Duşem, 9 Adar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Li Bexdayê dronek ket baxçê malekê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 9’Ê ADARA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Peyama Rêber Apo ya 8’ê Adarê: Jiyana azad a rasteqîn a civakê bi avakeriya jinan ve girêdayî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 8’Ê ADARA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    “Girtiyên jin ên nexweş bila werin berdan”

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Helebceyê bi dronan êrîşî bircên peywendiyê hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Binarê Qendîlê 8’ê Adar bi gerandina govendê hat pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    CPT: Îran û komên girêdayî wî 196 caran êrîşî Herêma Kurdistanê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bafil Talebanî: Me navê êrîşkaran daye Bexdayê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Çomanê droneyek ket: Kesek birîndar bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Êrişa li Hewlêrê: Kesek mir, 3 jî birîndar bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Silêmaniyeyê 6 êrişên nû hatin kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê tevgereke şoreşa jinê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên ji Qamişloyê: Di 8’ê Adarê de em soza xwe ya ji bo têkoşînê nû dikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayên YJA Starê 8’ê Adarê bi coş pêşwazî kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Limasolê jinên Kurd balkişandin ser slogana Jin, Jiyan, Azadî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mêrdînê jin bi meşaleyan meşiyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gelek bajaran Meşa Şevê ya Femînîst: Em ji bo jiyan û aştiyê li ber xwe didin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Berlînê Rojên Çanda Jinên Kurd: Sembola bîra kolektîf, Govend

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermendên jin: Xeta YPJ’ê ya herî pîroz e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirtûka ‘Li Rojhilata Navîn krîza şaristaniyê û çareseriya şaristaniya demokratîk’ êdî bi Spanî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara destpêkê ya rojnameya Komînal derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Heidelbergê konseran piştgiriyê ya ji bo Rojava

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê banga li kedkarên Kurdî

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Şedadê êriş: Zarokek hat qetilkirin, bav û birayê wî birîndar bûn
Li Hewlêrê bi drone êrîşî otêlekî hat kirin
Gundiyên li dijî projeya GES’ê li ber xwe didin: ‘Em dest ji mêrgên xwe bernadin’
Bircên weşanê yên li Çiyayê Zimanko hate bombekirin
Bêçekkirina Şengalê xizmeta dijminên mirovahiyê ye
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Sozdar Avesta: Em nûbûnê nekin wê helandin pêk were
Kurdistan

Sozdar Avesta: Em nûbûnê nekin wê helandin pêk were

Sozdar Avesta got, "Rêber Apo, civaka Êzidî weke civaka xwedî çand û baweriya herî resen dibîne. Ev rûmeteke mezin e lê têrî nake, eger em bi xwe re nûbûn û zanistê pêşnexin, tenê di nav qalibên kevn de bimînin ew ê helandin pêk were."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 17. Tîrmeh 2025 Dema xwendinê: 9 dq.
Parvekirin

Konferansa Ronakbirî ya Şengalê, piştî axaftinên vekirinê û peyamên saziyan, bi peyamên ku ji derve ji bo konferansê hatine şandin re dewam dike. Endama Konseya Serokatiyê ya KCK’ê Sozdar Avesta jî peyameke taybet a bi dîmen şand konferansê. Sozdar Avesta di destpêka peyama xwe de diyar kir ku ev konferansa ku bi idiaya Ronesansa Êzîdxanê tê lidarxistin, di encama hewldan û bangawaziyên Rêber Apo Ocalan ketiye rojevê. Sozdar Avesta destnîşan kir rola esasî ya vê konferansê ew e ku bi rêbazên zanistî rê li ber nûbûn, guherîn û xwe ji nû ve avakirina civaka Êzidî were vekirin, ji ber ku eger nûbûn pêş nekeve xeteriya helandinê heye. 

Berfirehiya Peyama Sozdar Avesta bi vî rengî ye;

“Li maseya ku li Îmraliyê hatiye danîn, yek ji mijarên herî girîng a Rêber Apo jî mijara gelê me yê Êzîdxanê û Şengalê ye. Rêber Apo di jiyana xwe ya 52 salan a şoreşgeriyê de her tişt ji bo gelê bindest û mirovahiyê kir, bi taybetî jî ji bo civaka me ya Êzidî. Bi saya fikir û ramanên Rêber Apo di civaka Êzidî de ronakbiriyekê çêbûye, guhertin û veguhertinek çêbûye. Di aliyê sosyolojîk û psîkolojîk de jî guhertin û veguhertinên mezin û dîrokî hatine pêşxistin. 

