Ahmet Temiz, ku di sala 1994’an de li Amedê hat girtin û ji aliyê Dadgeha Ewlekariya Dewletê (DGM) ve bi cezayê heta hetayî hat cezakirin, piştî 31 salên girtîbûnê di 18’ê Îlonê de hate berdan.
Berdana Ahmet Temiz, bi hincetên “ji rêxistinê veqetandina daxwazê nekiriye”, “bi girtiyên rêxistinî re bi hev re tevgeriyaye” û “sûcê xwe qebûl nekiriye” hatibû taloqkirin.
Temiz, di nav 31 salên girtîbûna xwe de li zindanên Amed, Amasya, Enqere û Tekirdagê wek dîl hate girtin.
Ahmet Temiz, ji ajansa me re axivî û derbarê kêliya hestên xwe yên piştî berdanê de wiha got:
“Dema biryara berdana min ji min re hat ragihandin, kelecana min zêde bû. Min berdana xwe xeyal dikir, lê ez nedifikirîm ku gelê me wê bi vî rengî pêşwaziyeke wisa li min bike. Piştî 31 salan gihîştina azadiyê bi rastî pir xweş û watedar e.
Lê mixabin şahiyeke bi jan heye. Ji ber ku bi hezaran hevalên me li pey me mane. Rêber Apo ne azad e. Dilê min dixwest ku em hemû bi hev re derkevin pêşberî vî gelî û piştî salan bi coşeke wisa pîroz bikin. Ji ber ku ew qas mirov hatin û ez pêşwazî kirim, ez pir serbilind û kêfxweş bûm. Me ev jî weke encama kedeke ku ji têkoşîna me ya bi salan tê, dît. Bi rastî ev hestek e ku zehmet e bê pênasekirin, lê di encamê de şahiyeke bi jan e.
Ez hêvî dikim ku di demeke herî kurt de em hemû, bi taybetî Rêber Apo û hemû girtî, di çarçoveya pêvajoya destpêkirî de bi gelê xwe re li welatekî azad bijîn.”
‘ME HER TIM DERVE Û TÊKOŞÎNA GELÊ XWE XEYAL KIR’
Temiz, derbarê pêvajoya zindanê de wiha axivî: “Piştevanê me ya herî mezin û hêza me her tim ji bo derve bû; li ser têkoşînê û gelê me bû. Dema ku mirov li ser armanceke wisa û têkoşîneke wisa lêhûrbûn bû, ew cihên teng em sînordar nekirin. Me her tim derve û têkoşîn xeyal kir. Ya ku em li ser piyan hiştin, têkoşîna gelê me bû. Binpêkirinên mafan ên ku me jiyan kirin, ji bo me rojeva duyemîn bû.
Dema ku di hundirê me de ruhê têkoşînê û hesreta ji bo gelê me hebe, mirov bi awayekî xwezayî bi hêz dibe. Ya ku em li ser piyan hîştin, têkoşîn û nirxên vî gelî bûn. Ne tenê ji bo xwe, li ser navê hemû hevalên xwe dikarim bibêjim: Heta ku gelê me û têkoşîna me hebe, ne cîh dikarin me sînordar bikin ne jî zext. Li hemberî hemû zextan, me zindan kirin qadên berxwedanê.”
‘ZEXTÊN GIRAN HENE’
Temiz, bal kişand ser binpêkirinên mafan ên li zindanan û pergala înfazê ya zindanan û wiha got:
“Li zindanan pergaleke înfazê heye. Ev pergal, bi her awayî ji şîroveyê re vekirî ye. Ji ber vê yekê, tiştên ku li ser kaxezê hene, di pratîkê de tu carî nehatin bicîhanîn. Çi bi girtiyên nexweş re têkildar be, çi bi mafên asayî re têkildar be, her tim bi destê rêveberiyê hatin astengkirin.
Têkoşîna me ya di warê hiqûqî de jî mixabin bêencam dimîne. Zexteke giran heye. Ji girtiyên nexweş bigire heta rojnameyên ku digihêjin zindanan, ji çûnûhatinê bigire heta her qadê, astengî û neheqiyeke giran heye. Armanca Zagona Înfazê û sedemên girtina girtiyên siyasî ev bû. Me jî bi qasî ku ji destê me hat, ev binpêkirin weke rojeva duyemîn dît û têkoşîna xwe mezin kir.”
‘RÊBER APO DIVÊ AZAD BE’
Ahmet Temiz, derbarê pêvajoya aştî ya ku Rêber Apo di 27’ê Sibatê de dest pê kiriye de got ku ew bi hêvî ne û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dema Rêber Apo ev pêvajo dest pê kir, ez di zindanê de bûm. Me pêşveçûnê ji çapemeniyê şopand. Anîna têkoşîneke wisa ya Rêber Apo ji bo qada siyasî em kelecan kirin. Em baweriyê bi Rêber Apo tînin û dizanin ku ew rêber e.
Di pêvajoyên berê de jî kelecana me hebû, lê ev pêvajo di nav me hemûyan de kelecaneke cuda çêkir. Pêvajoyeke pir cidî heye. Em bawer dikin ku Rêber Apo wê vê pêvajoyê bi serkeftinê bi encam bike. Em bi giştî li pişt Rêber Apo ne.
Rêber Apo sazûmanê sereke yê vê pêvajoyê ye û ji ber vê yekê divê di nav şert û mercên azad de vê pêvajoyê bimeşîne. Divê şert û mercên ku Rêber Apo bigihîne azadiyê werin afirandin.”