Rojnamevan-nivîskar Huseyîn Aykol di 14’ê Cotmehê de dema li mala xwe ya li Enqereyê, xwîn çû ser mejiyê wî û rakirin nexweşxaneyê.
Li nexweşxaneyê jî careke din xwîn çû ser mejiyê wî û niha li beşa çavdêriya awarte tê tedawîkirin. Di dema tedawiyê de enfeksiyonê sihên Aykol girt û tedawiya wê didome. Tê plankirin ku sibe tomografiya Aykol were kişandin.
Hat destnîşankirin ku xetereya li ser jiyana Aykol berdewam dike.

