Serokên baroyên bajarên cuda di Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê ya ku ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd li Meclîsê hatiye avakirin de axivîn. Serokên baroyan li ser girîngiya zelalbûna pêvajoyê rawestiyan û bal kişandi ser zexta darazê û bê hiqûqiyê.
‘DIVÊ OCALAN BÊ AGAHDARKIRIN’
Serokê Baroya Stenbolê ya Hejmar 2 Yasîn Şamli axivî û got: “Divê hin pirsgirêk ji demê re û ji qebûlkirina civakê re bên hiştin. Divê ji zimanê cudakarî, dijberî û wêdekirinê dûr hikevin. Ji bo pêşiya manîpulekirin, sextekarî û hewldanên jehrîkirina pêvajoyê bê girtin, divê Abdullah Ocalan bi awayekî periyodîk li ser pêvajoyê bê agahdarkirin.” Şamli anî ziman ku bi agahdarkirina zelal a raya giştî dikarin pêşiya msnîpulekirinê bê girtin.
‘DIVÊ KOMÎSYON BI PIRALÎ LÊ BINÊRE’
Serokê Baroya Meletiyê Onur Demez jî diyar kir ku divê aliyên siyasî, aborî, dîrokî, civakî û hiqûqî yên pirsgirêka Kurd bên lêkolînkirin û divê komîsyon di vî alî de agahdar be.
‘DIVÊ MAF Û AZADÎ BÊYÎ ZEXTAN BÊN BIKARANÎN’
Serokê Baroya Mêrsînê Gazî Ozdemîr destnîşan kir ku dewleta hiqûqê ne têgeheke razber e û got. “Ev têgeh misoger dike ku welatiyên me di nav wekhevî, azadî û ewlehiyê de dijîn. Divê azadiya îfadeyê û rêxistinbûnê bêyî zext û cezakirinê bên bikaranîn.” Ozdemîr bal kişand ser pratîka qeyûman, girtin û newekheviyê.
‘DIVÊ TMK BÊ RAKIRIN, HIKMÊN NÛ LI SER TCK’Ê BÊN ZÊDEKIRIN’
Serokê Baroya Mêrdînê Ahmet Duyan diyar kir ku ger pêvajo bi ser nekeve, wê Tirkiye û herêm bedelên giran bidin. Duyan anî ziman ku serxwebûna darazê nebe nabe ye û got: “Me di qeydên civînê de bi xemgîniyek mezin daxwazên ji bo berdana rojnamevan, siyasetmedar û girtiyên doza Geziyê yên girtî xwendin. Ev belgeya mirina hiqûqê ye. Ji saziya darazê daxwaza berdanê bê kirin, nîşan dide ku daraz ne serbixwe ye.”
Duyan bal kişand ser nezelaliya pênaseya “rêxistina terorê” û got: “Divê biryara ku bê rêxistineke teror e an na, ne wijdanê siyasî daraz bi xwe bide. Ji bo vê yekê divê pêşî TMK were rakirin û hikmên nû li ser Qanûna Cezayê ya Tirk bên zêdekirin.”
‘NABE KU ALIYEK EFÛYÊ Û ALIYÊ DÎN JÎ KÎNDARIYÊ BIMEŞÎNE’
Duyan bal kişand ser êşên ku di demên pevçûnan de hatine jiyîn û wiha domand: “Kesên xwedî wijdan kuştinên kiryar nediyar û Torosên Spî qebûl nake. Tiştê ku niha divê bê kirin ev e ku li ser qeydan lêkolîn bê kirin û bêyî cudayê bixin navbera leşker, polîs û sivîlan her kes li dadgeheke serbixwe bên darizandin. Li vî welatî, bi gotina ‘ti kesê hesab neda’ êşên nayên dermankirin hatin jiyîn.. Lê dema ku aliyek efûya xwe dixwaze, nabe ku aliyê din kîndariyê bimeşîne.”
‘DIBE KU MANDELA BIBE ÇAVKANIYA ÎLHAMÊ’
Duyan bi bîr xist ku mînakên ETA û IRA’yê ji bo Tirkiyeyê ne guncaw in û got: “Li Spanyayê 483 kesan jiyana xwe ji dest dan, li gel me di şevekê de gihîştin vê hejmarê. Ji ber vê yekê, divê em modela xwe biafirînin. Ger em li îlhamê bigerin, mînaka Mandela dibe.”