Pêncşem, 20 Sermawez 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    DEM Partî: Divê hemû partî jî bi awayekî erênî nêz bibin

    Ji aliyê Stêrk TV

    AKP’ê beriya rojeva ‘serdana Îmraliyê’ civiya

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nûnerê Taybet ê NY’yê yê ji bo Iraq’ê serdana lîderê YNK’ê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partiyê endama komîsyonê ya ku biçe Îmraliyê diyar kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gelek bajaran ji bo zarokan banga ‘aştî û ewlekariyê’ hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    CHP bi rojeva ‘Serdana Îmraliyê’ civiya

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Zeyneb Celaliyan sê hefte ne nayê dermankirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nêçîrvan Barzanî: Mafên gelê Kurd divê li Sûriyeyê werin parastin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Barzanî: Divê mafên gelê Kurd neyên binpêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mazlûm Ebdî û Îlham Ehmed bi Mesûd Barzanî re civiyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îlham Ehmed: Divê mejî biguhere, mafên gelên Sûriyeyê bêne dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ebdî: Pêvajoya aştiyê ya ku Rêber Apo da destpêkirin ji bo Rojhilata Navîn şensekî mezin e

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Çalakiyên 25’ê Mijdarê: Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê mêr daketin qadan

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di gulistana Rêbertî de em ji bo azadiya jin û civakan dixebitin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li herêmên dagirkirî bîlançoya komkujiya jinan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê: Tundiya li dijî jinan di asta ‘dîrokî’ de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    YJK-S’ê bernameya 25’ê Mijdarê eşkere kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji KJK’ê deklarasyona ‘rêxistinî, xweparastin û seferberiyê’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Derhêner Schuch: Li pêşberî karên li Rojava matmayî mam

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şahiya ‘Jiyana azad û civaka demokratîk’ dest pê dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di roja 5ˊan a Mîhrîcana Fîlman fîlmê ‘Yol’ hat pêşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di festîvalê de nasname û bîra dîtbarî hatin gotûbêjkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Girtiyê 30 salan Huseyîn Ozsoy berhemên xwe da naskirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Fîlman a Rojava ya 5’emîn bi nîşandana fîlmê ‘Heval Birako’ destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • HESEKÊ
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
  • REQA
Nûçeyên Lezgîn
Jineke din li Silêmaniyeyê bi gumanbarî jiyana xwe ji dest da
Li Meksîkayê şewat: 23 kesan jiyana xwe ji dest dan
Li dijî ofîsa parlamenter êrîşa çekdarî: Kesekî jiyana xwe ji dest da
Hêzên hikumeta veguhêz careke din êrîşî Dêr Hafirê kir
Li Helebê êrîş: 2 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn birîndar bûn
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > ‘Rewşa îdarî û ewlehiyê ya Kerkûkê ber bi bêîstiqrariyê ve diçe’
Kurdistan

‘Rewşa îdarî û ewlehiyê ya Kerkûkê ber bi bêîstiqrariyê ve diçe’

Çalakvan û rewşenbîrên Kerkûkê li ser lihevnekirina ji bo avakirina hikûmeta xwecihî hişyariyê dan û gotin,“Berdewambûna vê rewşê di xizmeta neyarên Kerkûkê de ye.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 30. Tîrmeh 2024 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Li baxçeyê Keleha Kerkûkê gelek mamoste, çalakvan û siyasetmedaran çalakiyek li dar xist.  Beşdarên çalakiyê civîneke çapemeniyê li dar xist û daxwaz kirin ku Kurd yekgirtî bin û hikûmeta xwecihî ya Kerkûkê ji vê krîza siyasî û hiqûqî ku ketiyê, derxin. Her wiha rexne li serkeftiyên hilbijartina Encumena Parêzgeha Kerkûkê kirin ku berjewendiyên hizbî di ser berjewendiyên gel re digirin û li ser avakirina hikûmeta xwecihî ya bajêr li hev nakin. 

‘ALIYÊN SIYASÎ BERJEWENDIYÊN GEL LI BER ÇAVAN NAGIRIN’  

 

Çalakvan û mamoste Mihemed Celîl di civîna çapemeniyê de ji bo dezgehên ragihandinê daxuyaniyek xwend û wiha got: “Tevî hebûna fikaran ji ber parçebûn û jihevketina Kurdan bi giştî û nakokiyên siyasî û bûyerên 16’ê Cotmehê û tinebûna lîsteyeke yekgirtî, gelê Kerkûkê bi dilekî tijî hêvî û bi hêviya guherînê beşdarî hilbijartina Encumena Parêzgeha Kerkûkê bûn. Lê mixabin, ji wê demê ve ku nêzî heft meh û nîv derbas bûne, heta niha bi gotineke hevpar gotûbêj bi aliyên serkeftî yên din ên pêkhateyan re nehatiye kirin, rêz li dengê xelkê nehatiye girtin û berjewendiyên xelkê Kerkûkê li ber çavan nehatiye girtin.” 

