SOHR’ê hişyarî da ku bajarê KobanÊ di bin dorpêça dijwar a çeteyên HTŞ, DAÎŞ û dewleta Tirk û şert û mercên dijwar ên zivistanê ber bi rewşeke mirovî ya xerab v diçe û bang li rêxistinên mirovî yên navneteweyî kir ku “tavilê mudaxele bikin û bi hezaran sivîlên dorpêçkirî rizgar bikin.”
SOHR`ê diyar kir ku Kobanê “zêdetirî hefteyekê ye bi tevahî hatiye dorpêçkirin”, ev yek bûye sedema rawestandina derbasbûna xwarin û pêdiviyên bingehîn.
SOHR`ê da zanîn gelek koçberên ji Reqa, Tebqa û Eyn Îsayê û bi deh hezaran kesên ji gundên derdorê çûne Kobanê, û gelek ji wan neçar in ku li dibistanan, avahiyên giştî an jî li kolanan razên, “di şert û mercên zivistanê yên dijwar û barîna berfê de”.
Der barê rewşa tenduristî de SOHR`ê ragihand ku “oksîjen li yek ji nexweşxaneyên bajêr xilas bûye”, ku bûye sedema mirina 5 zarok û zilamekî. Her wiha derman û şîrê zarokan jî kêm bûye.
Li ser heman mijarê, Ofîsa Neteweyên Yekbûyî ya ji bo Karûbarên Mirovî (OCHA) doh der barê “kirîza mirovî li bajarê Kobanê û gundewarê wê”, hişyarî da û bal kişand ser “girtina hemû rêyên ku diçin bajêr û kêmbûna pêdiviyên bingehîn”.
OCHA’yê diyar kir ku hevkarên mirovî “fikarên xwe li ser rewşa sivîlan” anîne ziman.

