Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) yê Êlihê Mehmet Ruştu Tiryakî li ser komîsyona ku tê plankirin li meclîsê were avakirin û pêvajoya giştî ji ANF’ê re axivî. Tîryakî diyar kir ku bendewariyên raya giştî zêde ne, lê di aliyê hikûmetê de kêmasî heye û got: “Biqasî ku çek bên bêdengkirin, divê siyaseta demokratîk jî bi ser bikeve. Berovajî vê pêvajo wê bêberamber bimîne.”
Tiryakî anî ziman ku komîsyona meclîsê li ber avakirinê ye û destnîşan kir ku her çiqasî li ser xebata komisyonê pêşnûme hene jî, çarçove û peywira wê hîn zelal nebûye. Tiryakî wiha berdewam kir: “Partiyên muxalefetê yên wekî Partiya DEVA, Saadet, Gelecek û CHP a muxalefeta sereke erênî nêzîkî pêvajoyê dibin. Lê hîn jî pêşnûmeyek fermî û girêdayî tineye.”
‘DIVÊ KOMISYON PÊŞNIYARÊN QANÛNÎ JÎ BIKE’
Tiryakî li ser xebatên komisyonê jî ev tişt anî ziman: “Divê ev komisyon ne ji bo rewşê be, divê maseyek rastîn a çareseriyê be. Divê komîsyon ne tenê ji bo şêwirmendiyê be, di heman demê de divê pêşniyarên qanûnî çêbike, lêkolînê bike û daxwazên civakî bigihîne asta sazûmanî.”
‘QEYÛM ZIRARÊ DIDE DEMOKRASÎ Û PÊVAJOYÊ’
Tiryakî diyar kir ku pêvajoyeke çareseriyeke demokratîk û mayînde ne tenê bi bêdengkirina çekan, lê di heman demê de bi rêzgirtina îradeya hilbijartî ya gel pêkan e. Tiryakî got ku sepanên qeyûman zirarê dide bingeha demokratîk û baweriya bi pêvajoyê re ji holê radike û wiha pêde çû: “Qeyûm şandin şûna hevşaredarên Wan, Mêrdîn, Colemêrg û Êlihê yên ku ji aliyê gel ve hatine hilbijartin. Ev yek destwerdaneke cidî ya li hemberî rewatiya demokrasiyê ye. Heke van şaredariyan dîsa radestî îradeya gel bikin, ev yek wê gaveke erênî be. Divê garantî were dayîn ku pêkanînên bi vî rengî wê neyên dubarekirin. Bendewariyeke gelê me ya di vî alî de heye. Li Tirkiyeyê şaredariyên ku ji aliyê CHP’ê ve têne birêvebirin bi heman rengî hatine dorpêçkirin. Ji ber vê yekê, rêzgirtina ji bo demokrasî û îradeya gel ne tenê ji bo herêmekê ji bo tevahiya Tirkiyeyê mijareke hevpar e.”
‘AZADIYA OCALAN WÊ BAWERIYA PÊVAJOYÊ XURT BIKE’
Tiryakî bi bîr xist ku li gorî ezmûnên pêvajoyên berê hatine bidestxistin, divê pêvajoya aştiyê ji kêfa desthilata siyasî re neyê hiştin. Tiryakî diyar kir ku ji bo pêvajo mayînde û pêbawer be, divê ji hêla destûra bingehîn û qanûnî were misogerkirin û wiha domand: “Ew kesên ku çekên xwe deynin wê çi bibin? Rewşa bi hezaran mirovên di zindanan de wê çawa be? Veguhestina ber bi demokrasiyê ve wê çawa bibe? Divê bersiva van pirsan ne tenê bi niyetên baş, di heman demê de bi rêziknameyên qanûnî jî were dayîn. Her wiha nikarin pozîsyona muzakerevanê sereke û mîmarê sereke yê vê pêvajoyê Birêz Abdullah Ocalan ji nedîtî ve werin. Gavek ji bo azadiya wî were avêtin wê baweriya bi pêvajoyê xurt bike. Em di vê pêvajoyê komisyonê ne tenê weke teknîkî weke beşeke çareseriya tevahî û dîrokî ya pirsgirêka Kurd dibînin.”
‘PÊŞÎ DAWÎ LI BINPÊKIRINÊN GIRTÎGEHAN BÎNIN’
Tiryakî bal kişand ser binpêkirinên mafên mirovan ên li girtîgehan û wiha bi dawî kir: “Agahiyên ku ji girtîgehan tên fikaran zêde dikin. Girtiyên ku amadekariya greva birçîbûnê dikin hene. Hin rêveberiyên girtîgehan û dozger hewl didin ku pêvajoyê têk bibin. Ev ne tenê pirsgirêkek ewlehiyê ye; ev pirsgirêkek qanûnî û siyasî ye. Ger desthilat bixwaze dikare dawî li binpêkirinên girtîgehan bîne. Lê heta niha, îradeyek şênber nîşan nedaye. Wekî partî, me gelek caran bi Wezîrê Dadê re hevdîtin kir û ev mijar anî ziman. Îradeyek siyasî ku dixwaze nîqaşa li ser aştiyê xurt bike, divê pêşî ji girtîgehan dest pê bike.”