Dema hûn vê konferansê lidar dixin helbet hûn ji tinebûnê destpê nakin. Li pişt vê konferansê tenê berxwedana 10 salan a Şengalê nîne, helbet berxwedana Şengalê ji bo me hemûyan serbilindiyeke mezin e. Lê li pişt vê konferansê kedeke mezin a 50 salan a Tevgera Azadiyê heye. Ked û berxwedana tevahiya dîroka Êzîdxanê heye. Zêdeyî 7000 sal ev bîr û bawerî, ev çand û felsefe xwe berdewam kiriye. Ruxmê hemû fermanan jî vê civakê hebûna xwe parastiye. Ji cewherê xwe ti carî bi temamî qut nebûye. Ji bîr û baweriya xwe, ji çanda xwe ti carî dûr neketiye. Civaka Êzidî civakeke çolterî ye, çiyayî ye. Civaka neolotîkê ye, civaka gundewariyê ye. Ne civaka bajar a dewletperestan e. Di dema netew-dewletan de jî, di dema Împaratoriyê de jî vê civakê bi xwezayîbûna xwe hebûna xwe parastiye. Yek ji sedemên ku evçend rastî êrîşan hatiye ev e. 

DIVÊ DÎROKA ÊZIDIYAN WERE LÊKOLÎNKIRIN

Eger îro Rêber Apo avakirina civaka demokratîk weke erkeke daniye pêşiya me, civaka ku herî zêde dikare vê pêk bîne civaka Êzidî ye. Ev derfet bi civaka me ya Êzidî re heye. Ji ber vê ev konferansa ku li ser navê ronesansê hatiye çêkirin gelekî bi qîmet e. Lê her tişt bi vê konferansê re jî temam nabe, ez hêvîdar im erkên ku dikeve ser milê vê konferansê pêk bîne. Ronesans ji nû ve avakirin e. Divê dîroka xwe hemû lêkolîn bike, ji hebûna mirovahiyê heya roja me divê ev dîrok were lêkolînkirin. Dîsa di aliyê çandî de, di aliyê ziman de, di aliyê civakbûn û baweriyê de divê lêkolîneke mezin bike. Ev jî bi zanistê, bi akademiyan tê kirin. 

PÊWÎSTE AKADEMÎ BIBE NAVENDA XEBATÊN RONESANSÊ

Akademiya Zanistên Civakî ya Rêber Apo ya Şengalê ku ev demek e xebatên xwe dide meşandin, dikare bibe navenda kar û xebatên ronesansê. Ev akademî divê bi hemû şaxên xwe ve xwe ava bike. Kesên zana, xwendevan divê beşdarî vê xebatê bibin. Tiştên ku em dizanin, tiştên ku em fêr bûne bi têrî ronesansê nake. Ronesans, ji tiştê herî biçûk heya herî mezin di xwe de guhertin çêkirine. Di hêla mêjî, felsefe û sosyolojiyê de guhertinê bide çêkirin. Zanebûn ne tenê di pirtûkan de ye, alimên vê civakê hene, oldarên me hene, rûsipiyên me hene, koçek û ilimdar hene. Ew jî dikarin di vê xwebatê de bi erka xwe rabin. 

Ev konferans destpêkek e, ne dawî ye. Ji bo ev konferans karibe rola xwe pêk bîne, pêwîst e di konferansê de komîte werin avakirin. Divê ev komîte plansaziya xebatan çêbike. Konferans, komxebat, perwerde, civîn, di esasê xwe de jî divê lêkolînan pêş bixe. Civaka xwe jî li ser vê agahdar bike, zana bike. Ez bawer dikim bendewariya esasî ya Rêber Apo ji vê konferansê ev e. 

JINÊN ÊZIDÎ WÊ JI RONESANSÊ RE PÊŞENGIYÊ BIKIN

Divê ev konferans li ser ji nû ve avabûna Şengalê jî bisekine. Di hevdîtina dawî ya malbatê de Rêber Apo got; di serê min de pîlanek heye û em dixwazin Şengalê ji nû ve ava bikin. Ji nû ve avakirina Şengalê erka me hemûyan e. Ronesans bi xwe jî ji nû ve avakirin e, xwe guhertin û veguhertin e. Ya herî zêde jî dikare ji vê re pêşengiyê bike, jinên têkoşer in. Li Êzîdxanê jî, bi taybetî piştî fermana 3.8.2014’an, jinên Êzîdxanê vê pêşengiyê bi layiqî anîne cih. Di vê konferansê de yê herî zêde rola xwe bilîzin jin û ciwan in. Divê beşdarî xebatên Akademiya Zanistên Civakî bibin. 