‘REWŞA ÎDARÎ Û EWLEHIYA BAJÊR BER BI BÊÎSTIQRARIYÊ VE DIÇE’  

Her wiha Mihemed Celîl wiha berdewam kir: “Ji ber helwesta aliyên Kurdî encama xebateke demokratîk a gel dernakeve holê û siberoja Kerkûkê ber bi tuneleke tarî û nediyar dibin. Ji ber van sedeman, rewşa îdarî û ewlehiyê ya bajêr ber bi bêîstiqrariyê ve diçe, heta wê astê ku teqe li navend û malên berpirsên Kurd tên kirin. Divê bê gotin ku bi dirêjahiya dîrokê Kurd li vî bajarî hatine çewisandin, niha çênabe ku Kurd bi xwe beşdarî çewisandin û bêparkirina Kurdan bibin. Em komek çalakvanên sivîl, nivîskar û rewşenbîrên Kerkûkê, ji ber dilsozî û xemxwariya xwe, daxwazê dikin ku bi zûtirîn dem û bi lez û bê derengxistin nakokiyên siyasî bên çareserkirin û dirûşmeya ‘Kerkûk Quds û dilê Kurdistanê ye’ bikin pratîkê. Dev ji reşkirinê berdin ji bo gelê mezlûm ê Kerkûk û herêmên veqetandî.” 

‘BERDEWAMBÛNA VÊ REWŞÊ XIZMETÊ JI NEYARÊN GELÊ KERKÛKÊ RE DIKE’  

Di dawiya daxuyaniyê de Mihemed Celîl ji dezgehên ragihandinê re wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Berpirsiyariya mezin a vê rewşê bi pileya yekem dikeve ser milê aliyên serkeftî yên hilbijartinê (YNK û PDK). Divê ew vê rastiyê fam bikin, xwe berpirsiyar bizanin û hewl bidin çareseriyê bibînin. Ji ber ku piştî demeke din hilbijartina parlamentoya Iraqê dê bê kirin, wê demê dê çawa û bi çi rûyî daxwazê ji gelê Kerkûkê bikin ku dengê xwe bidin wan? Divê em hemû fam bikin ku gel pir bi fikar e, çênabe ku êdî ev rewş zêdetir bê domandin, ji ber ku berdewambûna vê rewşê di xizmeta neyarên gelê Kerkûkê de ye û li dijî aştî û pêkvejiyîna biratiya hemû pêkhateyên Kerkûkê ye. Di dawiyê de em daxwaz dikin ku ji vê zêdetir gel bêhêvî neyê kirin, ji ber ku dîrok tu kesî naborîne.”

 

Endamê Rêveberiya Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê Newzad Bekir ku beşdarî civînê bûbû, têkildarî rewşa Kerkûkê û fikarên gel ji ANF’yê re axivî û got: “Îro em wek Encumenên Kerkûkê ya Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê, beşdarî vê çalakiya nerazîbûnê bûn. Mixabin rewşa siyasî ya Kurdistanê ketiye nav krîzeke siyasî û hiqûqî, sedema vê jî berjewendiyên hizbî ye. Aliyên siyasî ji ber destkeftiyên hizbî ji prensîba yekîtiya neteweyî û ewlehiya niştimanî dûr bûne. Nerazîbûna me di vê çarçoveyê de ye ku aliyên siyasî nekarîne berjewendiyên hizbî bidin aliyekî ji bo hebûna dîskurseke neteweyî ya hevpar. Em jî wek Tevgera Azadiyê baş dibînin ku hemû partiyên Kurdistanî yên bajêr yekgirtî bin ji bo xizmetkirina berjewendiyên hemwelatiyên bajêr bixebitin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN KERKÛK

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li sê bajaran çalakiya ‘Tecrîdê bi dawî bikin’: Li Îmraliyê sûcê mirovahiyê tê kirin
Nûçeya Pişt re Endama Meclîsa DEM Partiyê Îlknûr Bîrol ku cezayê wê teqez bû, birin girtîgehê
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

‘Em ji têkoşîna xwe poşman nînin, em aştiyeke bi rûmet dixwazin’

Şirîne Çîçek a ku di salên 1990’an de gundê wan hate şewitandin, leşkeran xwest keça…

Ji aliyê Stêrk TV

Dewleta Tirk bi balafiran êriş bir ser gelê li Bendava Tişrînê

Dewleta Tirk a dagirker bi balafiran êrişeke giran bir ser gelê li Bendava Tişrînê. Li…

Ji aliyê Stêrk TV

Sînorê xizaniyê 91 hezar lîre derbas kir

Li gorî 'Lêkolîna Sînorê Xizanî û Birçîbûnê' ya Îlona 2025'an a TURK-ÎŞ'ê, sînorê birçîbûnê yê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Zeyneb Celaliyan sê hefte ne nayê dermankirin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Nêçîrvan Barzanî: Mafên gelê Kurd divê li Sûriyeyê werin parastin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Barzanî: Divê mafên gelê Kurd neyên binpêkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Mazlûm Ebdî û Îlham Ehmed bi Mesûd Barzanî re civiyan

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?