Duşem, 9 Adar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Dayika girtî Omer Hayrî Konar jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Temellî: Bendewariya her kesî qanûneke înfazê ya wekhev e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Stenbolê ji bo Newroza ‘Azadî û Yekîtiyê’ bang

    Ji aliyê Stêrk TV

    DYE’yê ji bo Bakurê Kurdistanê hişyariya seyahetê da!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Newroza 2026’an wê bi dirûşma ‘azadî û yekîtî’ were pêşwazîkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bexdayê dronek ket baxçê malekê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Endamê CPT Osman: Artêşa Tirk baregehên nû li Başûrê Kurdistanê ava dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nobeta li Mexmûrê di roja 964’an de berdewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çiyayê Benî Herîr hat bombekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Deklarasyon: Agirê Newrozê bi îradeya yekîtiya neteweyî gur dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Strana Newrozê hate nasandin: Newroza Serfiraziyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji sala 1945’an û vir ve partiyên Kurd ên li Îranê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Mala Kurdan a Moskowê şahiya 8’ê Adarê hat lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Komuna Jinan a Jina Emînî şahiya 8’ê Adarê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Tambov û Saratovê 8’ê Adarê hat pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Zozan Çewlig: Bi ruhê ‘Jin, Jiyan, Azadî’ em ê têkoşîna xwe bi ser bixin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Montevideoyê peyama piştevaniya enternasyonalîst hate dayîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şafak Aryen: Rêxistinbûna jin komînalîteya me ye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Şeva fîlman a Rojên Çanda Jinên Kurd ên Berlînê bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Berlînê Rojên Çanda Jinên Kurd: Sembola bîra kolektîf, Govend

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermendên jin: Xeta YPJ’ê ya herî pîroz e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirtûka ‘Li Rojhilata Navîn krîza şaristaniyê û çareseriya şaristaniya demokratîk’ êdî bi Spanî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara destpêkê ya rojnameya Komînal derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Heidelbergê konseran piştgiriyê ya ji bo Rojava

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Şedadê êriş: Zarokek hat qetilkirin, bav û birayê wî birîndar bûn
Li Hewlêrê bi drone êrîşî otêlekî hat kirin
Gundiyên li dijî projeya GES’ê li ber xwe didin: ‘Em dest ji mêrgên xwe bernadin’
Bircên weşanê yên li Çiyayê Zimanko hate bombekirin
Bêçekkirina Şengalê xizmeta dijminên mirovahiyê ye
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Şehîd Mîtra jiyaneke ji berxwedanê li pey xwe hişt…
Kurdistan

Şehîd Mîtra jiyaneke ji berxwedanê li pey xwe hişt…

Gerîla Mîtra Manî ku 6'ê Cotmeha 2024'an li herêma Xakurkê di encama êrîşên dewleta Tirk a dagirker de şehîd bû, jiyaneke ji berxwedanê û stranên azadiyê li pey xwe hişt.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 18. Çile 2025 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Zarokên gelê Kurd li welatê xwe yê dagirkirî bi êşên giran mezin bûn û timî xwestin Kurdistan rojekê azad bibe. Ji ber vê yekê ji her bajarî gav bi gav berê xwe dan Rêber Apo û bûn milîtanên doza gelê kurd. Rûkeniya wan bû kulîlk li ser rûyê wan, dengê wan bû awazê azadiyê, vî dengî li her devera cîhanê deng veda, bû dengê dilxwazên azadiyê û jinên dîlgirtî. Rûkenî û axaftina wan mirov kir heyranê xwe. Hevala Mîtra Manî (Zeynep Aslan) jî yek ji van gerîlayan bû; dema yekî carekê didît dibû heyranê wê. Ew xwedî sekna jinên Botanê bû, ev sekna xwe jî bi felsefe û îdeolojiya Rêber Apo temam dikir.

Li Cizîra Botan ku navenda berxwedanê ye, li nava malbateke welatparêz ji dayik bû û bi çîrokên berxwedanê yên gelê xwe mezin bû. Eger zarokek dema ji dayik bû destpêkê bi êşa gelê xwe hesiya, paşeroja xwe jî bi vî rengî hîn di roja destpêkê de diyar bû. Hîn zarok bû, tovên berxwedanê di dilê wê de şîn bûn. Dema ku bû jineke ciwan bangên berxwedanê yên dema zarokatiyê ew ti carî neterikand. Ji ber vê yekê li her kolaneke Cizîrê şahidî ji berxwedan û êşa gelê xwe re kir. Di her gavê de qîrîna dayikan, dengê berxwedanê û dengê bi hezaran Bêrîvanan bihîst. Ev deng ji xwe re kir esas û kete nava lêgerînê. Ev yek jî bû sedem ku berê xwe bide Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê. Lewma dibistanên faşîzmê terikand û di temenê ciwantiyê de tevlî nava doza gelê xwe bû.

