Duşem, 12 Çile 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Stanislav Mihailoviç: Li Helebê dibe ku pêşî li komkujiya sivîlan bê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Newroz Ûysal: Bi gotina xwişk-biratiyê dijberiya li statuya Kurdan nabe!

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 12’Ê ÇILEYA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Peymangeha Teknîkê ya Helebce berxwedana Rojava silav kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Êrişên li Helebê sûcekî eşkere yê li dijî mirovahiyê ye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Êlihê serdegirtina malan a ji ber Helebê: 4 kes hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Sîpan Hemo: Kokên vê lîstokê pir kûr in

    Ji aliyê Stêrk TV

    PJAK: Li Îranê wê roja azadiyê hilê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Binarê Qendîlê piştgirî ji bo Helebê hat dayîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komkujiya li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê li Mexmûrê hat şermezarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê hikûmeta demkî ya Sûriyeyê binçavkiriyan tavilê serbest berde’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Konvoya ji şehîd û birîndaran gihîşt Hesekê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Koordînasyona Jinê: Divê hesabê sûcên hatine kirin bê pirsîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Êşkence û teşhîrkirina laşê jinên berxwedêr sûcên şer in!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Zêdebûna mirina bi guman a jinan: Polîtîkaya bêcezahiştinê hêzê dide kujeran

    Ji aliyê Stêrk TV

    YPJ: Hêzên Parastina Jinan wê tu caran gav paşde neavêje

    Ji aliyê Stêrk TV

    YPJ: Hingî ku fedayiyên vî gelî hebin, serketin timî ya gelê me ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên Abya Yala ji bo Rojava û Rojhilat banga piştgiriyê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Ji Awazê Çiya Klîba “Agir”

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Liverpoolê Akademiya Çand û Hunerê ya Kurd vebû

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-ÇANDˊê ji bo bîranîna Şîlan Kobanê klîpek çêkir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rotînda û Berfîn Memedova ji bo Rêber Apo stranek nû çêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Helîm Yûsiv: Nivîs ji bo min weke oksîjenê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirtûka ‘Welatê min ê çîrokan’ a Jîndar Ezgî derket

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • HESEKÊ
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
  • HELEB
Nûçeyên Lezgîn
Komên çete derdora Bendava Tişrînê bombebaran dikin
Li Şêxmeqsûdê agirbesta qismî hat ragihandin
Li Şêxmeqsûd çalakiyên fedayî
Li Çerxerêya Şîhan nuqteyek çeteya hedef hat girtin: Gelek çete hatin kuştin
Di êrîşa li ser Dêr Hafirê de 6 sivîl hatin qetilkirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Tahmaz: Divê pêvajo bikeve rêyeke ku Tirkiyeyê demokratîk bike
Rojane

Tahmaz: Divê pêvajo bikeve rêyeke ku Tirkiyeyê demokratîk bike

Hakan Tahmaz diyar kir ku divê pêvajo ji sînorên ewlehiyê derbas bibe û bikeve rêyeke ku Tirkiyeyê demokratîk bike û got: ‘’Divê sererastkirinên yasayî werin kirin, guhdariya Abdullah Ocalan were kirin û civak daxilî pêvajoyê were kirin.’’

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 28. Tebax 2025 Dema xwendinê: 9 dq.
Parvekirin

Di ‘’Komîsyona Demokrasî, Xwişk-Biratî û Hevgirtina Millî’’ de ku têkildarî çareserkirina pirsgirêka Kurd li Meclîsa Tirkiyeyê hatiye avakirin û pêvajoya ku bi guhdarîkirina alî û saziyan berdewam dike hê jî bi yasayan nehatiye misogerkirin ku ev yek rê li ber fikaran vedike.

Serokê Weqfa Aştiyê Hakan Tahmaz ji ANF’ê re axivî û da zanîn ku beriya her tiştî divê pêvajo ji sînor ûpolîtîkayên ewlehiyê were derxistin û bikeve rêyeke ku Tirkiyeyê demokratîk bike.

‘MIJARA ZIMANÊ DAYIKÊ DI ÇARESERKIRINA PIRSGIRÊKA KURD DE YEK JI HÊMANA HERÎ SEREKE YE’

Hakan Tahmaz ê ku ev 25 sal in bi pirsgirêka Kurd re eleqedar dibe û ji bo ku bi rêyên demokratîk çareser bibe hewl dide, diyar kir ku di komîsyonê de guhdarîkirina aliyan geşedaneke baş e lê belê di civîna pêncemîn de astengkirina axaftina Dayika Aşitiyê ya bi zimanê zikmakî pirsgirêkeke gelekî cidî ye.

Tahmaz da zanîn ku Dayikên Aşitiyê muxatabêb sereke yên pirsgirêka Kurd in û got ku mijara zimanê zikmakî jixwe di çareserkirina pirsgirêka Kurd de hêmana herî girîng e. Tahmaz destnîşan kir ku di encama têkoşîna girtiyên siyasî de di sala 2011’an de mafê parastina bi Kurdî heya astekê hatiye qebûlkirin û diyar kir ku li Meclîsê astengkirina mafekî ku ji aliyê dadgehan ve hatiye qebûlkirin tiştekî ecêb e. Tahmaz anî ziman ku divê teqez ev yek were telafîkirin û zamîna ku însan bi zimanê xwe yê dayîkê xwe îfade bikin, were avakirin.

