Duşem, 23 Adar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Sînorê Başûr û Rojhilat hate bombebarankirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 23’Ê ADARA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Egeyê coşa Newrozê: Di rûpela nû de azadiya Rêber Apo heye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Eskîşehîrê Newroz hat pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Midyadê bi hezaran kes tevî baran û taloqkirinê Newrozê pîroz kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Newroza Îzmîrê: Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, azadiya gelê Kurd e

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Hezexê bi pêşengiya jinan Newroz hat pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Şemzînanê Newroz hat pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Bi milyonan mirov li qadan ji bo azadiya Abdullah Ocalan dengê xwe bilind kirin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Şirnexê bi dirûşmeya ‘Bijî Serok Apo’ meş

    Ji aliyê Stêrk TV

    Newroza li Şirnexê: Bijî Serok Apo

    Ji aliyê Stêrk TV

    Newroza Gimgimê: Divê Rêber Apo azad bibe!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    ‘Girtiyên jin ên li Evînê rû bi rûyê xeteriya jiyanî ne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Platforma Yekîtiya Neteweyî ya Jinên Kurd ji bo Newrozê peyam da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji YPJ’ê peyama ji bo Cejna Remezanê û Newrozê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji PAJK’ê peyama Newrozê: Berê xwe bidin qadên azadiyê!

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJAR’ê di peyama Newrozê de ji bo avakirina paşerojê bang kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJK: Em vê Newrozê bikin Newroza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Pêşbirka Helbestan a Arjen Arî li benda serlêdanan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojnivîska Gûrbetellî Ersoz bi Elmanî hate wergerandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kedkarê çandê Evdirrehman Zal jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Manîfestoya Civaka Komînal a Demokratîk derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Awazê Çiya klîba ‘Newroza Azadiyê’

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-ÇAND: Ehmed Huseynî pira navbera nifşan bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Îranê 5 Kurd hatin binçavkirin
Wê 300 girtiyên ji Rojava werin berdan
Silêmanî û Koye bi mûşek û dronan hat hedefgirtin
Li Mûsil û Kerkûkê 2 çeteyên DAÎŞ’ê hatin girtin
Îsraîlê li Lubnanê 12 xebatkarên tenduristiyê qetil kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > TJA’yê banga tevlîbûna mîtînga ‘Hêvî û Azadiyê’ kir: Dem dema hevdîtina bi Rêbertiya azad re ye
Rojane

TJA’yê banga tevlîbûna mîtînga ‘Hêvî û Azadiyê’ kir: Dem dema hevdîtina bi Rêbertiya azad re ye

TJA’yê banga tevlîbûna li mitînga “Hêvî û Azadiyê” kir ku wê li Amedê were lidarxistin û ev peyam da, “Dem hatiye ku di civakeke azad de bi Rêbertiya azad re hevdîtinê bikin.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 21. Kanûn 2025 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Di 4’ê Çileyê de ji aliyê Platforma Saziyên Demokratîk ve li Amedê bi daxwaza azadiya Rêber Apo mitînga “Hêvî û azadiyê” bê lidarxistin. Derbarê mîtîngê de Tevgera Jinên Azad (TJA) li Baroya Wanê civîna çapemeniyê li dar xist. Ji bilî aktîvîstên TJA’yê, pêkhateyên Platforma Jinan a Wanê, Komeleya Jinan a Star, Kooperatîfa Jinan, Meclîsa Dayikên Aştiyê û rêxistinên demokratîk beşdarî civînê bûn. Metna bi Kurdî a daxuyaniyê ji hêla aktîvîsta TJA’yê Felek Erdem, metna tirkî jî ji hêla aktîvîsta TJA’yê Hatîce Oktay ve hat xwendin. 

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: 

“Weke jin em di 4’ê Çileyê de li Amedê ji bo Rêber Abdullah Ocalan dimeşin ku pirsgirêka hebûna gelê Kurd gihand asteke herî jor û ber bi azadiyê ve bir û ji bo gelê Kurd bû ronahiya hêviyê.

