Hêzên Piştvaniya Lezgîn (HPL) êrîşeke berfireh bi balafirên bê mirov li ser Bajarê El-Faşir a li Sûdanê û paytexta wîlayeta Bakur a Darforê da destpêkirin. Di encama van êrîşan de HPL’ê beşek mezin ê bajaran û Tugaya 4’emîn a Mûşat a girêdayî Artêşa Sûdanê xistin bi kontrola xwe.
KOÇBERIYA BI GIŞTÎ
Li gorî raporên navnetewî, piştî ku Hêzên Piştevaniya Lezgîn ketin bajarê El Faşir û di encama êrîşên li ser bajarê El-Faşir de beşek ji nexweşxaneya Bajarê El-Faşir hate rûxandin û xizmet hatin sekinandin. Li kêleka wê ji ber nebûna ewlehî, xizmetguzariyê û zêdebûna bîlançoya miriyan, bi hezaran malbat ji malên xwe koçber bûn. Wekî ku di rapora ofîsa mafên mirovan a Neteweyên Yekbûyî de hatiye bibîrxistin ku kiryarên tên kirin bi awayekî nîjadperestî û qiblî tên kirin.
Li ser vê mijarê zanyarê siyasî û nivîskarê Sûdanî El-Nûr Ehmed El-Nûr ji ANF’ê re axivî û wiha got: ‘’Bi dagirkirina Faşir re rastiyeke nû li Darfor hate ferzkirin ku senaryoyên berê yên qirkirinên nijadperestî dubare dike. Ji aliyê hêzên piştevaniya lezgîn ve dorpêça li ser bajarê El-Faşir hatibû destpêkirin, zêdeyî du salan berdewam kir. Xeteriya herî mezin ew e ku van êrîşan rê li ber bikaranîna dronan a di pevçûnên navxweyî yên li Afrîka de kir.”
Berpirsê Hikumeta Sûdanê Abî Iz El-dîn berî demekê ji ANF’ê re nirxandin kiribû û diyar kiribû ku êrîşên li ser Al-Faşir nerehetiyek di welatên cîran de da avakirin û gotibû, bi taybet tirs heye ku ev tevlîhevî Tişad û Başûrê Sûdanê bibe.
METIRSIYÊN HEYÎ
Di nav van şer û pevçûnên heyî de û ji ber nebûna parastinê û rûxandina binesaziyê û xizmetê, herî zêde sivîl bandor dibin. Ev hemû jî rê li ber karesateke mirovî ya pir mezin li Sûdanê vedike. Bi berdewamiya şer û zêdebûna karanîna dronan derfetên çareseriyê kêm dibin.
Her wiha li aliyeke din, yek ji metirsiyan ew e ku ev şer û pevçûn bi parçebûna Sûdanê bi encam bibe. Ango divê aliyeke navneteweyî agirbestê ferz bike û aliyên heyî ber bi diyalogê ve biçe. Her wiha dibe ku ew dewletên cîran hêzeke herêmî ava bikin da ku tevlîheviya heyî rakin. Lê senaryoya herî xeter ew e ku Darfor di navbera hêzên herêmî de bibe qadeke şerê bêdawî. Ev jî xeteriya mezinbûna pevçûnê ji bo herêmên din jî çêdike, aloziya heyî kûrtir dike û çareseriya siyasî zehmetir dike.

