Serokwekîlê Koma Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) Sezaî Temellî li Meclisê têkildarî geşedanên di rojevê de axivî. Temellî, bal kişand ser xebatên Komîsyona Aştî, Xwişk-Biratî û Piştevaniya Mîllî û got ku pêvajo di qonaxeke girîng de ye. Temellî, got: “Hewceye ev qonax baş were nirxandin û xebatên qanûnsaziyê tavilê bikevin meriyetê. Hêvîdarin bêyî dawiya salê zagonên em li bendê ne bên Meclisê û bibin zagon. Ji bo ev hêvî pêk bên, em ê hewl bidin.”
Bi domdarî Temellî îşaret bi Paketa 11’an a Darazê kir û ev tişt anî ziman: “Di esasê xwe de ew paket ji bendewariyên civakê pir dûr e. Newekheviya di înfazê de didome. Bêedaletiya ji ber yasayan tê jiyîn, li girtîgehan hêj rojeva sereke ye. Ji ber bêedaletiyê gelek kes mexdûr dibin. Ev kes li bendê ne ev mexdûriyeta wan bi dawî bibe. Ji bo vê tu verastkirin li holê xuya nakin.”
Temellî behsa girtiyên nexweş kir û da zanîn ku zêdetirî hezar û 600 girtiyên nexweş hene. Temellî, got ku hêj jî ji bo meseleya girtiyên nexweş tu pêşniyarqanûnên berfireh pêşkeşî Meclisê nehatine kirin û got: “Li girtîgehan, tehliyeyên girtiyan tên astengkirin. Ev jî rê li ber binpêkirinên cidî vedike. Rêbaza wê jî wiha ye; hûn derdikevin pêşberî Desteya Îdare û Çavdêriyê û du pirsan ji we dikin. Ev lijneye mîna dadgehê tevdigere. Kesên pêvajoya wan a darizandinê bi dawî bûye, cezayê wan qediyayî derdixin pêşberî van. Pirsên weke ‘tu poşmanî?’ û ‘çend endamên rêxistinên çek berdan?’ dikin. Hêj gelek pirsên deraqilî tên kirin û tehliye tên astengkirin.”
Temellî, da zanîn ku li Girtîgeha Jinan a Sîncanê tu girtiyên jin nayên berdan û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Tevî ku cezayê xwe temam kirine jî nayên berdan. Niha tehliyeya 21 girtiyên jin tên astengkirin. Bêguman navnîşana ewil a ku divê mexdûriyetên heyî ji holê bên rakirin, girtîgeh in.”
Bi domdarî Temellî bal kişand ser Pêşniyarqanûna Budçeya Rêveberiya Navendî ya Sala 2026’an û got: “Dev ji baca 3.6 trîlyon a sermayeyê berdidin lê baca dahatê ya 3.2 trîlyon dê were komkirin. Anku dê ji sermayeyê kom nekin. Dê ji kê kom bikin? ji kedkaran. Barê kedkaran ne tenê bi vê bisînor e. Ji ber ku bacên neyekser jî hene. Ev bac ewqas zêde ne û dê kedkar bidin. Barê bacê yê li ser pişta kedkaran derketiye ji sedî 40’ê. Baş e lê barê sermayeyê yê bacê çiqas e? Ji sedî 20 xuya dike lê dema muafiyet, îstîsna û lêçûnên bacê jê hatin derxistin, hema hema ev bar dibe ji sedî sifir.”
Temellî, axaftina xwe wiha qedand: “Par, ji bo sektora ewlehiyê 40 milyar dolar hatibûn veqetandin. Îsal 51 milyar dolar derbas kiriye. Anku para wê her ku diçe zêde dibe. Ji sedî 11,5’ê budçeyê ji bo burokrasiya şer, aqilê milîtarîst tê veqetandin. Çima? Gelo ma pirsgirêkeke welat a wiha heye? Berê we hincetekî wiha nîşan dida lê piştî deklarasyona birêz Abdullah Ocalan a 27’ê Sibatê, êdî tu hinceteke we nemaye. Di demeke stratejiya siyaseta demokratîk hewcehî bi ewqas çekan nabîne de gelo hûn ji bo çi hêj ewqas pereyan ji bo çekan vediqetînin? Di esasê xwe de yek ji sedema herî girîng a rewşa niha û xizaniyê jî ev e.
Diviyabû budçeyeke li gorî ruhê demê bihata amadekirin. Diviyabû budçe ji bo nan û aştiyê bûya. Lê dev ji amadekirina budçeya nan û aştiyê berdin, we budçeya ji bo şer û sermayeyê amade kir.”

