Hevserokê DEM Partiyê yê Amedê Abbas Şahîn, têkildarê qetlîamên xwezayê yên bi destê dewletê li Kurdistanê tên kirin, ji ANF’ê re axivî.
Şahîn, bal kişand ser polîtîkayê neçareserkirina pirsgirêka Kurd û got, “Çareseriya pirsgirêkê ne ewqas zehmet e, lê ev sîstem sed sale ji bo ku ev pirsgirêk çareser nebe, konseptên cuda xist dewrê. Li erdnîgariya Rojhilata Navîn û Mezopotamyayê her tim êrîşên dagirkeriyê pêk hatine û di roja îro de jî sîstem van êrîşên xwe didomîne. Qetilkirina xwezayê me jî, parçeyek ji van êrîşan in. Bendav, maden, lêgerîna petrolê zerareke mezin didin xwezayê û ev yek li tevahiya cîhanê bi vî rengî ye. Desthilatdarî di bin navê ‘bendavên ewlekariyê’ de li Kurdistanê bi dehan bendav çêkirine. Ev bendavên ewlekariyê, bi xwe re qetlîamê xwezayê tîne û pirsgirêka Kurd a nayê çareserkirin kûrtir dike. Bi van bendavan re ziman, çand û qada jiyanê ya gel tê qetilkirin. Mirov bi van komkujiyên xwezayî re neçar dimînin koç bikin. Em vê zîhniyetê ji salên 90’î ve gelekî baş nas dikin. Di salên 90’î de bi sedan gund hatin şewitandin, xerakirin, valakirin û gel ji cih û warên xwe hatin kirin.”
‘JI BO TINEKIRINA ERDNÎGARIYA KURDISTANÊ HER TIŞT DIKIN’
Şahîn, da xuyakirin ku hewl hat dayîn Kurdistan ji gel bê vala kirin û asîmîlasyonê pêk bînin û got, “Lê belê vê polîtîkaya dewletê berovajî qelibî. Gel li her cihê ku çûye ziman û çanda xwe da jiyîn. Tevî hemû polîtîkayên qetilamê û koçberkirinê jî gel piştî bi salan li qadên xwe yên jiyanê vegeriyan û ji nû ve li xaka xwe dest bi jiyanê kirin. Desthilatdariya ku siyaseta sed saliya dewletê mîna pêkanîna siyaseta xwe dibîne, niha bi hemû derfeta xwe hewl dide erdnîgariya Kurdistanê tine bike. Ji bo ku gel li ser axa xwe nejîn her cure polîtîkayên talanê dixin meriyetê. Ji bo ku gelê Kurd bi hev re nemîne her cure rê û rêbazan diceribînin. Ji bo gelê Kurd ji ziman, nasname û axa wan dûr bixînin, her cure êrîş pêk tînin. Qetilkirina xwezayê yek ji parçeyê vê siyasetê ye.”
‘ZIMAN Û ÇANDA GELEKÎ HEDEF DIGIRIN’
Şahîn, destnîşan kir ku qetlîama xwezayê bi destê leşkerên Tirk û cerdevanan tên kirin û wiha dirêjî da axaftina xwe, “Li Kurdistanê her sal bi dehan bûyerên şewata daristanê pêk tên. Piraniya wan bi destê leşkerên Tirk û cerdevanan tên kirin. Lê belê li dijî kesên ku şewat dane destpêkirin ti tişt nayê kirin û mudaxele li şewatê nayê kirin. Ne tenê li Kurdistanê, li tevahiya Tirkiyeyê di bin navê lêgerîna gaza xwezayî, petrol û madenê de xweza tê qetilkirin. Bendav tên çêkirin. Lê belê ne ev bendav ne jî karên din tevkariyê li aboriya welêt nakin. Dibêjin ku wan gaza xwezayî dîtine û li ser vê bi hezaran hektar qad wêran kirine. Lê piştre em hîn dibin ji Rûsyayê distînin û tînin Tirkiyeyê. Bê guman ji bilî van hemûyan, polîtîkaya li Kurdistanê tê meşandin polîtîkayeke gelekî cuda û sîstematîk e. Armanc li Kurdistanê tenê rant nîne, di heman demê de di çarçoveya polîtîkayên şerê taybet de tinekirina çand, ziman û dîroka gel û civakê ye.”
‘RÊYA HERÎ XURT TÊKOŞÎNA GEL A RÊXISTINBÛYÎ YE’
Şahîn bal kişand ser tinekirina GeliYê Godernê yê li Farqînê û valakirina gundên li Pasûrê û got, “Dewlemendiyên bi hezaran salî yên li Kurdistanê, mîrateya çandî, çavkaniyên avê têne tinekirin. Yek ji van jî Heskîf e. Dîroka ji hezaran salî di binê bendavê de hate hiştin û kesî guh neda îtirazan. Astengiyên qanûnî jî nas nekirin û Heskîf di binê avê de hiştin. Dîrok hate tinekirin. Ev yek feraseteke, polîtîkayeke. Li hemberî vê polîtîkayê çi ji destê me tê em dikin. Li hemberî vê yekê ji bo têkoşînê rêyên hiqûqî, siyasî û têkoşîna gel hene. Em vê baş zanin, mijareke ku li ser bingeha hiqûqî bê çareserkirin nîne. Ji aliyê hiqûqî ve her tiştî li gorî xwe plan dikin û datînin pêşiya me. Qanûn di destê wan de ye, wê encamek neyê bidestxistin. Rêya herî xurt a li hemberî vê yekê têkoşîna gel a rêxistinî ye. Me li Pasûrê dît, ku dema gel bi rêxistinî li ber rabû çi dikare bê guhertin. Paradîgmaya me jî li ser vê yekê hatiye avakirin. Em ê li gel gelê xwe têbikoşin û bi rêxistinî tevgerin.”
‘KURDISTAN NAVENDA BERXWEDANÊ YE’
Hevserokê DEM Partiyê yê Amedê Abbas Şahîn di dawiya axaftina xwe de got, “Ti sîstem nîne ku karibe têkoşîna gelekî rêxistinbûyî têk bibe. Gelê me ku ji dewlet û desthilatdariyê hêviya xwe nîne, jiyana xwe bi xwe dewam dike. Ti bendewariyeke xwe ya aborî nîne. Gelê herêmê debara xwe bi sewalkarî û çandiniyê dike. Gel ne dixwaze dest ji xaka xwe berde, ne jî ji av û jiyana xwe. Ji ber vê destûrê nade xwezaya wan bê xerarkirin. Haya xwe jê heye ku dixwazin azadiya wan ji wan bê standin, lê di nava ti şert û mercî de rê nadin vê. Kurdistan navendeke berxwedanê ye. Li hemberî talankirina xwezayê, li dijî asîmîlasyonê, li dijî şer, li dijî zextê Kurdistan navendeke berxwedanê ye. Gelê me gelekî rêxistinkirî ye û vê rêxistiniya xwe li hemberî van polîtîkayan hemûyan nîşan dide.”