Ji ber şehîdbûna Hevserokê berê yê PYD’ê Salih Muslim, Lahor Şêx Cengî li ser hesabê xwe yê fermî peyamek sersaxiyê da.
Di peyamê de Şêx Cengî hevxemiya xwe ya ji ber şehîdbûna Salih Muslim nîşan da û got: “Di şerê li dijî DAIŞ’ê de min û Salih Muslim bi hev re kar kiribû. Xwedî helwesteke şoreşgerî bû. Kurê wî jî di wê oxirê de şehîd bû. Xwedî têkiliyeke xurt ya dîplomasî ya li Rojavayê Kurdistanê hebû.”
Lahor Şêx Cengî sersaxî ji malbata Muslim û kesûkar, PYD’ê û Rojavayê Kurdistanê re xwest.

