Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk, bi dirûşmeya “Bi yekîtiyê ber bi aştiyê ve” dê di 26’ê Tîrmehê de li navçeya Bazîd a Agiriyê konferanseke bi navê “Girîngiya yekîtiya neteweyî ya Kurd” li dar bixe. Gelek siyasetmedar û nivîskar tevlî konferansê bibin. Di konferansê de pirsgirêkên yekîtiyê ya di navbera Kurdan de, geşedanên li Rojhilata Navîn û helwesta Kurdan a li hemberî van geşedanan divê çawa be, werin nîqaşkirin.
Hevberdevkê Însiyatîfa Yekîtiya Demokratîk Mehmet Kamaç der barê konferansa bi mijara “Girîngiya Yekîtiya Neteweyî ya Kurd” ji ANF’ê re axivî û got: “Armancên avabûna Însiyatîfa Yekîtiya Demokratîk heye. Zêdeyî salekî ye pêvajoya avabûna Însiyatîfa Yekîtiya Demokratîk dewam dike. Me di 11’ê Gulanê de bi civînekî avabûna însiyatîfê ragihand. Divê pêvajoya avabûnê û sedema avabûna Însiyatîfa Yekîtiya Demokratîk li vir îfade bikin. Em qala gelekî ku li vî erdnîgariyê jiyan dike, bi taybet bi sed salan e tê înkarkirin, nasname, ziman, çand û dîroka wê tê tinehesibandin. Di encamê de, di vê sedsalê de ku dema ku Rojhilata Navîn ji serdemekî wiha awarte derbas dibe, rêya ji holê rakirina vê înkar û asîmîlasyonê bi mantiq û pratîka bi hev re ya di nava civakê de ava bibe ye. Însiyatîfa Yekîtiya Demokratîk li ser vê rastiyê hate avakirin.
Konferansa bi mijara ‘Girîngiya Yekîtiya Neteweyî ya Kurd’ wê di 26’ê Tîrmehê de li navçeya Bazîd ê Agiriyê were lidarxistin, ji bo Kurdan mijarekî girîng e. Di pêvajoya pêş de jî rêyekî parastina dîroka Kurd, hişmendiya Kurd, zimanê Kurd, çanda Kurd, hebûna nasnameyî, destkeftiyên heyî û mezinkirina van destkeftiyan ku ji bo gelê Kurd jî wekî gelên din ên cîhanê cihê xwe di gelên rêzdar de bigire, kombûna di banekî hevpar de ye. Ev konferans bi vê armancê tê lidarxistin.
Çima Bazîd? Ji ber ku cihêkî girîng ê Bazîdê di dîroka Kurd de heye. Di serdema komarê de piştî serhildana Agiriyê hûn dizanin ku wêneyekî ku hem ji raya giştî re hem jî ji dîrokê re bûye mal hate weşandin. Di wê wêneyê de gorekî hebû û nivîsa, ‘Xeyala Kurdistanê li vê derê binaxkirî ye’ li ser bû. Ji ber vê yekê lidarxistina konferansa bi mijara ‘Yekîtiya Neteweyî ya Kurd’ li Bazîdê xwedî wateyekî dîrokî û nirxî ye. Em ê peyama ku xeyala Kurdistanê li wê derê nehatiye binaxkirin û di 26’ê Tîrmehê jî hîna zindî ye bidin.”
GIRÎNGIYA YEKÎTIYA KURD
Kamaç bal kişand ser sernavên sereke yên konferansê û wiha got: “Konferans wê ji sê rûniştinan pêk were. Em ê bêtifaqbûna Kurdan a di dîrokê de û encamên wê nîqaş bikin. Em wê dizanin; di dîrokê de bêtifaqbûn û ne yekbûna Kurdan berdêlên pir giran li Kurdan da, Kurd li vir daneyên ji van tecrubeyan bi dest xistine deynin pêşiya xwe û di sedsala nû de ku Rojhilata Navîn ji nû ve tê dizaynkirin, yekane rêya ku Kurd di vê dizaynê de cihê xwe yê rast bigirin ew ku yekîtiya xwe pêk bînin û li ser meseleyên bingehên tifaqa xwe çêbikin.
Ji ber vê yekê gavên ku 1’ê Cotmehê bi silavdayina Devlet Bahçelî destpê kir, di nava pêvajoyê de heta merasîma şewitandina çekan a PKK’ê hemû gavên yek alî ne. Li vir îradeya xurt, helwestekî ji dil û hewldanên amadekirina zemîna çarseriya pirsgirêka Kurd a bi rêbazên demokratîk derdikeve. Peyama Birêz Ocalan a di 27’ê Sibatê de û Kongreya 12’emîn PKK’ê û biryarên kongreyê dîrokî ne. Binêrin di dîroka Rojhilata Navîn de tu rêxistinekî çekdarî bêyî zext û zordariya kesî, bi îradeya xwe ya azad kom nebûn û li ser banga Rêberê xwe dev ji têkoşîna çekdarî bernedan. Ev cara yekem e. Ev gava dîrokî ji bo dîroka Rojhilata Navîn destpêkek e. Ji ber vê yekê em kongreyê, îradeya Birêz Ocalan û merasîma di 11’ê Tîrmehê de dîrokî dibînin. Dema ku em hatin zemînekî wiha rolekî cidî ya Kurdan di ji nû ve avakirina Rojhilata Navîn de heye, yekane rêya ku Kurd bikaribin vê rola xwe rast bilîzin, pêkanîna yekîtiya Kurdan e. Li ser vê yekîtiyê li Rojhilata Navîn modela jiyaneke hevpar a demokratîk ji bo hemû gelan bikin mînak. Mînaka vê ya herî mezin pratîka 15 salî ya li Rojava ye.”
BANGA TEVLÎBÛNA KONFERANSÊ
Kamaç banga tevlîbûna li konferansa “Yekîtiya Neteweyî ya Kurd” kir û wiha got. “Di dîrokê de gelek xebat ji bo yekîtiya neteweyî ya Kurd heye. Me dît ku ev xebat di dîrokê de bi serkeftî nebûne. Lê qîmeta hemû xebatan di zemîn û serdema xwe de heye. Em van xebatan wekî tecrube dibînin. Ji ber vê yekê dema ku me sala borî meha Hezîranê de xebatên ewil ên Însiyatîfa Yekîtiya Demokratîk da destpêkirin, me ji hemû partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl, gel û baweriyên li Kurdistanê re wiha got; em nabêjin em banekî hevpar ava bikin û hûn di bin vî banî de hebin. Em dibêjin werin em bi hev re banekî hevpar ava bikin. Me di vî mijarê de pêvajoyekî cidî meşand. Em di wê baweriyê de ne ku di pêkanîna yekîtiya Kurdan de Însiyatîfa Yekîtiya Demokratîk rolekî dîrokî dilîze û wê bilîze. Em ji vê derê vê bangê dikin; Dibe ku rexneyên hîn aliyan hebe û kêm bibînin. Bila bi rexneyên xwe, tiştên kêm dibînin û pêşniyarên xwe re werin, ew in xwediyê Însiyatîfa Yekîtiya Demokratîk. Bi rastî jî ev gel û civak xwediyê vê însiyatîfê ne. Wekî banekî hevpar xurt bikin û berfireh bikin. Dîrokê berovajî bikin û yekîtiya Kurd ava bikin.”