Pêncşem, 26 Sibat 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Girtiyên Girtîgeha Dûmlûyê ev 24 roj in di greva birçîbûnê de ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partî wê peyama Rêber Apo bi weşana zindî parve bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Pakistanê êrîşên çekdarî: 19 kes mirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji 33 ramangeran banga ji bo ‘mafê hêviyê’

    Ji aliyê Stêrk TV

    SAMER: Rapora komîsyonê li medya dîjîtal bi şert hate qebûlkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di dozên erdhejê de bersûc yek bi yek têne berdan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Yekîtiya Jinên Êzidî yên Rojava: Dixwazin vîna Êzidiyan tasfiye bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bakirhan: Ji bo serkeftina gava nû divê dawî li pratîkên qeyûm bê anîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rohat Aktaş û Mehmet Yavûzel li ser gora xwe hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    KNK’ê piştgirî da hevpeymaniya siyasî ya li Rojhilatê Kurdistanê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Zeynep Karayilan: Mafê hêviyê mafekî gerdûnî ye, ne qencî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê 2 girtiyên siyasî yên Kurd mehkûmî îdamê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    JKŞ: Em bi yekîtiya jinan hene

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakiyên 8’ê Adarê yên li Mexmûrê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên Êzidî: Eger Iraq dixwaze parastina me bike, bila YBŞ-YJŞ’ê nas bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê pêşangeha ‘Jin, Jiyan, Azadî – Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Şoreşa Jinê’ hat vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojên Çanda Jinên Kurd li Berlînê dest pê dikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Kuştina jinan ne tenê daneyên statîstîkî ne’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Derhêner Alper: Kurd bi tenê nîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    KNK: Bikaranîn û pêşvebirina zimanê Kurdî erka mirovî û neteweyî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Enstîtuya Lêkolînên Kurdî bang li her kesî kir ku xwedî li zimanê dayikê derkeve

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Parîsê şeva Rojava: Jin, Jiyan, Azadî li ser dikê deng veda

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dokûmantera ‘Vejîna Kurd’ bi sezona xwe ya duyemîn vedigere ser ekranan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çakar: Ez bang li hunermendên cîhanê dikim ku xwedî li Şoreşa Rojava derkevin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Bêçekkirina Şengalê xizmeta dijminên mirovahiyê ye
Mamosteyên Rojhilat: Perwerdehiya bi zimanê dayikê mafekî demokratîk e
Plana metirsîdar a saeta sifirê û bahoza ewlehiyê ya li dijî Iraqê
Li Helebê bermahiyeke şer teqiya: Zarokek jiyana xwe ji dest da
Di êrîşekî çekdarî ya li Humsê de 2 ciwan hatin qetilkirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Tulay Hatîmogûllari: Qonaxeke dîrokî hate derbaskirin
Rojane

Tulay Hatîmogûllari: Qonaxeke dîrokî hate derbaskirin

Tulay Hatîmogûllari di komcivîna heftane ya partiya xwe de wiha got, “Di pêvajoyê de gaveke dîrokî hate avêtin. Ji bo pêşeroja gelên Tirkiyeyê şert e ku ev pêvajoya aştiyê bi ser keve.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 25. Mijdar 2025 Dema xwendinê: 9 dq.
Parvekirin

Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari, li Meclisê di civîna heftane ya koma partiya xwe de geşedanên di rojevê de nirxand.

Tulay Hatîmogûllari, bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya Ser Jinan a Navneteweyî bal kişand ser têkoşîna xwişkên Mîrabel û siyasetmedarên jin ên girtî. Tulay Hatîmogûllari, bertek nîşanî komkujiya li dijî Elewiyan a li Sûriyeyê da û got ku bi hezaran kes hatine qetilkirin, jin hatin qetilkirin û revandin û di bazarên koleyan de hatine firotin. Tulay Hatîmogûllari got ku jinên Elewî bi tenê nînin.

Di berdewamê de Tulay Hatîmogûllari anî ziman ku jin di her qada jiyanê de rastî tundiyê tên û ev tişt anî ziman: “Tundiya li dijî jinan munferît nîne, tundiya mêr-dewletê bi alîkariya kapîtalîzmê xwe jinûve diafirîne. Wezareta Karên Hundir îdia dike ku cînayetên jinan ji sedî 25 kêm bûne. Lê tenê di 10 mehên ewil ên sala 2025’an de 235 jin hatin qetilkirin û 247’an jî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan. Mirinên biguman, cînayetên jinan derbas kiriye. Ji ber ku nayên lêkolînkirin. Heta duh Nûran Şîmşek ji hêla mêrê hevberdabûn ve hate qetilkirin. Mizgîn Ertekîn li wargeheke xwendekaran a Enqereyê, di nav neynûkê de dibêjim, ji kete xwarê û jiyana xwe ji dest da. Jinên ciwan, xwendekar li wargehan nayên parastin. Em vê yekê ji Rojînê baş dizanin. Em, cînayetên jinan ên di bin navê mirinên bi guman de baş dizanin.”