‘JI BO CIVAKÎBÛNA PÊVAJOYÊ JI BILÎ PARLAMENTOYÊ DIVÊ STK JÎ BI AWAYEKÎ ÇALAK BEŞDAR BIBIN’’

Tahmaz di dewama axaftina xwe de diyar kir ku karkirina komîsyonê ya bi tenê di çaroveya guhdarîkirinê de wê di warê pêşketina pêvajoyê ya bi awayekî erênî de têrê neke û ji bo civakîbûna pêvajoyê divê rêxistinên civakî yên derveyî parlamentoyê jî beşdarî pêvajoyê bibin. Tahmaz da zanîn ku hemû pirsgirêk wê bes bi rêya komîsyonekê neyên çareserkirin û got ku divê tecrûbeyên ku ji pêvajoyên berê hatine bidestxistin, kar bikin û ji bo rûbûrûbûna paşerojê, dabînkirina edaletê û tedawîkirina birînan divê ji bilî vê komîsyonê jêrkomîsyon jî werin avakirin.

Hakan Tahmaz anî ziman ku bêdengbûna çekan û dabînkirina aşitiya negatîf pêngavên girîng in lê belê pirsgirêka ku wê li Meclîsê çawa sererastkirinên yasayî werin hê jî li holê ye.

‘JI BO SERKEFTINA PÊVAJOYÊ DIVÊ GUHDARIYA AKTORÊ SERKE OCALAN WERE KIRIN’

Tahmaz piştre bal kişand ser nekirina sererastkirinên yasayî û di komîsyonê de guhdarînekirina Rêber Apo û pirsa ‘’Gelo îradeya siyasî ya ku têrê bike heye?’’ bi bîr xist û got: ‘’Ji bo serkeftina pêvajoyê divê teqez guhadariya Abdullah Ocalan were kirin.  Di komîsyonê de guhdariya Teşkîlata Îstixbarata Neteweyî (MÎT) û Wezîrên Parastin û Karên Hundirîn hate kirin. Lê belê guhdariya Abdullah Ocalan ku li ser navê PKK’ê hevdîtinan bi rê ve dibe û bi awayekî fermî weke serokê damezrînerê PKK’ê tê îfadekirin, nayê kirin.’’

‘EM NIKARIN BIBÊJIN KU LI TIRKIYEYÊ Û SÛRIYEYÊ PÊVAJOYA ÇARESERIYÊ JI HEV CUDA NE’

Tahmaz da zanîn ku têkildarî pêvajoyê nekirina sererastkirinên yasayî, guhdarînekirina Rêber Apo ku aktorê sereke yê pêvajoyê ye û nêzîkatiyên Wezîrê Karên Derve Hakan Fîdan ên li ser Rojava têkildarî pêvajoyê rê li ber fikaran vedikin.

Tahmaz piştre diyar kir ku pirsgirêka Kurd pirsgirêkeke giştî ye û nabe ku li Tirkiyeyê cuda û li Sûriyeyê jî cuda were nirxandin û her du jî bandorê li hev dikin. Îfade kir ku girêdayî vê yekê nêzîkatiya Enqereyê yan jî partiyên siyasî yên li parlamentoyê yên têkildarî Sûriyeyê weke nêzîkatiya welat a têkildarî pêvajoya çareseriyê ye.

Hakan Tahmaz di dewama axaftina xwe de diyar kir ku dema mirov li vam kêmasiyan hemûyan dinêre, dibîne ku komîsyonê têkildarî pêvajoyê hê nexşerêyeke çênekiriye û berdewamkirina xebatên komîsyonê ji înîsiyatîfa Serokê Meclîsê re hatiye hiştin ku ev yek jî rêli ber pirsgirkên mezin vedikin û da zanîn ku tam jî ji ber vê yekê divê rêxistinên girseyî yên demokratîk ji destpêka pêvajoyê ve ye li ser derxistina yasayeke taybet disekinin û ev yek anîn ziman: ‘’Ji destpêkê ve ye em dibêjin ku divê yasayeke taybet were çêkirin. Ji ber ku di pêvajoyên berê de sererastkirinên yasayî nehatibûn çêkirin. Di pêvajoya beriya vê de komîsyona qanûna bingehîn hatibû avakirin; lê belê yasaya wê jî tune bû û jixwe piştre pêvajo hate bidawîkirin û mixabin ku ji wan xebatan encamek nehate bidestxistin. Raporên ku ji aliyê însanên aqilmend ve hatibûn amadekirin hê jî li ba dewletê ne. Ger di wê serdemê de yasa bihata çêkirin wê rewabûna civakî ya pêvajoyê xurttir bûna.’’

