În, 13 Adar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    ROJEVA 13’Ê ADARA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Soncan Gedîk piştî 32 salan hate berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partî: Divê ji bo Birêz Ocalan mercên karkirinê yên azad bên afirandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koordînasyona Civaka Êzidî ya li Ewropayê Salih Muslim bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Navenda leşkerî ya Îtalî ya li Hewlêrê bû hedefa êrişê

    Ji aliyê Stêrk TV

    FEDA û DAKB’ê ji bo Salih Muslim peyama sersaxiyê da

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Şêx Cengî ji bo Salih Muslim peyama sersaxiyê da

    Ji aliyê Stêrk TV

    KONGRA-GEL ji bo Salih Muslim û Osman Kiliç peyama sersaxiyê weşand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo şehîd Ehmed Kerkûkî merasîma bîranînê hat lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji PJAK’ê peyama sersaxiyê ya ji bo Salih Muslim

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji KCK’ê peyama sersaxiyê ya ji bo Salih Muslim: Xeta Rêber Apo ji xwe re kir esas

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Silêmaniyeyê droneyek ket: Zarokek birîndar bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Gerîlayên YJA Starê: 8’ê Adarê sembola berxwedana jinê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rewşa 80 jinên li girtîgeha Qerçekê di xeteriyê de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    YPJ: Hevrêyê me Hêzil Arjîn di êrîşên çeteyan de li Reqayê şehîd bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêxistina Efûyê: Li Xezeyê jin û zarokên keç di hedefa şer de ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayên YJA Starê bi dirûşma ‘Niha dema jinê ye’ çiyayên Kurdistanê xemilandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Em ji bo paşerojeke azad û aştiyê li vê derê ne’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Hunermend Mihemed Şêxo li Qamişloyê hat bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şeva fîlman a Rojên Çanda Jinên Kurd ên Berlînê bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Berlînê Rojên Çanda Jinên Kurd: Sembola bîra kolektîf, Govend

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermendên jin: Xeta YPJ’ê ya herî pîroz e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirtûka ‘Li Rojhilata Navîn krîza şaristaniyê û çareseriya şaristaniya demokratîk’ êdî bi Spanî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara destpêkê ya rojnameya Komînal derket

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Şedadê êriş: Zarokek hat qetilkirin, bav û birayê wî birîndar bûn
Li Hewlêrê bi drone êrîşî otêlekî hat kirin
Gundiyên li dijî projeya GES’ê li ber xwe didin: ‘Em dest ji mêrgên xwe bernadin’
Bircên weşanê yên li Çiyayê Zimanko hate bombekirin
Bêçekkirina Şengalê xizmeta dijminên mirovahiyê ye
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > ‘Şehîd Bêrîtan bingeha berxwedana me ye’
Jin

‘Şehîd Bêrîtan bingeha berxwedana me ye’

Gerîlayên YJA Starê şehîd Bêrîtan bi bîr anîn û gotin, "Hevala Bêrîtan bingeha berxwedana me ye. Armanc û hewldana me jî ji bo wê yekê ye ku li ser xeta şehîd Bêrîtan jiyaneke nû ava bikin û li ser vê bingehê jinan hemûyan temsîl bikin."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 23. Cotmeh 2025 Dema xwendinê: 7 dq.
Parvekirin

Gerîlayên YJA Starê Viyan Avesta, Darsî Amed û Rojda Brûsk bi wesîleya salvegera 33’emîn a şehadeta ji fermandarên pêşeng ên PKK’ê Bêrîtan (Gulnaz Karataş) qala mîrateya berxwedanê ya şehîd Bêrîtan kirin.

Gerîlaya YJA Starê Darsî Amed diyar kir ku şehîd Bêrîtan li dijî mejiyê bi serweriya mêr xeta jinê diyar kiriye û got, “Hevala Bêrîtan nîşanî me da ku divê em çi qebûl nekin û em ji bo çi şer dikin. Berxwedana îro ya li rojavayê Zapê jî li ser xeta Bêrîtan dewam dike. Çalakî û sekna şehîd Bêrîtan, rê li ber têkoşîna me xist. Têkoşîna me ne tenê li hemberî dijmin e, di heman demê de li hemberî mejiyê bi serweriya mêr e. Xeta ku hevala Bêrîtan diyar kiriye xeteke îdeolojîk e; ne tenê berxwedaneke çekdarî ye. Armanc û hewldana me ji bo wê yekê ye ku li ser xeta hevala Bêrîtan jiyaneke nû ava bikin, li ser vê xetê kûr bibin û jinan hemûyan li ser vê bingehê temsîl bikin.

Hevala Bêrîtan bi xeta afirandî bi şênberî nîşanî me da ku divê em jiyana nû çawa bijîn, bi perspektîfên Rêber Apo re çawa bi xweza û heqîqetê re bibin yek. Gelek hevalên jin û mêr dan ser şopa xeta Bêrîtan; ji ber ku ev xet temsîla jiyanê dike. Bi esasî ev xet bersiva li pirsa divê çawa bijî ye. Em her tim dibêjin, baş e ku em xwedî îdeolojî û hevrêyên bi vî rengî yên pêşeng in. Ji ber vê yekê em ê heta dilopa dawî ya xwîna xwe teslîmiyetê qebûl nekin; li hemberî teslîmiyetê li her qadê têkoşîna xwe bilind bikin. Li ser xeta berxwedanê ya fermandar û pêşengên xwe em ê têkoşîna xwe dewam bikin.”

