Duşem, 13 Nîsan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    ROJEVA 13’Ê NÎSANA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li DEM Partiyê pêvajoya civînê ya 5 rojî bi dawî bû.

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komîteya Dîplomasiyê ya Hevbeş bi rojeva yekîtiya neteweyî li hev civiya

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rûsya û Ûkranya hevdu sûcdar dikin: Agirbest bi hezaran car hatine binpêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji ber êrîşa li ber Balyozxaneya Îsraîlê: 9 kes hatin girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KNK’ê hilbijartina Muhammed Seîd Amêdî ya ji bo serokkomariya Iraqê pîroz kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Bi girseyî serdana Ramazan Kiran ê ku piştî 33 salan hat berdan, kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ciwanên Şengalê pirtûkxaneyeke nû li Şengalê vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kolektîfa Saza Êzî xwe ji Çarşema Serê Nîsanê re amade dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ûweyş Ocalan li ser gora xwe ya li Amarayê hat bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclîsa Îştar Dayika Uveyş bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Girtiyê piştî 31 salan hate berdan: Heta ku Serok Apo azad nebe, azadî heram e

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Îranê aqûbeta 3 jinên hatine binçavkirin, ne diyar e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojnamevan Evrîm Alataş hate bîranîn: Em ê mîrateya wê ji bîr nekin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bernê ji bo Yenar Mihemed bîranîn hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Enqere û Stenbolê 3 jin bi çekê hatin kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJAR’ê li dijî darvekirinên li Îranê banga lezgîn kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di meha Adarê de 29 jin û 2 zarok hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Hunermend Elî Mensûr jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Cannesê de 21 fîlm dê ji bo ‘Palmiya Zêrîn’ pêşbaziyê bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi wesîleya rojbûna Rêber Apo konserek hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Rewşa herî qelebalix a bêedaletiyê’: Bêdeng be li Londonê hate nîşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Galaya fîlmê “Azadî wê bi ser bikeve” li Londonê hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Berxwedan ji nû ve avakirina xwe îlan kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Hewlêrê droneyek hate xistin
Îranê pêla binçavkirinê da destpêkirin
Li Çemçemalê zaroka ku êşkence lê hatibû kirin, jiyana xwe ji dest da
Çeteyan 4 welatî ji Serêkaniyê revandine Tirkiyeyê
Li Idlib û Şamê 2 ciwan hatin kuştin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > Şîlan Emînoglu: Armanca me konfederalîzma jinan e
Jin

Şîlan Emînoglu: Armanca me konfederalîzma jinan e

Berdevka Înîsiyatîfa Yekîtiya Neteweyî ya Jinên Kurd ên Ewropayê Şîlan Emînoglu diyar kir ku jin dikarin bi yekîtiyê pirsgirêkên xwe çareser bikin û got, armanca wan konfederalîzma jinan e.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 24. Gulan 2025 Dema xwendinê: 7 dq.
Parvekirin

Jinên bi boneya salvegera 51’emîn a şehadeta Leyla Qasim di 12’ê Gulanê de li Brukselê civiyan û damezrandina “Înîsiyatîfa Yekîtiya Neteweyî ya Jinên Kurd li Ewropayê” ragihandin. Berdevka Înîsiyatîfê Şîlan Emînoglu ji ANF’ê re axivî. Emînoglu anî ziman ku ew ji hemû kesên bawerî, reng, ziman, ol an nijada wan çi dibe bila bibe yên li çar parçeyên Kurdistanê dijîn re vekirî ne û got, “Ji bo hemû jinên ku nasname, xwebûn, ziman û azadiya xwe diparêzin vekirî ye. Ev ne di bin banê tu partiyek siyasî de ye.”

 

Şîlan Emînoglu diyar kir ku jinên ku ji ber koçberiya bi darê zorê li Ewropayê dijîn, hewceyiya wan herî zêde bi yekîtiyê heye û anî ziman ku ew bi zehmetiyên hem zîhniyeta serdest a mêran û hem jî ji dûrbûna kok, çand, zimanê re têdikoşin.

EM Ê PIRSGRÊKÊN XWE BI XWE ÇARESER BIKIN

Şîlan Emînoglû bi bîr xist ku jinan gelek caran hewl dane ku bên gel hev û wiha domand: “Li Kurdistanû, zîhniyeta ku ji hêla pergala serdest, partiyên siyasî, îdeolojiyan û hwd. rê li ber avakirina yekîtiyê girtin. Divê em jin bi avakirina yekîtiya pêşî li van hemûyan bigirin û bi hevgirtinê pirsgirêkên xwe çareser bikin. Jinan ji bo têkoşîna azadiyê bedelên mezin dan. Ev bi tenê bi me dest pê nekir. Ji bo vê dozê bedelên mezin hatin dayîn. Ev bingeha ku îro em li ser wê ne û heta derfetên ku ez niha li ser diaxivin hemû bi saya van nirxan hatine afirandin. Em deyndarê wan in.”

‘BANG RÊ LI BER BINGEHEKE NÛ VEKIR’

Şîlan Emînoglu destnîşan kir ku “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêber Apo di 27’ê Sibatê de ragihand ji bo jinan bingehek û atmosferek nû afirand û anî ziman ku pêşengiya jinan di vê têkoşînê de li ser bingeha perspektîfa Rêber Apo ye.

Şîlan Emînoglu destnîşan kir ku hemû beşên civakê yên ku ti pirsgirêkek wan bi nirxên Kurdistanî re tine jî wê di vê xebatê de cih bigirin û wiha got: “Bêyî ku bîrdozî yan bawerî, reng, ziman, ol, nijad cuda be, ev platforma jinan ji her kesên ku li çar parçeyên Kurdistanê dijîn vekirî ye. Ji hemû jinên ku nasname, xwebûn, ziman û azadiya xwe diparêzin vekirî ye. Ev ne di bin banê ti partiyek siyasî de ye.”

