Hikûmeta Slovenyayê, bi awayekî eşkere li hember pêkanînên Îsraîlê yên ku qanûna navneteweyî binpê dikin helwesta xwe raber kir û îdxalkirina ji wargehên neqanûnî qedexe kir. Di daxuyaniyê de hate gotin ku ev pêkanîn binpêkirinên cidî û dubare yên li dijî qanûna mirovî ne.
Slovenya ne tenê îdxalkirin, di heman demê de qedexekirina hinardekirina van wargehan jî dinirxîne. Hinardekirina hilberên wekî derman û alavên bijîşkî dibe ku di siberojê de were sînordarkirin.
Di Tîrmeha 2025’an de, Slovenyayê ji ber şerê li Xezeyê bazirganiya çekan bi Îsraîlê re qedexe kir û Yekîtiya Ewropayê ji ber kêmasiya wê di vî warî de rexne kir. Her wiha ketina welêt ji bo du wezîrên Îsraîlî qedexe kir.
Slovenyayê di Hezîrana 2024’an de Dewleta Filistînê bi fermî nas kiribû.