DI NAVA QALIBÊN KEVN DE MAYÎN DIBE SEDEMA HELANDINÊ

Rêber Apo di nameya xwe de jî dibêje, civaka me ya Êzidî şaneya gelê Kurd e. Gelê Kurdistanê ji vê kokê xwe heya roja me ya îro anî. Dîsa Rêber Apo, civaka Êzidî weke civaka herî resen, xwedî çand, bawerî û berxwedanê dibîne. Ev rûmeteke mezin e lê têrî nake, eger di vê pêvajoyê de em nûbûnê pêş nexin helbet wê helandin pêşbikeve. Êdî rewş ne weke demên berê ye, teknolojî pêşketiye, çand ketine nava hev, jiyana rojane cûda diherike. Eger em jî bi xwe re nûbûnê, zanistê, wekhevî û edaletê pêş nexin, civaka ehlaqî û polîtîk ava nekin, em tenê di nav qalibên xwe yên kevn de bimînin ewê helandin pêşbikeve. Ji ber vê, hem emê li ser koka xwe nirxên xwe biparêzin. Dema mirov dibê nûbûn û guhertin ji eslê xwe dûrketin, dest ji koka xwe berdan, her tiştê xwe wendakirin helbet bêrûmetîyeke mezin e, kes vê naxwaze. Divê bi zanebûn be, emê milên kêm derbas bikin, yên xurt jî dewlemend bikin, nûjen bikin û pêşbixin. 

Min dixwest ez bi xwe jî di konferansê de amade bim, lê em li ku derê dibin bila bibin di berpirsyariya Êzîdxanê de erkên bikevin ser milên me jî emê pê rabin. Bi taybet erk û berpirsyariyên ku Rêber Apo daniye pêşiya me, perspektîfa Rêber Apo ev e, daxwaza Rêber Apo ev e. Ji bo civaka me jî ya herî maqûl û herî baş ku karibe bi hezeran salan jiyana xwe berdewam bike wê ev be. 

BERSIVA HERÎ MEZIN JI FERMANAN RE XWE NÛKIRIN Û ÇÊKIRIN E

Em ber bi salvegera fermanê ve jî diçin, tola herî mezin ku ji dijminan were girtin xwe nûkirin û xwe çêkirin e, xwe rêxistinkirin e, xwe parastin e. Parastina civaka me, hebûna civaka me ye. Rêber Apo dibêje civakek bê parastin weke mirîşkeke serjêkirî ye. Ne hikumeta merkezî, ne jî hikumeta herêmî. Herkes divê nirxên civaka Êzidî nas bike. Divê hebûna wê nas bike, divê îradeya wê ya siyasî nas bike. Civaka êzidî bi hejmara xwe kêm e, ev nayê wê wateyê ku di nav desthilatdaran de xwe bihelîne. Îsbat bûye ku desthilatdar nikarin vê civakê biparêzin. Bi vî awayî ev konferans dibe bersiveke xurt ji fermanan re.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN ŞENGAL

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Ji Rêber Apo peyama ji bo konferansa Şengalê: Ferman êdî bi dawî bûye
Nûçeya Pişt re PJAK’ê Îqbal Muradî bi bîr anî: Sembola berxwedan û têkoşînê ye
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Leyla hêviya vegera li Efrînê winda nake

Leyla Mihemed Reşo ya ku tevî şervanan di roja 58’an a Berxwedana Serdemê de ji…

Ji aliyê Stêrk TV

Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê: Tundiya li dijî jinan di asta ‘dîrokî’ de ye

Rapora Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) ya 19’ê Mijdara 2025’an eşkere dike ku tundiya li…

Ji aliyê Stêrk TV

Serçeteyekî DAÎŞ’ê li Dêrazorê hate girtin

Li Dêrazorê di operasyoneke taybet a Hêzên Ewlekariya Hundirî de serçeteyekî DAÎŞ'ê hate girtin.

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Li Binarê Qendîlê 8’ê Adar bi gerandina govendê hat pîrozkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

CPT: Îran û komên girêdayî wî 196 caran êrîşî Herêma Kurdistanê kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Bafil Talebanî: Me navê êrîşkaran daye Bexdayê

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Çomanê droneyek ket: Kesek birîndar bû

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?