JIN DIKARIN HÊZA XWE BIKIN YEK

Şîlan Emînoglu anî ziman ku ew bawer dike ku jin dikarin bi vê yekîtîyê hêza xwe bikin yek û gelek pirsgirêkan çareser bikin û wiha pê de çû: “Berê me li Kurdistanê ye. Em dixwazin bi Rêberekî azad re di Kurdistaneke azad de hêza xwe bikin yek û mezin bikin.”

Şîlan Emînoglu bi bîr xist ku ew ê bi xebatên ku ji bo heman armancê li beşên din ên Kurdistanê têne kirin re di nava diyalogê de bin û dubare kir ku înîsiyatîf wê di bin kontrola ti partî yan komekê de nebe.

KOMXEBATEKE JI BO HEMÛ PARÇEYAN LI DAR BIXIN

Şîlan Emînoglu diyar kir ku weke înîsiyatîfê dixwazin ji bo nîqaşkirina pirsgirêk û lêgerînên çareseriyê yên jinên li çar parçeyên Kurdistanê komxebatekê li dar bixin û anî ziman ku ew dixwazin pirsgirêkên jin, zarok, ciwanên li dîasporayê dijîn û Kurdên ku ji çand û zimanê xwe dûr dijîn çareser bikin û ji bo wan bernameyek çêbikin.

Şîlan Emînoglu bilêv kir ku ew dixwazin xebatên heyî di bin rêxistiniyekê de bikin yek û wiha domand: “Yên xwedî bîrdoziyên cuda û hunermendên ji saziyên cûda de hene. Çima ev hunermend sendîkayên xwe ava nekin? Pisporên tenduristiyê hene ku ji welatên xwe dûr in. Ev pisporên tenduristiyê dikarin sendîkayên xwe ava bikin. Ew dikarin pirsgirêkên xwe çareser bikin.”

Şîlan Emînoglu got ku ew şablonekê daneynin pêşiya ti kesî û ew ê li gorî daxwaz, pêşniyar û pirsgirêkên van beşan lêkolînekê bikin.

AVAKIRINA RÊXISTINEKE SÎWAN

Şîlan Emînoglu destnîşan kir ku armanca sereke ya înîsiyatîfê rêxistineke sîwan e û konfederalîzma jinan ava bike û ev tişt got: “Bêguman ez naxwazim vê yekê li ser navê hemû jinan bibêjim, lê divê armanca sereke konfederalîzma jinan be. Em jinên Kurd di encama vê xebatê de hatin gel hev û armanca sereke bi hev re diyar dikin. Ji bo min ne rast e ku ez bêjim ku em dixwazin li ser navê her kesî li vir vê yekê bi dest bixin, em ê bi hev re diyar bikin. Armanca sereke divê konfederalîzma jinan be. Em dikarin xebata xwe li ser vê yekê zêde bikin.”

WERIN EM BI HEV RE TÊKOŞÎNÊ MEZIN BIKIN

Şîlan Emînoglu behsa paradîgmaya rizgariya jinan a Rêber Apo kir û anî ziman ku ti rêberek din ewqas li ser rola pêşeng a jinan nefikirî ye û ev bang li jinan kir: “Jinan di şer de li ber xwe dan lê piştî ku ‘çareserî’ hat, jin neçar hiştin dîsa vegerin rola xwe ya li mal û metbexê. Mîsyona ku Rêbertiyê daye û rêya ji bo me vekiriye ne ev e. Ji ber vê yekê, em jin ji her kesî bêtir xwedî rolek in ku azadiya fîzîkî û paradîgmayê biparêzin. Werin em yekîtiya xwe ava bikin, werin em xwedî li paradîgmaya Rêbertiyê derkevin û li welatekî demokratîk û azad li Kurdistanê bijîn. Werin em vê têkoşînê bi hev re mezin bikin û bigihînin serketinê. Ew hêza me heye. Hêza jinan heye. Her cihê ku destê jinan lê dikeve ew der wê bibe qadeke azadiyê, qadeke demokrasiyê.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BRUKSEL 

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Şirnexê banga berdana girtiyên nexweş hate kirin
Nûçeya Pişt re ROJEVA 24’Ê GULANA 2025’AN
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

MSD: Parastina Kobanê parastina projeya Sûriyeya demokratîk e

MSD: Çawa ku Kobanê bû destpêka qedandina DAÎŞ'ê, îro jî parastina wê eger ji aliyê…

Ji aliyê Stêrk TV

Cotkarên Kurd li dijî dagirkirina erdên xwe civînek li dar xistin

Cotkar û xwediyên kêlgehên mirîşkan ên li ser sînorê Kerkûkê, li dijî binpêkirina mafên xwe…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Gimgimê projeya JES’ê hate protestokirin: Em ê xaka xwe biparêzin

Projeya Santrala Enerjiya Jeotermal (JES) a ku tê plankirin li ser sînorê Gundê Xwarok ê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Jin

Li Îranê di şerê 40 rojî de nêzî 500 jinan jiyana xwe ji dest dan

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Li Îranê aqûbeta 3 jinên hatine binçavkirin, ne diyar e

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Komîteya Dîplomasiyê ya Hevbeş bi rojeva yekîtiya neteweyî li hev civiya

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Rojnamevan Evrîm Alataş hate bîranîn: Em ê mîrateya wê ji bîr nekin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?