Şemî, 14 Adar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Li Bursayê ji êrîşkarên nijadperest re na, lê ji mexdûran re ceza

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bezwan: Divê Kurd momentên jeopolîtîk rast binirxînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 14’Ê ADARA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tulay Hatîmogûllari li nexweşxaneyê serdana Çîçek Otlû kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li navçeya Nîksar a Tokatê bi pileya 5.5 erd hejiya

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şal weke ‘sûc’ hate nîşandan!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Gundên Kurd-Elewî yên Gimgimê di xeteriyê de ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo şehîd Salih Muslim li Kerkukê merasîma sersaxiyê hat lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Êrîşa li ser baregeha pêşmergeyan: 2 peşmerge jiyana xwe ji dest dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Salih Muslim li Mexmûrê hate bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê êriş bir ser kampa PDK-Î ya li Soran

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêber Apo: Salih Muslim êdî nemir e, hêzeke rasteqîn e

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Dersim: Jin dikarin vê cîhanê biguherînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li çiyayên Kurdistanê coş û kelecana 8’ê Adarê berdewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayên YJA Starê: 8’ê Adarê sembola berxwedana jinê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rewşa 80 jinên li girtîgeha Qerçekê di xeteriyê de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    YPJ: Hevrêyê me Hêzil Arjîn di êrîşên çeteyan de li Reqayê şehîd bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêxistina Efûyê: Li Xezeyê jin û zarokên keç di hedefa şer de ne

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Ji Awazê Çiya klîba ‘Newroza Azadiyê’

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-ÇAND: Ehmed Huseynî pira navbera nifşan bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermend Mihemed Şêxo li Qamişloyê hat bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şeva fîlman a Rojên Çanda Jinên Kurd ên Berlînê bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Berlînê Rojên Çanda Jinên Kurd: Sembola bîra kolektîf, Govend

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermendên jin: Xeta YPJ’ê ya herî pîroz e

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Şedadê êriş: Zarokek hat qetilkirin, bav û birayê wî birîndar bûn
Li Hewlêrê bi drone êrîşî otêlekî hat kirin
Gundiyên li dijî projeya GES’ê li ber xwe didin: ‘Em dest ji mêrgên xwe bernadin’
Bircên weşanê yên li Çiyayê Zimanko hate bombekirin
Bêçekkirina Şengalê xizmeta dijminên mirovahiyê ye
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > TJK-E: Di 9 û 11’ê Çileyê de em ji kujeran hesap bipirsin
Jin

TJK-E: Di 9 û 11’ê Çileyê de em ji kujeran hesap bipirsin

TJK-E’yê bi boneya salvegera qetlîamên Parîsê bi dirûşmeya “Kujer diyar e! Fransa çima bêdeng e?” bangawaziya tevlîbûna çalakiyan kir û got “Em ê ji qirkeran hesap bipirsin û bangî Fransayê bikin ku ji hevkariya vî sûcî derkeve.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 6. Çile 2025 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Tevgera Jinên Kurd ên Ewropayê (TJK-E), bi boneya salvegera qetlîamên di 9’ê Çileya 2013’an û 23’yê Kanûna 2022’yan de bi destê dewleta Tirk hatin kirin, ji bo çalakiyên ku dê 9 û 11’ê Çileyê bên lidarxistin daxuyaniyeke parve kir.

Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin:

“Li ser rêça Sara, Rojbîn, Ronahî û Evînan, em ketine saleke nû ya têkoşînê. Em careke din di şexsê Sakîne Cansiz-Sarayê de ku ne tenê pêşengiya tevger û gelekî, pêşengiya meşa mezin a sedsalê ya azadiyê kir, şehîdên Parîsê bi rêzdarî, minet û hesret bi bîr tînin.

Di 9’ê Çileya 2023’yan de, di Qetlîama Yekem a Parîsê de di şexsê sê jinên pêşeng ên Kurd de li dijî Tevgera Azadiya Kurdistanê û Tevgera Jinên Kurd êrîşên suîkastê dest pê kirin û ji wê gavê heta niha li Ewropa û çar perçeyên Kurdistanê, jinên Kurd ên pêşeng bûne hedefa êrîşên sîstematîk.

TÊKOŞÎNA 12 SALANE YA HESAPPIRSÎNÊ

Weke jinên Kurd ên li Ewropayê dijîn, ev 12 sal e em têkoşîna xwe ya edalet û hesappirsînê didomînin. Ji bo me, bi qasî hedefa qetlîaman nasname û navnîşana kujeran jî ji roja ewil ve diyar e. Ji sala pêkhatina qetlîmamê heta niha em dibêjin “Em edaletê dixwazin, bila bûyer bê ronîkirin”, “Bêdengiya we ji ber hevkariya we ya sûcê ye”, “Em kujeran nas dikin, edaleta Fransyê di tariyê de ye”, “Êdî bes e bêcezatî”, “Edaleta kor”, “ Heta ku edalet bi cih neyê, Fransa dê her sûcdar be”, “Parîs di tariyê de ye, edalet li ku ye?”

