Donald Trump di encama hilbijartinên Dewletên Yekbûyî yê Emerîkayê (DYE) de cara duyemîn bû serokdewletê Emerîkayê û bi hin biryarên xwe rê li ber nîqaşan vekir. Trump DYE’yê ji Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê û Peymana Avhewa Parîsê derxist. Her wiha koçberên hatin DYE’yê li balafiran siwar kir û paşve şand Kolombiyayê û sinyala ku bi kartelên tiryakê yên Meksîkayê şer bike da. Her wiha bi gotinên li ser Gronland, Kendava Panama, Kendava Meksîka û Kanadayê rê li ber krîzê vekir. Trump nîşan dide ku têkiliyên bi taybetî bi Emerîkaya Latîn re dê ber bi qonaxek cûda ve biçin. Ji aliyê din ve xuya ye ku ew ê rêya xwe ya Rojhilata Navîn diyar bike û ji bo vê pêşî Serokê Îsraîlê Netanyahu vexwend Qesra Spî.
Rojnamevan Aykan Sever li ser serdema duyemîn a Trump û bandorên wê yên li ser Tirkiye û Kurdan bi taybetî li ser siyaseta Sûriyeyê ji ANF’ê re axivî.
Rojnamevan Aykan Sever diyar kir ku Trump sembola nû ya kapîtalîzmê ye û got, “Trump ne ferdek e, lê sembola kapîtalîzma heyî ye. Ev tenê bi Trump re sînorkirî ye. Ez rêveberiya Trump û bazirganên li dora wî qest dikim. Di merasîma sondxwarinê de li şûna wezîran, sermayedar li kêleka Trump bûn û heta ketibûn rêzê. Ev yek rewşa kapîtalîzma Emerîkayê sembolîze dike. Helbet ne tenê kapîtalîzma Emerîkayê, pêvajoya li cîhanê jî bi awayekî nîşanî me dide. Ev nêzî du hefte ne ku Trump hatiye. Çalakiyên wan ên ewil şantaj û gef in. Dîsa hemû rêbazên tundiyê xistiye dewrê. Bi dîtina min rojeva sereke ya Trump ji destpêkê ve hundirê Emerîkayê bû. Ji ber vê yekê pêşî pirsgirêka koçberan girt dest. Bê guman, bandora wê li derveyî jî heye. Biryara derketina ji Hevpeymana Parîsê girt. Bi giştî mirov dikare bibêje ku li Emerîkayê hewl dide civakê faşîzan bike. Dema ku koçberan ji Emerîkayê derdixe, hewl bide ku nifûsa Emerîkî li gorî xwe ava bike. Di heman demê de, ew niha dixwaze saziyên ku Emerîka aniye roja îro ku em jê re dibêjin nîzama avakirî, biguherîne. Dixwaze qadroyên xwe ava bike.”
‘DI GUHERTINA DESTHILATA SÛRIYEYÊ DE ÎSRAÎL BI SER KET’
Aykan Sever têkildarî polîtîkaya Trump a li ser Sûriyeyê wiha axivî: “Bi dîtina min siyaseta Emerîkayê niha ne diyar e, nezelaliyek heye. Piştî ku HTŞ’ê di encama operasyona NATO’yê de li Sûriyeyê bû desthilatdar, hevsengî guherî. Em dikarin vê yekê bişibînin têkiliya di navbera rêxistina Fetullah Gulen û Erdogan. Jixwe, dema dor tê parvekirina tiştan, ji hev dûr dikevin. Bi baweriya min plana wan ji destpêkê ve lawazkirina Îranê û berfirehbûna li herêmê bû. Rûsya jî kete nav welatên ku zêde lawaz bûn. Di vê yekê de serketî bûn. Lê em bibêjin, belkî Tirkiye di wê planê de bû yan jî di mejiyê wan de ew bû ku Tirkiye wê bi awayekî Bakurê Sûriyê dagir bike û li wir bi cih bibûya. Îsraîl niha li gorî pêwîstiyên xwe ji Başûr bi pêş ve diçe. Ez dikarim bibêjim ku ev plan ji bo Îsraîl bi ser ket. Li gel wêrankirina Xezeyê, wan herêmek li Başûrê Lubnanê jî dagir kir. Ev dagirkerî hê jî didome. Dibe ku ew li rêyên ku vê dagirkeriyê mayînde bikin digerin. Li Sûriyê herêmek diyarkirî dagir kirin. Wer xuyaye ku ew ê li wir mayînde bin.”
