Di 27’ê Mijdara 2024’an de, li Sûriyeyê tevgerek leşkerî ya zêde destpêkiribû. Heyet Tehrîr El Şam (HTŞ) ber bi Şamê ve ketibû nava liv û tevgerê, li aliyê din çeteyên Artêşa Millî ya Sûriyeyê (SMO) yên ku ji aliyê Tirkiyeyê ve tên destekkirin gihîştibûn Minbicê.
Di 8’ê Kanûna 2024’an de, HTŞ’ê ket Şamê û rejîma Baasê hilweşand. Di heman rojê de, çeteyên SMO’yê Minbic dagir kirin. Piştre êrîşî Bendava Tişrînê kirin, ku 25 km li başûrê rojhilatê bajêr e û navendeke enerjiyê ya girîng ji bo herêmê ye.
Rêveçûna dîrokê dê li bendavê biguheriya. Dema ku çeteyên girêdayî Tirkiyeyê êrîşê Bendavê kirin, rastî berxwedaneke bêhempa hatin. Tevî êrîşên giran ên hewayî û bejahî yên çeteyên DAÎŞ’ê ku xwe bi navê SMO’yê didan nasîn, şervanên QSD, YPG û YPJ’ê bi karanîna şerê tunelan parastineke xurt pêş xistin. Li dijî bi hezaran çeteyan, şervanan di nava şert û mercên dijwar de berxwedaneke mezin raber kirin.
Dema ku şer ket meha xwe ya duyemîn, vê carê gel tevlî berxwedanê bû.. Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi perspektîfa şerê gel ê şoreşgerî re, di 8’ê Çileya 2025’an de li Bendava Tişrînê dest bi çalakiya nobetê kir. Gel li bendavê kom bû da ku piştgiriyê bide berxwedana şervanên QSD û YPJ’ê û çavkaniyên enerjiyê yên axa xwe biparêze. Ev çalakî bû îfadeyeke bihêz a parastina hem axa xwe û hem jî rûmeta xwe.
Yek ji fermandarên berxwedana dîrokî Viyan Kobanê pêvajoya guhertina rejîmê ku di 27’ê Mijdara 2024’an de li Sûriyeyê dest pê kir û berxwedana piştî wê li Bendava Tişrînê nirxand.
Viyan Kobanê diyar kir ku rejîma Esed bi salan li welêt ji bo çareseriyê tevnegeriye, her ji bo berjewendiyên xwe tevgeriya û pasîf maye û got, “Di 27’ê Mijdarê de çeteyên DAÎŞ’ê xwe komî hev kiribûn û vê carê bi navê HTŞ’ê derketin ser dikê. Dizanîbûn ku rejîma Esad qels e. Ji ber vê li hember êrîşan, rejîm nizanibû çawa şer bike. Ji ber vê dawî li xwe anî. Piştî HTŞ’ê bajarê Helebê xist bin kontrola xwe, rejîm ji xwe têk çûbû. Li aliyê din HTŞ’ê û çeteyên ku dewleta Tirk wan destek dikir êrîşê Minbicê kirin. Li wir berxwedanek pêş ket. Piştî hilweşîna rejîmê di nava gel de tirsek çêbibû. Çeteyên ku Minbicê dagirkirin, piştre berê xwe dan bendava Tişrînê.”
Viyan Kobanê, armanca êrîşan nirxand û got, “Armanca sereke ya çeteyan dorpêçkirina Kobanê bû. Dewleta Tirk, ku ji sala 2014’an vir ve nikare Kobanê dagir bike, dixwest ku di sala 2024’an de vê daxwaza xwe pêk bîne. ” Viyan Kobanê, got ku ruhê berxwedanê ya li Tişrînê hatî raberkirin bingeha xwe ji berxwedana Kobanê digire.
Viyan Kobanê behsa êrîşên çeteyan ên li ser bendavê kir û wiha got, “Axên me pîroz in. Ji bo parastinê em bibiryar bûn. Dema ku çeteyan berxwedana me dîtin, ketin nava panîkê. Wan ne li benda berxwedaneke bi vî rengî bûn.” Viyan Kobanê her wiha behsa wê yekê kir ku di nava çeteyan de li qada şer ji hev belavbûn û dijberî çêbûne û wiha domand, “Komên ku nexwestin şer bikin hevûdu ber bi qada şer ve dehf didan. Dema ku nikarîbûn pêşde biçin, îcar bi hev diketin û lihev dixistin.”
Viyan Kobanê qala êrîşên tankan kir û got, “Wan dixwest bi tankan pêşde biçin, lê hevalên me êrîşên wan têk birin. Ji ber vê yekê ew nikarîbûn pêşde biçin.” Viyan Kobanê, biryardariya xwe ya parastina bendavê tevî êrîşên rojane yên çeteyan bi van gotinan parve kir: “Çi biba jî, em ê her axa şehîdên xwe biparêzin. Berxwedana ku li Tişrînê hat nîşandan her tişt îspat kir.”
