê bingehê, em wek Rêveberiya Kobanê, pabendbûna xwe ya ji bo pêkanîna peymanê û temamkirina pêvajoya entegrasyonê li gorî şertên wê yên diyarkirî ji nû ve tekez dikin. Em daxwaz dikin ku hikumet erkên xwe yên di vî warî de bi cih bîne. Her wiha em bang li dewletên garantor ên peymanê dikin ku berpirsyariyên xwe bi cih bînin û zextê li rayedarên hikumetê bikin ku bêyî paşxistin, derengketin an jî bêyî paşguhkirina taybetmendiyên herêmê û bedêlên gelê wê û mafên wan ku bi tevahî bi yekitî û serweriya Sûriyeyê re lihevhatî ne, pêkanîna wê pabend bikin.”

