Ji wekîlên hiqûqnas Zulkuf Ûçar anî ziman ku dewlet ji bo karibe bêhiqûqiya xwe ya li Îmraliyê dewam bike, siyaseta tecrîdê weke manewrayekê dimeşîne. Ûçar diyar kir ku ti hinceteke hiqûqî ya ‘cezayên dîsîplînê’ nîne ku li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan têne birîn.
Parlamenterê Wanê yê DEM Partiyê Zulkuf Ûçar ji ANF’ê re axivî û diyar kir ku sîstema tecrîdê ya li Îmraliyê bi temamî bi armanc û helwesteke siyasî tê meşandin, dewlet ji bo nehêle Abdullah Ocalan bigihêje civakê û bandora wî ya li ser civakê bişikîne nêzîk dibe. Ûçar ragihand, tecrîda ku li Îmraliyê testa herî rasteqîn a îdîayên dewletê yên li ser hiqûqê ye û got, “Pîvana serweriya hiqûqê ji aliyê dewletê ve ji bo bicihanîna biryarên DMME’yê û destpêkirina guherînên qanûnî yên li gorî van biryaran, berpirsyariyê ferz dike. Serweriya vê pîvanê her tim tê astengkirin, li Îmraliyê jî bi temamî ji holê tê rakirin.”
PÊVAJOYA 25 SALAN DERBAS BÛ
Ûçar bal kişand ser biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) û destnîşan kir ku asta berdana bi şert a Abdullah Ocalan divê 25 salan derbas neke, lê belê ev pêvajo bi dawî bûye. Ûçar destnîşan kir ku ti sparteyeke hiqûqî ya tecrîdê nîne û got, dewlet siyaseta tecrîdê weke manewrayekê dewam dike.
TÊKILIYÊN XWE YÊN HIQÛQÎ TÊNE BIRÎN
Ûçar destnîşan kir ku ti hinceteke hiqûqî ya ‘cezayên dîsîplînê’ nîne ku weke sedema tecrîda li ser Abdullah Ocalan tê nîşandan û got, “Eger cezayekî dîsîplînê hate dayin, neçar e ku derfetê îtirazê û derfetê sûdwergirtina ji parêzeran re jî bê dayin. Parêzerên wî nizanin bê cezayê dîsîplînê yê li Birêz Ocalan tê birîn raste yan na, naveroka wê çi ye û xwe dispêre kîjan kiryarê. Ji bo mafê îtirazê bê bikaranîn neçar e ku van derfetan hemûyan pêşkêş bike. Weke ku me berê jî got, îdîaya cezayê dîsîplînê jî manewrayeke siyasî ya dewletê ye. Têkiliya xwe bi hiqûqê re nîne. Bi kurtasî, dewlet dema ku digihêje sînorên Girava Îmraliyê têkiliya xwe ya bi hiqûqê re bi temamî qut dike. Nêrîna dewletê ya li Birêz Ocalan bi perspektîfeke li derveyî qada hiqûqê ye. Nenaskirina mafan û israra di tecrîda girankirî de encamek ji vê nêrînê ye.”
XWEDÎDERKETINA LI HIQÛQ Û DEMOKRASIYÊ
Ûçar bi bîr xist ku ji 4’ê Nîsanê û vir ve girtî dadgehan boykot dikin, mafê telefonê û hevdîtina bi malbatên xwe re bi kar nînin û got, “Li hemberî vê çalakiyê ku bi daxwaza bicihanîna hiqûqê tê kirin, dewletê zext zêde kiriye. Cezayên dîsîplînê yên li girtiyan têne birîn vê yekê nîşan didin. Malbatên girtiyên siyasî jî piştgiriyê didin vê çalakiyê. Xwedîderketina li vê çalakiyê xwedîderketina yekser a li hiqûq û demokrasiyê ye. Gelekî girîng e ku civak di vê mijarê de baldar be û piştgiriyê bide dayikan.”
DIXWAZIN JI CIVAKÊ ÎZOLE BIKIN
Ûçar bal kişand ser bandora sîstema tecrîda li Îmraliyê ya li ser tevahiya girtîgehan û got, “Dewletê salên dawî bi rengekî kêfî û bêhiqûqî bi hezaran siyasetmedar girt. Ev pêvajoya ku bê hiqûqî hîn di asta binçavkirinê de destpê dike, bi zexteke giran a li ser girtiyên siyasî dewam dike. Avêtina ser koxûşan, nedana name û pirtûkan, astengkirina mafê dermankirinê, astengkirina berdana girtiyên nexweş, betalkirina berdana girtiyan, kêmkirina mafê hevdîtina hevpar û atolyeyê çend ji van kiryarên zextê ne. Bi vê zext û zordariyê sîstemeke bêzarkirinê li girtiyan tê ferzkirin. Ev helwesta li hemberî girtiyên siyasî nîşaneya têkiliya serweriyê ye. Îzolekirina girtiyên siyasî ji civakê weke rêbazeke xurtkirina serweriya dewletê tê dîtin. Armanc ew e ku di şexsê girtiyên siyasî de daxwaza azadî û wekheviyê ji rojeva civakê bê xistin.”