‘TAKTÎKÊN ME YÊN TUNELAN DI NAVA ÇETEYAN DE TIRS ÇÊKIRIBÛ’
Viyan Kobanê dema ku behsa berxwedana li Bendava Tişrînê dikir, rola girîng a şerê tunelan jî nirxand got hemû teknolojiya dewleta Tirk bêbandor kir. Viyan Kobanê got, “Sîstema me ya bin erdê pozîsyonek pir girîng bû. Em bi tîmên biçûk ji tunelan derdiketin, lê dixistin û dûv re bi ewlehî vedigeriyan tunelan. Çete ji vê taktîkê tirsek mezin dijiya. Ew di nav xwe de nîqaş dikirin û digotin, ‘Em naxwazin herin bendavê, hûn me dişînin mirinê.'”
Viyan Kobanê da zanîn ku wan bi hejmareke hindik a şervanan berxwedanek mezin nîşan dane û got, “Ne hejmar, profesyonalbûn girîng bû. Ruhê berxwedana Rojava, ku ji sala 2012’an vir ve berdewam dike li Tişrînê bi tevahî hêza xwe derket holê. Hevrêyên me digotin, ‘Çi dibe bila bibe, em ê rê nedin çeteyan.’ Me jiyana xwe ji bo şehîdên xwe, ji bo gelê xwe dan ber xetereyê. Li hember vê berxwedanê çeteyên girêdayî dewleta Tirk nekarî encam bigire û ji ber vê giranî dabûn êrîşên bi balafirên şer. Dijmin hemû derfetên xwe yên teknîkî bi kar anî. Madeyên kîmyewî, balafirên şer û keşfê, tank û top… “
‘LI TIŞRÎNÊ DI ESASÊ DE LI DIJÎ ME HTŞ’Ê HEBÛ’
Viyan Kobanê da xuyakirin ku dewleta Tirk şerê psîkolojîk dimeşand û got, “Ew di hundirê bendavê de wêneyan dikişandin û li ser medyaya civakî peyaman belav dikirin ku digotin ‘me bendav girt.’ Hewl dan QSD û YPJ’ê reş bikin, lê rastî li qadê derketin holê. Li Tişrînê, bi giranî HTŞ’ê li dijî me şer kir. Dewleta Tirk bi salan wan perwerde û rêxistin kiribû.”
‘GELÊ ME 118 ROJAN LI BENDAVÊ NOBET GIRTIN’
Viyan Kobanê behsa nobeta gel a 118 rojan kir û got ku îradeya ku gel bi berxwedanê re nîşan da, hêzek dîrokî ava kir û wiha dewam kir, “Gelê me hat bendavê û got, ‘Mirin ji bo me ne tiştek e.’ Ji biçûkan bigire heta mezinan, ew tevlî berxwedanê bûn. Ne tenê destek dan berxwedanê di heman demê de bi awayekî çalak beşdarî parastinê jî bûn. Ev ne tiştekî asayî bû; gelê me bedel da û şehîd dan.”
Viyan Kobanê anî ziman ku çeteyan xeyal dikirin ku bi hêsanî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dagir bikin û got, “Ezmûna gelê me di şerê gel ê şoreşgerî de planên wan têk bir. Berxwedan têkoşînek hevpar a gel û şervanan e. Ne gel bê şervan dikare hebe û ne jî şervan bê gel. Berxwedana Tişrînê ev yek îspat kir.”
Viyan Kobanê bi bîr xist ku berxwedanê sala xwe ya yekem temam kiriye û got, “Şerê Kobanê yê 2014’an sala me ya herî dijwar bû. Şerê me yê duyemîn ê herî dijwar Tişrîn a 2014’an bû. Ev fînalek bû. Ger em li vir bi ser neketibana, gelê me dê bi qirkirinê re rû bi rû bimaya.”
‘ŞEHÎD HÊZ DAN ME’
Viyan Kobanê bi vî rengî behsa bandora şehadeta gelek şervanan a li ser şer dike û dibêje, “Her şehîdek hêz da me. Ruhekî mezin çêbû ku em hîn bêtir bi ser dijmin de biçin. Bi taybetî bandora şehadeta Fermandar Ronahî û Hebûn gelek mezin bû. Her du hevalên me di pozîsyonên herî dijwar de şer kirin. Ew qet dudilî nebûn. Şehîd Ronahî ji dijmin re digot, ‘Hûn ê nekaribin îradeya me teslîm bigirin. Dijmin bi hemû hêza xwe ya teknîkî êrîş dikir. Li dijî van êrîşan tu şervanên me bêdudilî nêz nebûn. Wan bi rojan bê xew şer kirin. Wan nexwest bêhna xwe vedin. Ruhê hevrêtiyê pir mezin bû.”
‘ÊŞ Û HÊVIYÊN ME HEVPAR IN’
Viyan Kobanê kêliya ku di dema berxwedanê de herî zêde pêbandor bûye wiha vedibêje, “Min ji xwe re digot, ‘Em ê li vir şehîd bibin.’ Êrîş giran bûn û têkiliya me ya derve qut bû. Dema ku gelê me hatin bendavê, ez ji nû ve zindî bûm. Mîna kulîlkek bêav mabe û avê dîtibe. Her kesî heman hestî jiyaye. Di wê gavê de, me fêm kir ku em ne bi tenê ne. Êş û hêviyên me hevpar bûn.”