‘JI BO ARTÊŞBÛNA JINÊ GAVEKE DÎROKÎ HATE AVÊTIN’

Gerîlaya YJA Starê Rojda Brûsk bandora şehîd Bêrîtan a li ser tevgera jinê û mîrateya li pey xwe hiştiye nirxand û işaret bi rola xeta Bêrîtan a li ser artêşbûna jinê kir. Gerîla Rojda Brûsk destnîşan kir ku Bêrîtan bi çalakiya xwe ji bo artêşbûna jinê roleke dîrokî bi cih anî û got, “Di salvegera 33’emîn a şehadeta hevala Bêrîtan de em wê bi minetdarî bi bîr tînin, bi rêzdarî bejna xwe li ber bîranîna wê ditewînin. Şervanên weke hevala Bêrîtan li çar aliyên Kurdistanê sekna jinê afirandine. Sekna ku hevrê Bêrîtan li hemberî xiyanetê nîşan da, ji bo me pîvanek e. Hevala Bêrîtan di artêşbûna jinê d gaveke dîrokî avêt. Hem ji aliyê çalakiyê hem jî ji aliyê asta fermandariyê ve bû nûnera jin a Kurd a berxwedêr ku Rêbertî dixwaze biafirîne. Li gel ku şervaneke hîn salekê bûi li dijî hêzên komploger û xayin di jiyana azad de israr kir, xeta wê diyar kir.

Jiyana koletiyê ya ku sîstema bi serweriya mêr ferz dike red kir û got, ‘ez heme’. Xeta fedaî ya ku wê afirand ji bo me veguherî çandekê. Îro jî di artêşbûna jinê de xeta hevala Bêrîtan gelekî diyar e û bi bandor e. Em ji van hevrêyên pêşeng hînî têkoşîna xwe bûn. Mînak, hevalên Sara û Rûken li ser bingeha xeta şehîd Bêrîtan çalakiya fedaî kirin. Hevalên Erdal û Rojhat jî, hevalê Cûmalî jî bûn nûnerê vê xetê. Hevalê Cûmalî gotibû, ‘Li hemberî aqlê bi serweriya mêr mirov tenê bi aqlê jinê dikare li ser xeta azadiyê bi ser bikevin’. Em artêşbûna jinê deyndarê hevrêyên xwe ne ku gihandin vê astê û li tevahiya cîhanê dan nasîn. Em careke din hevala Bêrîtan bi hurmet bi bîr tînin. Ji bo pêkanîna xewn û xeyalên hevrêyên xwe yên şehîd, çi pêwîst be em ê wê bikin.”

‘BÛ WESÎLE KU BI HEZARAN JIN XETA AZADIYÊ YA JINÊ JI XWE RE BIKIN ESAS’

Gerîla Viyan Avesta jî bi bîranîna şehîd Bêrîtan dest bi axaftinê kir û bal kişand ser rola Bêrîtan a ji bo avakirina nasnameya jinên Kurd. Viyan Avesta got, “Beriya her tiştî fermandara me ya hêja hevala Bêrîtan û hemû hevrêyên di vê oxirê de berdêl dan, şehîd bûn bi bîr tînim, bi hurmet bejna xwe li ber bîranîna wan ditewînim. Berxwedan û nasnameya ku hevala Bêrîtan afirand bû bingeha têkoşîna me. Li hemberî xayinan ti carî serî netewand, li dijî êrîşan berxwedêriya me û israra me ya di azadiyê de nîşan da. Hevala Bêrîtan destpêkê çeka xwe şikand û piştre jî xwe ji zinêr avêt. Bi vê çalakiyê bû wesîle ku bi hezaran jin xeta azadiyê ji xwe re bikin esas û di vê rêyê de bimeşin.

Çalakiya hevala Bêrîtan ji bo jinên Kurd nasnameyek, xetek diyar kir. Hînî me kir ku weke jin çawa dikarin bibin nîşaneya azadiyê. Têkiliya navbera şehîd Bêrîtan û Rêbertî jî gelekî xweser e. Dibe ku hevala Bêrîtan ti carî Rêbertî nedît, lê belê xwest romana wî binivîsîne. Di fikir de azad bû, di çalakiyê de zelal bû. Ji ber ve yekê teslîmî xiyanetê nebû û li ser xeta azadiyê meşiya. Lİ hemberî xiyanet û nokeran bêteredût got, ‘Ez teslîm nabim, ez azad im’. Em jî li ser rêya hevala Bêrîtan dixwazin xwe bigihînin nasnameya jin a azad. Li ser vê bingehê em ê xwedî li xeta Bêrîtan derkevin û di rêya azadiyê de timî israr bikin. Em hevala Bêrîtan careke din bi hurmet bi bîr tînin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BEHDÎNAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ÎHD’ê ji bo Rojîn Kabaîş lêpirsîneke bi bandor xwest
Nûçeya Pişt re Ji bo malbata Şehîd Çiya Hozan serdanên sersaxiyê
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Federasyona Gaziyan: Em ê bermahiyên komployê ji holê rakin

Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo şermezarkirina Komploya Navneteweyî daxuyaniyek da û got,…

Ji aliyê Stêrk TV

Nobeta li Stenbolê: We winda kir, hûn ê winda bikin

Nobeta li Stenbolê ya ku li dijî desteserkirina vînê hatiye destpêkirin, ev meheke dewam dike.…

Ji aliyê Stêrk TV

‘Hevalên weke hevalê Riza li Kurdistanê dîrok nivîsandin’

Huseyîn Karakoçan qala yek ji kadroyên pêşen gên PKK'ê Riza Altûn kir ku 25'ê Îlona…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Jin

Li çiyayên Kurdistanê coş û kelecana 8’ê Adarê berdewam dike

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Ji KCK’ê peyama sersaxiyê ya ji bo Salih Muslim: Xeta Rêber Apo ji xwe re kir esas

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Gerîlayên YJA Starê: 8’ê Adarê sembola berxwedana jinê ye

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Rewşa 80 jinên li girtîgeha Qerçekê di xeteriyê de ye

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?