Pîrozbahiyên bi boneya cejna vejînê 15’ê Tebaxê dewam dikin. Di vê çarçoveyê de duh bi şev li Binarê Qendîlê şahiyek hate lidarxistin.
Hevseroka Şaredariya Binarê Qendîlê Serwîn Celal destpêkê axivî û got: “Îro cejna li dijî dagirkerî û cejna vejînê ye, em vê cejnê li Rêber Ocalan û gerîlayên azadiyê pîroz dikin.”
Piştre peyamên Encûmena Gel ya Binarê Qendîlê û Ciwanên Welatparêz hate xwendin. Di peyaman de hate gotin ku ger pêngava 15’ê Tebaxê pêknehatiba, wê biryara tinekirina her çar parçeyên Kurdistanê hatiba dayîn, lê bi pêngavê re hemû zihniyeta li dijî gelê Kurd binket.
Herwiha hate diyarkirin ku şervan û gerîlayên azadiyê îro bûne parêzerê hemû Kurdan, detkeftî û gelên Rojhilatê Navîn, ji bo vê pêngava 15’ê Tebaxê dîrokek nû afirand û Kurd îro gihiştine asta herî nêz ya serkeftinê.