Yekîtiyê got, “Ji bo maf û edaletê em dengê xwe bilind bikin, li dijî zilmê li hev kom bibin” û bang li her kesî kir ku bi xurtî tevlî çalakiyê bibin.
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku baweriya Rêya Heq ew bawerî ye ku di tevahiya dîrokê de li hemberî zilm û bêedaletiyê li ber xwe da û jinedîtîhatina êrîşên bi rêk û pêk ên li ser bawerî û gelên li Sûriyeyê li dijî rûmeta mirovahiyê û baweriya Elewiyan e.
Yekîtiyê diyar kir ku bi taybetî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di vê pêvajoya zehmet de îradeya xwerêvebirinê ya gelan xistiye meriyetê, têkoşîna parastina nirxên çandî û dîrokî nîşan daye û bal kişand ser êrîşên HTŞ û rêxistinên mîna wê yên li dijî destketiyên li herêmê.
ROJAVA ŞOREŞEKE JINÊ YE
Di daxuyaniyê de guherîna li Rojava weke ‘şoreşa jinê’ hate pênasekirin û hate ragihandin ku felsefeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ji Rojava belavî cîhanê bû û hate gotin, “Ev êrîş ne tenê li ser vê cografyayê ye, di heman demê de êrîşa li dijî nirxên hevpar ên mirovahiyê ye.
Di vê demê de ku jin û zarok weke kole têne firotin, gelên weke Elewî, Asûrî-Suryanî bi qirkirinê re rû bi rû têne hiştin, bêdengiya li hemberî vê hovîtiyê tê wateya xiyaneta li rûmeta mirovahiyê.”
BANGA JI BO ÇALAKIYA LI STRASBOURGÊ
Yekîtiyê bal kişand ser çalakiya ku 4’ê Sibatê li hemberî bêdengiya li pêşberî vê zilmê bê lidarxistin û bang li rêxistinên jinan, civakên baweriyan, rêxistinên mafên mirovan ên navneteweyî û her kesên ji bo aştî û azadiya gelan têdikoşin kir ku tevlî çalakiyê bibin.
Di daxuyaniyê de hate gotin, “Dema em yek bin, em ê vê hovîtiya li dijî mirovahiyê ji holê rakin. Bi baweriya ku wê edalet, aştî û biratî bi ser bikeve, em bang li gelan û baweriyan dikin ku têkoşînê bimeşînin. Bêdengiya li pêşberî komkujiyê hevkariya li sûc e. Niha dem hatiye ku rabin ser piyan, dem dema rêxistinî û xweparastinê ye.”