Newroz roja nû ye. Roja têkoşîn û berxwedana ji bo azadiyê ye. Li her qada ku cejna neteweyî Newroz tê pîrozkirin, ruhê yekîtiyê û rêxistinbûna neteweyî bi têhna agirê berxwedanê re gur û geştir dibe. Her sal di heyva Adarê de dayika xweza rengê xwe geş dike. Bi xeml û xêza xwe ya bedew hemû zindiyan dike xwedî ruh û wan zindî dike.
Cejna Newrozê ji bo gelê Kurd roja serkeftin û azadiyê ye. Roja rizgariya ji zilm, zordarî û tundrewiyê ye. Di Newrozê de tevahî Kurd dibin yek, li meydanan bi reng û dengê xwe cejna berxwedanê pîroz dikin. Nexasim jî di wan rojên Newrozê de xwezaya Kurdistanê û çiyayên wê fistanê hêviyê li xwe dikin, ronahiyê didin hemû Rojhilata Navîn û cîhanê jî.
Newroz her sal dibe bidawîbûna demsala zivistana dijwar ya bi sir, seqem. Bi hatina heyva adarê re her hebûn zindî dibe û rengê xwe diguhere. Newroz dibe rûkeniya li ser hinarokên mirovên bedew û azadîxwaz.
Di vê pêvajoyê de şêrejin û mêrxasên Apoyî bi ruhê berxwedana Newrozê ji bo gelê wan were parastin, bibe xwedî statu û nasname di nav amadebaşiyan de ne. Azadîxwaz jî li çiyayên Kurdistanê bi coşa Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk têkoşîn dikin û hewl didin ji banga Rêber Apo re bibin bersiv. Jin û ciwanên Kurd evîndarên azadiyê ne. Soz dane Rêber Apo, şehîdan, gel û mirovahiya pêşverû wê heya hênasa xwe ya dawiyê têkoşîn bikin.
Di demsala biharê de hemû kanî û rûbar diherikin. Weke ava zemzemê ruh didin hemû hebûnan. Bi xwe re gul, kulîlk û beybûnên çiyayî geş dikin. Gelê Kurd jî her sal di 21’ê Adarê de bi kelecan û hestên dewlemend agirê Newroza xwe ya niştimanî geş dikin, roja xwe ya rizgariya neteweyî bi bîr tînin. Bi mîlyonan Kurd bi cil û bergên xwe yên gelêrî li dora agirê Newrozê govendê digirin, çanda xwe ya resen nûjen dikin.
Gelê Kurd ji bo vê roja qedîm û bi wate gelek berdêlên giran dane û hîn jî dide. Ez di şexsê Kawayê Hemdem û pêşengê berxwedana zindanê Mazlûm Dogan de hemû şehîdên Newrozê bi bîr tînim, li beramberî mezinahî û pîroziya wan bejna xwe ditewînim, soza xwe ji wan qehreman û pêşengan re nû dikim. Kawayê hesinkar bi çakûçê xwe serê zalimê kastîk Dehaqê parçe dike û agirê Newrozê li ser keleha Nînowa geş dike. Ji wê rojê ve Newroz weke roja berxwedan, serketin û têkoşîna li hember zilmê tê pîrozkirin.
Rêber Apo jî di rojeke Newrozê de dest bi têkoşîna azadiyê ya heya roja me ya îro bi hemû bandor û heybeta xwe didome kir. Rêbertî bi dil û can ji bo hebûn û serfiraziya gelê Kurd barekî pir giran da ser milên xwe û şoreş da destpêkirin. Niha jî em derbasî sala şoreşê ya 53’yan bûne.
Dîroka Kurd û Kurdistanê niha pir zelal tê xwendin û fêmkirin. Em weke netewe û xelkên li derveyî me jî dikarin dîroka me ya ji agir bixwînin. Me weke Kurdên resen û hemdem binasin, hebûna me qebûl bikin. Em weke netewe deyndarên Rêber Abdullah Ocalan in. Ji bo em deynê xwe bidin, divê bi şev û roj em kar û xebat bikin. Ji bo em azadiya fizîkî ya Rêberê xwe misoger bikin û sozên xwe bînin cih, divê em qet nesekinin, timî di nav têkoşîn û berxwedanê de bin. Rêber Apo em weke netew ji xewa sedsalan şiyar kir, em kirin xwedî guh û çav. Ji bo em têkoşîna xwe ya ji bo azadiyê pêş bixin û bigihînin serketinê em ê Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo tekez bi serketinê tacîdar bikin. Yekîtîya Gelê Kurd wê bi agirê Newrozê re gur û geş bibe. Careke din Newroza her Kurdên bi rûmet pîroz be.