Tulay Hatîmogûllari, wiha domand: “Di dosyeya Rojîn Kabaîşê de DNA’yên du kesan hatin tespîtkirin, xwîn hate dîtin û behsa wesayîteke biguman tê kirin. Mixabin tevî vê jî mirina jineke ciwan, bi tunekirina delîlan a bi destê dewletê tê veşartin. Tevî TJA’yê me xwest li cihê Rojîn Kabaîş lê winda bûy daxuyaniyê bidin, ger gotin di cih de be hemû polîsên li Wanê li wir kom kirin. Bi zanebûn û dilxwazî nehiştin em biçin wê derê. Ez li vir dipirsim; waliyê Wanê, rektorê zanîngehê, emniyet… Hûn çima ji bo veşartina vê bûyerê ewqas hewl didin?

Di şevekê de xwe ji Peymana Stenbolê vekişandin. Divê ev temînata jinan bi lezgînî dîsa bikeve meriyetê. Paketa Darazê ya 11’an neyînin Meclisê, sûcên nefretê zêdetir nekin.  

Ji bo parastin û bihêzkirina malbatê 21.8 milyar TL, ji bo bihêzkirina jinan tenê 8 milyar TL hatine veqetandin. Jin, bi tena serê xwe kirde ye. Divê ev wisa bê zanîn. Ji hêla me ve tekane çareserî, avakirina wezareta jina ye.

Hêj niha jî sexbêra nava malê, sexbêrkirina zarok, kal û nexweşan li ser milê jina ye. Û piştre jî dibêjin ‘Ma te çi kiriye, heta êvarê li malê vala rûniştî.’ Lê yên sexbêrê dikin û kedê didin jin in. Ev keda jina jinedîtî tê. Ji sedî 24.4’ê jinan ne bi fermî tên xebitandin. Karkerên çandiniyê, kedkarên malê, atolye û hwd. Piraniya van jinan bêyî sîgorte û bêtemîna dixebitin.  

Li cînayeta kar a li Dîlovasiyê binêrin. Sê zarok û 6 jinan jiyana xwe ji dest dan. Ev ne qezeyeke kar e. Ev, raste rast cînayeta kar e. Di vê atolyeyê de tenê yek paca ku derve dibîne tune bû. Ji bo bêhstandinê heta pacekî wan jî tune bû.

Ez bang li îktîdarê dikim ku bi milyonan jinên ji polîtîkayên wan bandor bûne hevrû bibe. Binêrin, bi jinên ciwan ên bi 3 hezar TL burs û krediyê hewl didin debara xwe bikin re hevrû bibin. Bi mamosteyên jin ên tayîna wan nehatiye kirin, bi karkerên jin ên bi kêmtirîn mûçeyê dixebitin, bi karkerên zarok ên li Dîlovasiyê jiyana xwe ji dest dan û hwd. hevrû bibin. Ne bawerim hûn vê bikin. Çareserî aşkera ye; divê polîtîkaya ji bo karê wekhev heqdestê hevpar hebe. Divê kontenjanên îstîhdama jinê zêde dikin bên avakirin. Bernameyên pîşeyî yên bêpere bên avakirin û belav kirin. Xizmetên cemwaeriyê yên zarok, kal û astengdaran bêpere bin. Divê mudaxileyî hemû karên bêtemînat bê kirin. Ji bo jinên penaber û kal temînateke taybet hebe.

Weke DEM Partiyê me ji bo van sernavên jorê tevan me pêşniyar ji komîsyona budçeyê re kir. Hemû pêşniyarên me bi dengên AKP-MHP’ê hatin redkirin. Ew çiqas red jî bikin em ê têkoşîna xwe bidomînin.

Weke DEM Partiyê me kampanyaya xwe ya ked û aştiyê daye destpêkirin. Dê di 12, 13, 14’ê Kanûnê de ji çar aliyan ve ber bi Enqereyê ve bimeşin. Em ê li dijî bêkariyê, birçîtiyê, xizaniyê, kedxwariyê, şer û pevçûnan bimeşin. Di wê baweriyê de me ku dê jin bi awayekî xurt xwedî li meşê derkevin. Em ê bi kedê qezenc bikin, bi têkoşînê serkevin.  