‘PÊVAJOYÊN BÊ NAV WÊ BIBIN SEDEMA PIRSGIRÊKAN’

Tahmaz da zanîn ku dema mirov li pêvajoyên hevşib ên li cîhanê dinêre, dibîne ku ev hevdîtin hemû bi rêya biryarên rêzikdanînên rêveberiyê tên lidarxistin û mînaka Moroyê bi bîr xist û got ku di pêvajoya hevdîtinên wê de nêzîkî sal û nîvan hevdîtinên veşartî hatine lidarxistin û piştre jî rêveberiyê yasa çêkirine.

Tahmaz diyar kir ku girêdayî vê yekê divê pêvajo li serzemîna hiqûqî were pênasekirin û da zanîn ku pêvajoyên bê pênase rêli ber bêbawerî cudakariya civakî vedikin.

‘DIVÊ MECLÎS ARMANCA XWE DIYAR BIKE’

Hakan Tahmaz destnîşan kir ku divê Meclîs armanca xwe eşkere bike û ev yek anîn ziman: ‘’ Gelo li vir mijar çekdanîna PKK’ê ye yan çareseriya pirsgirêka Kurd a bi rêyên demokratîk e? Têkildarî van mijaran nediyarî heye. Bo nimûme hikûmet dibêje ku wê egerên çekberdanê werin bicihanîn. Derdorên muxalîf û aşitîxwaz jî balê dikşînin ser çareseriya pirsgirêka Kurd û guherînên ji bo ku li Tirkiyeyê rejîmeke demokratîk hebe. Divê armanca Meclîsê were eşkerekirin. Ev pêvajo bes bi axaftinê naçe serî.’’

‘DIVÊ KOMÎSYON BIKARE BANGÊ LI RÊVEBERIYÊ BIKE’

Ji bo vê yek mekanîzma hewce ne. Abdullah Ocalan jî vê yekê bi awayekî teorîk dibêje. Divê hikûmet û meclîs têkildarî cihgirtina kesên çek berdane ya di nava civakê de û xurtkirina zemîna siyaseta demokratîk îradeyeke beyanê ya ku wê çi bike nîşan bide.

Bo nimûne, divê komîsyon bikare bangê li rêveberiyê bike û di vê pêvajoyê de divê hemû sererastkirinên yasayî guncavî hiqûqa navneteweyî û mafên mirovan bin. Divê hemû tebdîrên rêveberiyê yên ne guncavî vê yekê werin betalkirin. Pêngavên bi vî rengî wê baweriya civakê ya têkildarî pêvajoyê zêde bike.’’

‘DIVÊ CIVAK DAXILÎ PÊVAJOYÊ BÊ KIRIN’

Hakan Taymaz diyar kir ku tevî hemû kêmasiyan jî li gorî pêvajoya diyalogê ya beriya vê ji bilî partiyeke siyasî beşdarbûna hemû partiyan ya ji bo pêvajoyê tişteke gelekî girîng e û got: ‘’Em neçar in ku ji girseya xwe û têkoşîna xwe ya demokratîk bawer bikin. Jixwe Ocalan jî vê yekê gelek caran tîne ziman. Divê em nekevin nava bendewariyan ku wê desthilatdarî tiştekê bike. Em banga têkoşîna demokratîk dikin. Li vir xala girîng ew e ku civak jî daxilî pêvajoyê bibe û rola xwe ya çavdêriyê bi cih bîne. Jixwe banga Aşitî û Civaka Demokratîk jî vê yekê dibêje. Ji bo pêşketina vê pêvajoyê divê hemû kes ya ji destê wan tê, bike. Divê pêvajoyê ji sînorên ewlehiyê bê derxistin û bikeve rêyeke ku Tirkiye demokratîk bibe. Divê em gelekî li ber xwe bidin û zemîneke ku hemû kes bikare bi awayekî azad biaxive, were avakirin.’’

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN STENBOL

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê ber bi Îmraliyê ve bi rê ket
Nûçeya Pişt re Komîsyon li serokên berê yên meclîsê guhdarî dike
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

3 mobese projektor û çeperek hatin îmhakirin

Gerîlayên Azadiya Kurdistanê li Zap, Metîna û Heftanînê gelek çalakî lidar xistin. Di çalakiyan de…

Ji aliyê Stêrk TV

6 sal û 4 meh cezayê girtîgehê li Berdan Ozturk hat birîn

Li 1’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Agiriyê, di rûniştina biryarê ya derbarê Parlamenterê DEM Partiyê…

Ji aliyê Stêrk TV

Bi îdîaya ku ‘dikare alîkariyê bike’ hate girtin

Nexweşê dil Îsmaîl Sever ê 58 salî bi îdîaya "Dibe ku alîkariyê bi rêxistiniya ciwanên…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Stanislav Mihailoviç: Li Helebê dibe ku pêşî li komkujiya sivîlan bê kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Newroz Ûysal: Bi gotina xwişk-biratiyê dijberiya li statuya Kurdan nabe!

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

ROJEVA 12’Ê ÇILEYA 2026’AN

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Peymangeha Teknîkê ya Helebce berxwedana Rojava silav kir

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?