‘DEWLETÊ HIQÛQA XWE TUNE DIHESIBÎNE’

Rêber Abdullah Ocalan ku di her firsetê da banga çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurdan dike, tekane muxatabê çareseriyê ye. Em ji dewleta ku pergala tecrîdê ya Îmraliyê didomîne û ku hiqûqa xwe jî tune dihesibîne û bi belavkirina demê re çaresernekirinê li ser me ferz dike re dibêjin; Azadiya Rêber Abdullah Ocalan azadiya me ya jin û gelan e. Rêya çareseriya li ser heqîqetê ew e ku pergala tecrîdê ya Îmraliyê bi temamî ji holê bê rakirin. Ji bo me jinan pîvana demokratîkbûnê azadiya Rêber Abdullah Ocalan e. Pêkanîna şert û mercên azadiya Rêbertiya me dê rê li ber demokratîkbûn û aştiyê veke.

Ji bo Rojhilata Navîn a ku bûye qada pirsgirêka netewedewletan û ji nû ve tê dizaynkirin, paradîgmaya ku ji aliyê Rêber Abdullah Ocalan ve hatiye pêşkêşkirin ji bo jin û neteweyên bindest, girîng e. Rêber Abdullah Ocalan ku divê bi azad tevbigere û di rola xwe ya aktorê sereke de bigihîje şert û mercên xebatê, aktorê herî bingehîn e ku dê aştiya mayînde ya Rojhilata Navîn jî misoger bike. Li ser vê em bang li dewletê dikin ku daxwaz û pêdiviyên edaletê pêk bîne.

WEKÎ LEHIYÊ BIHERIKIN MEŞA AZADIYÊ

Li gorî biryarên binpêkirinê yên ku di çarçoveya ‘Mafê hêviyê’ de hatine dayîn, divê Tirkiye rêziknameyên qanûnî yên ku dê guhertinên binyadî çebike pêşkêş bike û di vê çarçoveyê de divê demildest mekanîzmayên ku azadiya Rêber Abdullah Ocalan misoger bike, ava bike.

Em jin bi şaristaniya dewletê re di bin zexta şer, xizanî û zordariyê de me sedsal wenda kir. Me bi perspektîf û têkoşîna Rêbertiya xwe dest bi lêgerîna azadiyê kir û got ‘Pirsgirêka jinan yek ji pirsgirêkên herî girîng e’. Me azadiya xwe ji azadiya civaka xwe cuda nekir. Lê em dizanin ku azadiya me tenê bi azadiya Rêber Abdullah Ocalan pêk tê. Niha dem hatiye ku gelê Kurd pirsgirêka hebûnê derbas kiriye; Dem dema bi rêbertiyeke azad re bi hevrebûna civakeke azad e. Ji bo serkeftina pêvajoya aştî û civaka demokratîk, çekirina qanûnên aşitî û azadiyê û pêkanîna prensîba mafê hêviyê hewcehiyeke serekeye.

Li ser vê bingehê em hemû jinên Kurdistanê vedixwînin mîtînga Hêvî û Azadiyê ku di 4’ê Çileyê de dê li Amedê bê lidarxistin. Werin em bi hezaran jin di korteja xwe de bi hev re bin û wekî lehiyê biherikin meşa azadiyê.”

Civîna çapemeniyê bi dirûşma “Jin jiyan azadî” bi dawî bû. 

 

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Cenazeyê şervanê enternasyonalîst yê YPG’ê Fûad Mûstefa Sûltanî hat veşartin
Nûçeya Pişt re Nobeta Mexmûrê: Ji bo serketina pêvajoyê pêwîstî bi başkirina şert û mercên Rêbertî heye
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Qamişloyê pêşengaha wêneyên Rêberê Gelê Kurd hat vekirin

Li Qamişloyê têkoşîna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji Amarayê heta Îmraliyê bi pêşengeheke…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Sine înternet û torên ragihandinê qut bûn

Li bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê ji ber berf û bahozê têkiliya bi dehan gundan…

Ji aliyê Stêrk TV

TEV-DEM: Em kongreya li Şamê red dikin

TEV-DEM'ê "Kongreya Diyaloga Niştîmanî" ya li Şamê red kir û got: “Di wê kongreyê de…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Li dijî baregeha Koalîsyonê ya Rimêlanê êrîşa bi dronan

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Şemzînanê Newroz hat pîrozkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

‘Bi milyonan mirov li qadan ji bo azadiya Abdullah Ocalan dengê xwe bilind kirin’

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Sînorê Başûr û Rojhilat hate bombebarankirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?