Ev daxwazên ku 12 sal in bi deh hezaran kes li qadan wekî dirûşmeyan berz dikin, bêbersiv man û plankerên qetlîaman nehatin cezakirin. Di doza qetlîama yekemîn de tevî ku piştrastkirin ku qetlîam ji aliyê MIT’ê ve hatiye kirin, ceza nehat dayîn û vê jî derî li pêşiya qetlîama duyem a Parîsê vekir. Necezakirina di her du dosyayên qetlîamê de, cesaret da dewleta Tirk a qirker. Ji ber ku hemû qetlîam û êrîşên wê bi bedengiyê tên erêkirin, wê berê xwe da kuştin û êrîşên nû yên siyasî. Kujerên wê yên li Ewropa û Başûr, çeteyên wê yên li Rojava, jin û gelê Kurd kirin hedef. 

KUJER DIYAR E

Em ê niha 9’ê Çileyê bi biryardariya hesabpirsînê pêşwazî bikin. Em ê çalakiyên bîranînê yên îsal di 9’ê Çileyê de û bi meşa mezin a Parîsê ya 11’ê Çileyê de bi dirûşmeya “Kujer Diyar e! Fransa Çima Bêdeng e?” pêk bînin. Em ê careke din ji kujeran hesab bipirsin û bangî Fransayê bikin ku ji hevkariyê sûcê derkeve.

ÇALAKIYÊN 9’Ê ÇILEYÊ

Mîna her salê, em ê îsal jî 9’ê Çileyê roja komkujiyê li hemû Ewropayê bi taybetî li Parîsê çalakiyên girseyî lidar bixin. Li Parîsê wê saet di 11:00’an de ji Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya ku hevrê Evîn Goyî, Abdûrrahman Kizil û Mîr Perwer lê hatibûn qetilkirin heta Buroya Enformasyonê ya Kurd a Parîsê ku yekemîn komkujiya Parîsê lê pêk hatibû, meşek bê lidar xistin.

Heman rojê wê li bajarên din ên Ewropayê ku Konsolosxaneyên Fransayê lê ne, çalakiyên girseyî werin lidarxistin.

11’Ê ÇILEYÊ MEŞA MEZIN

Çalakiyên me yên ku me ji 23’yê Kanûnê ve dane destpêkirin wê meşa mezin a Parîsê bi dawî bibe. Bi deh hezaran kes mîna roja ewil wê bi heman hêrs, hişyarî, biryardarî û bi soza girêdana bîranînên wan re helwesta xwe li Parîsê nîşan bidin.

Meş wê 11’ê Çileya 2025’an roja Şemiyê saet di 10:00’an de ji Gare du Nord destpê bike.

Ti hêz wê nekaribe me ji rêya ku Sarayan, Evînan, Rojbînan û Ronahiyan vekirine, bide aliyek. Em ê dev ji îdîa, biryardarî û têkoşîna xwe ya ji bo sedsala 21 ‘an bikin sedsala jinê, bernedin. Em ê şoreşa jinê mezin bikin. Em ê her li pay doza ronîkirina kujeran bin û ji bo hesabpirsîna ji wan têkoşîna xwe bidomînin.

Di serî de em bang li meclîsên TJK-E’yê, pêkhateyên wê, tevahiya jinên Kurd ên li Ewropayê, gelê me, rêxistinên jinan, hêzên demokratîk û sosyalîst û dostên xwe dikin ku tevlî çalakiyên me yê 9 û 11’yê Çileye bibin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Hevpariya kêliyeke jiyanê ya bi Sara re
Nûçeya Pişt re ‘Yek ji me jî bimîne em ê dagirkeriyê têk bibin’
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Girtiyê nexweş Cemal Narhanci piştî 30 sal a dîlgirtinê hat berdan

Cemal Narhanci ku 30 salan di girtîgehên dewleta Tirk de dîl hat girtin, serbest hate…

Ji aliyê Stêrk TV

Di mehekê de 24 rojnamevan hatin darizandin û 8 rojnamevanên jin girtî ne

Komeleya Rojnamevanên Jin a Mezopotamyayê ‘Rapora binpêkirina mafên rojnamevanên jin a meha Gulanê’ bi raya…

Ji aliyê Stêrk TV

Di windakirina Gulistan Doku de bi organîzeyî tevgeriyane 

Bavê Gulistan Doku Halît Doku kurê waliyê wê demê û Zaynal Abarakov wekî berpirsiyarê windabûna…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Jin

‘Polîtîkayên desthilatê tundiya li ser jinê asayî dike’

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Kûbayê piştrast kir ku bi DYA’yê re hevdîtin tên kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

QSD’ê nasnameyên 5 şehîdan eşkere kir

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Êrîşa li ser baregeha pêşmergeyan: 2 peşmerge jiyana xwe ji dest dan

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?