Duşem, 23 Adar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Sînorê Başûr û Rojhilat hate bombebarankirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 23’Ê ADARA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Egeyê coşa Newrozê: Di rûpela nû de azadiya Rêber Apo heye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Eskîşehîrê Newroz hat pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Midyadê bi hezaran kes tevî baran û taloqkirinê Newrozê pîroz kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Newroza Îzmîrê: Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, azadiya gelê Kurd e

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Hizba Zehmetkêşan piştgiriya xwe ji ‘Projeya Yekîtiya Neteweyî’ re ragihand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Hezexê bi pêşengiya jinan Newroz hat pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Şemzînanê Newroz hat pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Bi milyonan mirov li qadan ji bo azadiya Abdullah Ocalan dengê xwe bilind kirin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Şirnexê bi dirûşmeya ‘Bijî Serok Apo’ meş

    Ji aliyê Stêrk TV

    Newroza li Şirnexê: Bijî Serok Apo

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    ‘Girtiyên jin ên li Evînê rû bi rûyê xeteriya jiyanî ne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Platforma Yekîtiya Neteweyî ya Jinên Kurd ji bo Newrozê peyam da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji YPJ’ê peyama ji bo Cejna Remezanê û Newrozê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji PAJK’ê peyama Newrozê: Berê xwe bidin qadên azadiyê!

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJAR’ê di peyama Newrozê de ji bo avakirina paşerojê bang kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJK: Em vê Newrozê bikin Newroza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Pêşbirka Helbestan a Arjen Arî li benda serlêdanan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojnivîska Gûrbetellî Ersoz bi Elmanî hate wergerandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kedkarê çandê Evdirrehman Zal jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Manîfestoya Civaka Komînal a Demokratîk derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Awazê Çiya klîba ‘Newroza Azadiyê’

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-ÇAND: Ehmed Huseynî pira navbera nifşan bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Îranê 5 Kurd hatin binçavkirin
Wê 300 girtiyên ji Rojava werin berdan
Silêmanî û Koye bi mûşek û dronan hat hedefgirtin
Li Mûsil û Kerkûkê 2 çeteyên DAÎŞ’ê hatin girtin
Îsraîlê li Lubnanê 12 xebatkarên tenduristiyê qetil kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Rêxistinên çand û hunerê şehîd Zenda Bermal bîranîn
Kurdistan

Rêxistinên çand û hunerê şehîd Zenda Bermal bîranîn

Tev-Çand Ewropa, Hunera Mizgîn û Koma Ronahî, ji bo têkoşer Zenda Bermal (Zîlan Elodie Şahîn) ku di 9’ê Sibata 2020’an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû, peyamek bîranînê weşandin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 21. Îlon 2025 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Rêxistinên çand û hunerê yên weke Tev-Çand Ewropa, Hunera Mizgîn û Koma Ronahî ji bo bîranîna şehîd Zenda Bermal, daxuyaniyek bîranînê weşandin.

Daxuyaniya Tev-Çand Ewropa, Hunera Mizgîn û Koma Ronahî bi vî rengî ye: “Bi vekirina navendeke nû ya çanda Kurdî li herêma Parîsê ( Villiers le  bel) xebatên çandî destpê dikin. Di nav gavên pêşîn ên govendên koma nû ya Govenda Parîsê de, kesayetek veşartî bala mirov dikişîne: keçek 14 salî, şermok lê bi awirek geş. Navê wê Zîlan bû û wê rojê kesî nedikarî texmîn bike ku ew ê çiqas bandorek mayînde li ser dil û dîroka me bihêle.

Zîlan di 22’yê Hezîrana 1995’an de li Parîsê, di nava malbateke ji Mêrdînê de ji dayik bû, di navbera du çandan de mezin bû: Kurdî li mala xwe, Fransî li derveyî mal. Lê di rîtmên gelê xwe de, di gavên govend û stranên berxwedanê de, wê rastiye xwe dît. Ew di sala 2009’an de tevlî koma govendê bû û pir zû ji endamekî bêhtir xwedî berpirsyar bû. Ew bû veguhezkarê bîranînan.

Wekî endameke Koma Ronahî, her tim di Mihricana, Newroza, çalakiyan da cihê xwe digirt. Car caran beşdarî Mihrîcana Govendê dibû ku ji sala 2010’an heta 2014’an dewam kir û du car koma wê bû yekem. Kanûna 2013’yan de, beşdarî ‘Kampa Govendê’, Kampa Şehîd Ronahî li Elmanya bû. Wê şopek xurt û nayê jibîrkirin li pey xwe hişt û di dawiyê de beşdarî Rêveberiya Govenda Parîsê bû.

