YRA û YRJ’ê derbarê êrîşên komên çete yên dewleta Tirk ên li ser herêmê û pêkanînên wan ên dermirovî, her wiha derbarê helwesta ragihandinê ya di vê mijarê de daxuyaniyek weşand.
Di daxuyaniya ku li ser malpera YRA hatiye belavkirin de wiha hat gotin:
“Di van rojan de tevahî Sûriye û herêmên me di rewşeke xeter û metirsîdar re derbas dibin. Dewleta Tirk a ku nekarîbû bi çeteyên DAÎŞ’ê re planên xwe li ser gelê Sûriyeyê pêk bîne, careke din ketiye nava tevgerê û bi komên çete ku bermahiyên DAÎŞ’ê jî di nav de ne, êrîşeke berfireh li dijî Helebê pêk anî. Çeteyan li gelek cihan komkujî pêk anîn û senaryoya derketina DAÎŞ’ê dubara kirin. Ji ber êrîşan rewşeke mirovî ya dijwar derket holê.
Di encamê vê rewşê de kantona Efrîn-Şehba û taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye yên Helebê jî rastî êrîşên herî dijwar hatin. Rêveberiya Xweser, QSD û Kongra Star ji bo parastina sivîlan ketin tevgerê. Bi deh hezaran sivîl ji Şehbayê anîn herêmên bi ewle. Wisa xuya dike ku ev êrîş û planên qirêj li dijî tevahiya gelên Sûriyeyê û bi taybet gelê Kurd e.
Di vê rewşa heyî de em wekî Yekîtiya Ragihandina Azad (YRA) û Yekîtiya Ragihandina Jin (YRJ) ku nûnertiya sedan xebatkarên ragihandina azad dikin, bang li hemû rojnamevan, xebatkar û saziyên ragihandinê yên li ser xeta azadî û demokrasiyê têdikoşin, dikin ku bibin dengê rastiyê. Binpêkirin, bûyer û sûcên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li dijî mirovahiyê, ji raya giştî ya cîhanê re aşkere bikin.
Di vê çarçoveyê em wekî YRA û YRJ’ê ku xwedî artêşeke ragihandinê ya li ser erdê ne, ji bo alîkariya hemû xebatkar û saziyên ragihandinê amde ne.”
Di berdewama daxuyaniyê de weşana hinek saziyên ragihandinê jî hat rexnekirin û wiha hat gotin:
“Li aliyê din em saziyên ragihandinê ku di nava wan de Rudaw Tv jî heye û di çarçoveya şerê taybet ê li ser gelê me tê meşandin de tevdigerin û bi zihniyeta serdestiya mêr dîmen û nûçeyên di xizmeta çeteyan de parve dikin û bûne xwedî roleke sereke ya di xizmet dewleta Tirk û çeteyên wê de, bi tundî şermezar dikin.”
Di dawiya daxuyaniyê de bang li tevahî xebatkar, sazî û dezgehên ragihandinê, her wiha hemû saziyên Neteweyên Yekbûyî (NY) û saziyên mafê mirovan hat kirin ku di vê rewşa xeternak de, ji bêdengiya xwe derkevin û li dijî siyasetên dewleta Tirk û çeteyên wê bibin xwedî helwest.