Rojnamvan Sever wiha berdewam kir: “Di dawiyê de Tirkiye bi tena serê xwe rêveberiya Sûriyeyê nexist destê xwe. Ger berxwedana Bendava Tişrînê pêk nehatiba, dibe ku pêşve biçûya û rêveberiya Sûriyeyê bi temamî araste bikira. Di vî alî de bi ser neket. Ji neçarî reveberiya Sûriyeyê bi yên din re parve kir. Ji ber vê yekê ew ne bi tenê ne. Jixwe welatên rojava di vê yekê de li pêş in. Erebistana Siûdî û Mîrektiyên Ereb ên Yekbûyî jî bi taybetî bi Îsraîlê re tevdigerin. Rêveberiya HTŞ’ê ya li Sûriyeyê helbet dizane ku tenê bi piştgiriya Tirkiyeyê nikare bi tena serê xwe bijî. Ew jî ji bo ku şansê xwe zêde bike dilîze.”
‘HESABÊ ÎSRAÎL Û EMERÎKAYÊ BI ÎRANÊ RE NEQEDIYAYE’
Sever li ser paşvekişandina leşkerên Emerîkayê jî ev tişt anî ziman: “Em nikarin bêjin ku ew qet kêm nabe. Di şert û mercên asayî de sedem tine ku leşkerên xwe paşve bikişîne. Ji ber ku hîn hesabê Îsraîl û Emerîka bi Îranê re neqediyaye. Dibe ku Tirkiyeyê têxin nava vê planê. Ji ber vê yekê sedemên ku wê hêza xwe li Rojhilata Navîn bihêle hene. Lê helbet ger bi Tirkiyê re lihevkirinek çêbibe wê cuda be. Wek mînak di vê heyamê de Emerîka ji Rojhilata Navîn venekişiyaye. Bi taybetî li Rojhilata Navîn giraniya xwe jî zêde kiriye. Biden beriya ku ji rêveberiyê dewr bike, bi rêveberiya Başûrê Qibrisê re peymanên berfireh çêkir. Beriya her tiştî hewl didin vê derê bikin baregeheke leşkerî. Operasyonên NATO û hemû bakurê Afrîka û Rojhilata Navîn.”
‘HEWL DIDIN RÊVEBERIYA COLANÎ TERBIYE BIKIN’
Sever destnîşan kir ku Tirkiye di her mijarê de ji muzakereyên bi Trump re pir vekirî ye û ev tişt bilêv kir: “Helbet dibe ku di serî de xwe weke parçeyeke gef, şantaj û hwd dibîne. Dibe ku beşek ji siyaseta wan be, lê eger ew razî bin, dikarin muzakereyê erê bikin. Emerîka ji destpêka şerê Sûriyeyê ve planeke stratejîk ji bo Rojhilata Navîn pêşniyar nekiriye û ne jî planek taybet derbarê statuya Kurdan de pêşkêş kiriye. Tiştek bi vî rengî nehatiye gotin. Tişta ku wan di hemû pêvajoyê de bi israr dibêjin ‘em di şerê li dijî DAÎŞ’ê bi Kurdan re ne’ Helbet ev nayê wê wateyê ku ji vê zêdetir polîtîkayê nakin. Helbet Fransa, Îngilistan û Emerîka ji bo rêveberiya Colanî terbiye bikin hewl didin pozîsyona Kurdan bi kar bînin.
‘HESABÊ MALÊ Û SÛKÊ LI HEV DERNEKETIN’
Lê li vir helbet Kurd ne di rewşa temaşekirina pêvajoyê de ne. Berxwedan û polîtîkayên xwe bi pêş dixin, xwedî perspektîfeke ku dikare bibe xwedî statuyeke mayînde û tevahiya Sûriyeyê demokratîk bike. Lê ew çiqas dikarin vê yekê bikin mijarek cuda ye. Ev yek girêdayî têkneçûna li qadê ye. Ger li qadan têk biçe, jixwe wê di asta dîplomatîk de hêza wan nemîne. Niha rewşa wiha li holê nîne. Di rewşa heyî de rêveberiya Colanî ne di pozîsyona ku şer bike de ye û nikare tevahiya Sûriyeyê jî kontrol bike. Em dikarin bibêjin ku di vê rewşê de Tirkiye heta radeyekê li hevsengiyan dinêre. Tevî ku Tirkiye di nav xwe dengê xwe bilind dike jî, li gorî çapemeniya navneteweyî ew alîgirê muzakereyê ne. Ji ber ku li Tirkiyeyê tevî zextan dike jî ewqas ne xurt e. Ew vê yekê ji me çêtir dizanin. Bi kêmanî, wan bi giranî bingeha xwe winda kirine. Rewşa aboriyê ji aliyê her kesî ve tê zanîn. Li gorî min Tirkiye piştî Arjantînê welatê herî xirab e. Helbet ji bo ku ji vê rewşê derbikevin plan çêkirine, lê nikarin jê derkevin. Ji bo Sûriyeyê hesabê wan ê malê û sûkê li hev derneketin.”