Di Koma Armanc’de, wê ji zarokan ra mamostetî kir, bi nermî û bi coş tiştê ku hîn bibû, hînê zarokan jî dikir.

Zîlan keçika bi kenek bêdawî bû, ku kenê wê dilê mirovan mîna tîrêjek rojê germ dikir. Ew dilşewat û pir mirovî bû, her gav amade bû ku alikarî bide. Xemgîniya hevrêyên xwe hildigirt û hewl dida teselî bike. Ew ji hêla her kesî ve, bê şert û merc, dihat hezkirin. Ji bo me, ew xwişkek, hevalek, stûnek hêzê bû.

Komkujiya Parîsê ya Çileya 2013’yan, bandorek mezin li ser wê kir. Qetilkirina Sakîne Cansiz (Sara), Fîdan Dogan (Rojbîn) û Leyla Şaylemez (Ronahî) li Parîsê êşek kûr, giran û bêtehemûliyek di wê de hişyar kir. Ji wê demê pê ve, Zîlan bi awayekî din dest bi têkoşîne kir. Ew bêyî ku yek ji wan jî winda bike, beşdarî xwepêşandanan bû, her Çarşem tevlî meşa jinan dibû û her li pêş bû. Wê tevlîbûna xwe di qada siyasî de zêde kir, lê di demek kurt de, wê hîs kir ku ev jî têrê nake.

Ew ê paşê ji me re bigota ku ew êdî nikare bi rehetî bijî, dema ku yên din jiyana xwe ji bo azadiya gelê Kurd ji dest didin. Ji ber vê yekê, di Hezîrana 2014’an de, di 19 saliya xwe de, biryarek girîng girt. Wê Parîs, malbat û hevalên xwe hişt da ku tevlî havalên xwe ye din ên têkoşînê bibe. Ew bû Zenda.

Bi vî awayî, ev keça ciwan, bi kenê xwe yê şîrîn û ronahiya xwe ya hundurîn a bêdawî, tevlî refên têkoşîna çekdarî bû û li dijî zordariyê û dargirkeriyê, ji bo azadî, ji bo rûmetê û ji bo siberoja xwe şer kir.

Îro, piştî salan, bîranîna wê di dilê hevalên wê, xwendekar û şagirtên wê û hemû kesên ku li ser rêya wê rast hatine de zindî dimîne. Gavên wê hîn jî di govendên me de deng vedidin. Kenê wê hîn jî di bêdengiya me de dijî. Û navê wê, Zîlan, Zenda di bîra gelê me de hatiye kolandin.

Wekî xatirxwestinê:

Ji bo Zîlan, heval û xwişka dilê me.
Kenê te hîn rojên me ronî dike.
Bîranîna te û rihê te wê herdem di govendên me dê bijîn

Em her tim minetdar û bextewarin li hember hevrêtiya te ya jidil. Ji ber vê em wekî tevgera çand û hunera Ewropa û wekî Tevgera Hunera Mizgîn hem ji malbatê, hem hevrê û hogirên wê û hemû hezkiriyên wê re ser saxî dixwazin û dubare dikin ku riya wê her tim şop û soza me ye.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê HPG-NRÇ: Li Kurdistanê bûn navê berxwedan û serketinê – NÛ BÛ
Nûçeya Pişt re Trump têkildarî ‘Baregeha Bagram’ê gef li Talîbanê xwar
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Rêxistinên ciwanan: Têkoşîna me ya rêxistinkirî têk naçe

Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê ji bo 12 ciwanên ku 1’ê Îlonê bi hinceta gerandina…

Ji aliyê Stêrk TV

Jina ciwan a di êrîşa li ser Tişrînê de bi giranî birîndar bûbû, şehîd bû

Komîteya Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihand ku jina ciwan Ronîz Mihemed Elî…

Ji aliyê Stêrk TV

Şewata li Şemzînanê dewam dike

Li gundê Deryayê yê navçeya Şemzînanê li qada daristanê şewat derket û şewat hêj berdewam…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Hizba Zehmetkêşan piştgiriya xwe ji ‘Projeya Yekîtiya Neteweyî’ re ragihand

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Li 2 bajarokên Hesekê mûşek ketin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Hezexê bi pêşengiya jinan Newroz hat pîrozkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Li dijî baregeha Koalîsyonê ya Rimêlanê êrîşa bi dronan

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?