Zeynep Aslan ku bi rengekî çalak beşdarî karên ciwanan bû, di ciwantiya xwe de bi gelek berpirsyarî rabû. Beşdarî nava pêvajoya xwerêveberiyê bû gelek karên girîng bi cih anî. Weke jineke ji Botanê her firsend bi baldarî nirxand û li dijî dijmin têkoşîneke bi bandor meşand. Li gel êrîşên dewleta Tirk ti carî tawîz ji berxwedanê re neda. Bi dilxwaziya xwe êrîşên dijmin têk bir, careke din nîşan da ku ciwanên Kurd ti carî dest ji doza azadiyê bernedaye. Zeynep Aslan zanîbû ku li hemberî jiyana sîstemê jiyana alternatîf tenê li nava refên gerîla ye û di demekê de ku êrîşên giran li ser tevgera azadiyê û gelê Kurd dihate kirin biryar da beşdarî nava refên gerîla bibe. Di sala 2015’an de berê xwe da çiyê. Bi soza ji bo bîranîna şehîdan gava destpêkê avêt nava gerîla û navê Mîtra Manî li xwe kir.

XETA ZÎLAN Û BÊRÎTAN JI XWE RE KIR ESAS

Gerîla Mîtra Manî ku jineke gelekî jîr û jêhatî bû, zanîbû ku di nava têkoşînê de divê gaveke çawa biavêje. Di her gava xurt de hîn bêhtir nêzî armanca xwe bû. Piştî perwerdeya şervanên nû xwest bi rengekî çalak tevlî şer bibe û bibe gerîlayeke wêrek, encamgir û şervaneke xurt. Ji aliyê leşkerî ve xwest xwe bi pêş ve bibe û beşdarî nava perwerdeya pisporiyê bû. Weke gerîlayeke  YJA Starê ya şareza piştî ku perwerdeya xwe temam kir, ji bo tola hevrêyên xwe yên şehîd hilîne xwe ji bo qadên ji êrîşên giran ên dijmin pêşniyar kir.

Hevala Mîtra ji bo xwe bigihîne armancên xwe hemû astengî ji pêşiya xwe rakir û bû şervaneke jin a pêşeng a têkoşîna azadiyê. Hevrê Mîtra gerîlayeke piralî bû. Hem hunermend hem jî şervan bû. Bi qasî stranên xwe bi hunera xwe ya şer jî sekneke estetîk nîşan dida. Mîna ava paqij a Dîcleyê, mîna Çiyayê Cûdî yê saf û bi heybet xurt bû. Bi stranên xwe dengê çiyê digihand Rêber Apo û hevrêyên xwe. Mîtra Botanî di nava jiyana xwe de bû nûnereke xeta Zîlan û Bêrîtan. Bi axaftin, sekn, têkoşîna xwe re hêvî da derdor û hevrêyên xwe.

Di 6’ê Cotmeha 2024’an de li herêma Xakurkê di encama êrîşa dewleta Tirk de li gel hevrêya xwe Ekîn Dilda (Zelîha Mahçûp) şehîd bû. Şehîd Mîtra ku wezîfe û berpirsyariyên xwe bi serketî bi cih anî, jiyaneke ji berxwedanê û awazên azadiyê li pey xwe hişt.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BEHDÎNAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Keskîn: Divê Nîmet Tanrikûlû jî wek Remzî Çalişan bê tehliyekirin!
Nûçeya Pişt re Di bombebarana Xartumê de zêdeyî 120 kes mirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

‘Bi meşa azadiyê em dixwazin encamê werbigirin’

Meşa Azadiyê ya ku 1'ê Sibatê li Wan û Qersê destpê kir, wê li Stenbolê…

Ji aliyê Stêrk TV

Kalkan: Ronahî hatiye dîtin, divê em hîn bi xurtî têbikoşin

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan destnîşan kir ku eger têkoşîna li dijî tecrîda…

Ji aliyê Stêrk TV

Çalakiyên ‘Deng bide azadiyê’: Navnîşana çareseriyê Îmraliye

Di çalakiyên "Deng bide azadiyê" de ku ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Endamê CPT Osman: Artêşa Tirk baregehên nû li Başûrê Kurdistanê ava dike

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Nobeta li Mexmûrê di roja 964’an de berdewam dike

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Çiyayê Benî Herîr hat bombekirin

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Zozan Çewlig: Bi ruhê ‘Jin, Jiyan, Azadî’ em ê têkoşîna xwe bi ser bixin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?