Girîng e ku bi Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk re pevçûn sekinî ne. Bedela herî giran a şer û pevçûnan jin didin. Ji ewil bedena wan hedef tê girtin û ji ewil dengê wan tê qutkirin… Em jin ji bo Tirkiye û herêm ji vê trajediyê xelas bibe,  xwedî li aştiyê derdikevin. Di pêvajoya aştiyê de em ne tenê temaşevan in, raste rast kirde ne. Em jin dê bi destên xwe aştiya vî welatî ava bikin. Dê tarîtiya li ser vê axê bi cisareta jinê belav bikin. Jiyanê, pêşeroja demokratîk em jin dê ava bikin. Ji ber ku jin jiyan e; jiyan jin e. Weke Dayika Nezahatê jî gotibû, ne dema binaxkirina zarokan, dema binaxkirina çekan e. Aştî dê bi destê me were.  

Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê li Îmraliyê bi birêz Ocalan re hevdîtineke girîng kir. Ev hevdîtin, ji bo aştî û xwişk-biratiya Tirkiyeyê gavekî dîrokî ye. Ev dikare veguhere pireke diyalogê ya di navbera gelan de.  

Bêguman dê Serokê Meclisê têkildarî naveroka hevdîtinê bi komîsyonê re agahiyên pêwîst parve bike. Em dizanin ku birêz Ocalan ji bo tifaqa Kurd-Tirkan, xurtkirina zemîna pêkvejiyanê, mayîndekirina bêpevçûniyê û îradeya çareseriya demokratîk bi aşkerayî raber kiriye. Di hevdîtinê de ji bo çareseriya pirsgirêka Sûriyeyê, nirxandinên girîng hatine kirin. Perspektîfeke ku ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Sûriyeyê mifteya çareseriyê ye hatiye pêşandan. Ji bo aştiyê û sererastkirinên hiqûqî, nirxandinên piştgiriyê didin hatine kirin.

Di pêvajoyê de gaveke dîrokî hate avêtin. Ji bo pêşeroja gelên Tirkiyeyê şert e ku ev pêvajoya aştiyê bi ser keve. Rêya vê û ji bo civîkabûna wê tişta pêwîst ew e ku îktîdar û muxalefet bi cisaret xwedî lê derkevin.

Hevdîtina komîsyonê ya bi birêz Ocalan re ji bo xêra 86 milyon welatiyan e. Meseleya Kurd ne meseleya hilbijartinê ye. Dema dibêjin Kurd, xeyalkirina dengan siyaset nîne. Ev, neheqiyeke mezin a li Kurdan e. Tu partiyên siyasî nikarin meseleya Kurd weke amûreke konjokturel bi kar bînin. Meseleyekî dîrokî ye, astengiyeke sereke ya li pêşiya demokrasiyê ye û dive bê çareserkirin.

Berpirsyartiya îktîdar, muxalefet û dewletê mezin e. Ji bo pêşketina vê rêyê, divê verastkirinên zagonî tavilê bikevin meriyetê. Aştî bi hewldanên aliyekî nabe. Em dixwazin komîsyon rapora xwe tavilê amade bike û bi lez derbasî pêvajoya verastkirinên zagonî û hiqûqî bibin. Ev, peywira dîrokî ya Meclisê ye. Ji bo vê erka xwe ya dîrokî pêk bîne, dive tavilê verastkirinên zagonî çêbike.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN ENQERE

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Hêzên hikumeta veguhêz gule li xwepêşandêran reşandin
Nûçeya Pişt re Li Wanê ji bo Sabrî Tendurek û Masîro Xabûr mewlûd hate dayin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Amedê jinan şitlê daran çandin

Li Amedê jin ji bo çandina şitlên daran hatin ba hev.

Ji aliyê Stêrk TV

Siberoja Rojava bi berxwedana şoreşê ve girêdayî ye

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik diyar kir ku siberoja Rojava, girêdayî berxwedana gel…

Ji aliyê Stêrk TV

‘Me dît ku di ezmûn û rêya PKK’ê de tiştekî gerdûnî heye’

Şoreşgerê Enternasyonalîst şehîd Bager Nûjiyan: Ji bo xwe perwerde bikim hatim çiya. Wateya ‘çiya’ çi…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Girtiyên Girtîgeha Dûmlûyê ev 24 roj in di greva birçîbûnê de ne

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

DEM Partî wê peyama Rêber Apo bi weşana zindî parve bike

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Li Pakistanê êrîşên çekdarî: 19 kes mirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Ji 33 ramangeran banga ji bo ‘mafê hêviyê’

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?