Bi taybetî li bajarên Bakurê Kurdistanê ji aliyê xizmeta tenduristiyê ya ji bo gel pirsgirêk û astengiyên cidî hene. Ji doktorên pispor randevû nikare bê wergirtin, kesên ku dixwazin biçin kontrolê jî piştî çend mehan randevû ji wan re tê dayin.
Hevseroka Şaxê Amedê ya Sendîkaya Kedkarên Tenduristiyê (SES) Yildiz Ok Orak li ser pirsgirêkên qada tenduristiyê ji ANF’ê re axivî û anî ziman ku piştî sala 2010’an di bin navê ‘Di tenduristiyê de sîstema vegerê’ doktoriya parastinê, xebatkariya tenduristiyê ya parastinê li aliyekî ma, li şûna wê giranî ji xebatkarên tenduristiyê yên tenê tedawî dikin hate dayin û beşeke mezin a budçeyê jî ji wê re hate bikaranîn.
Orak diyar kir ku bi şewba global re ev sîstem bi temamî têk çû û got, “Ji ber ku hemû pirsgirêkên li sîstema tenduristiyê xist rojevê. Niha jî di asta herî bilind de pirsgirêkên tenduristiyê hene. Hem ji aliyê xebatkarên tenduristiyê ve hem jî ji aliyê welatiyan ve pirsgirêkên cidî yên tenduristiyê hene.”
SÎSTEM ÊDÎ BI RÊ VE NAÇE
Li ser zehmetiya xwegihandina xizmeta tenduristiyê Yildiz Ok Orak ji Erxeniyê mînak da û got, “Li Erxeniyê em çûn Nexweşxaneya Dewletê. Rojane hezar û 500 nexweş serî li servîsa lezgîn a nexweşxaneyê didin. Servîsa lezgîn bi rastî jî di rewşeke xerab de ye. Tevî ku servîsa lezgîn e, veguheriye devereke welê ku xizmeta polîklînîkê dide. Ev yek nîşan dide ku sîstema tenduristiyê têk çûye. Li nexweşxaneyan ji bo randevûyan rêz çêdibe, derfetê wergirtina randevûyê nînin. Mixabin sîstema tenduristiyê êdî bi rê ve naçe.”
WERGIRTINA RANDEVÛYÊ BI RENGÊ ONLÎNE PIRSGIRÊKEKE MEZIN E
Yildiz Ok Orak anî ziman ku pirsgirêkeke cidî ye ku li hemû polîklînîkan ên nexweşxaneyan bi sîstema randevû ya onlîne serlêdan tê kirin û got, “Bi taybetî li herêma me gelek mirov hene ku bi Tirkî nizanin û nizanin sîstema onlîne bi kar bînin. Rêzên dîjîtal çêbûne. Li Nexweşaneya Zanîngehê û Nexweşxaneya Lêkolînê ya Perwerdeyê ya Amedê ji bo wergirtina randevûya kontrolkirinê mirov neçar dimînin ku herî kêm du yan jî sê mehan bisekinin. Ev rewş nîşan dide ku xizmeta tenduristiyê çiqasî bi pirsgirêk e. Bi taybetî barê li servîsên lezgîn gelekî giran bûye. Nexweşên ku bi sîstema randevûyê ya onlîne nikarin serî li nexweşxaneyê bidin, bi giranî berê wan didin servîsên lezgîn. Li bajarê me niha şewbeke cidî heye, bi bandora vê şewbê jî hejmara nexweşan zêde bûye. Mixabin xizmet ji van nexweşan re nayê dayin.”
JI BO ÇARESERKIRINA PIRSGIRÊKAN DIVÊ GAV BÊ AVÊTIN
Yildiz Ok Orak got, “Berê navendên tenduristiyê hebûn, fîşên tespîtkirina malê hebû, xizmetên tenduristiyê yên li malan hebû û xizmeta tenduristiyê diçû ber lingê mirovan. Divê êdî li sîstemeke bi wî rengî vegere. Ji bo mirov xwedî tenduristiyeke baş bin, ji bo nexweş nekevin divê li ser pirsgirêkan bê rawestandin. Bi taybetî kontrola ji bo dermankirina kanserê bêne zêdekirin. Amed ji aliyê rêjeya kanserê ve li Tirkiyeyê di rêzên destpêkê de ye. Sedema herî mezin a vê rewşê jî nekirina kontrola kanserê ye. Bi taybetî divê hejmara xebatkarên tenduristiyê bê zêdekirin. Li nexweşxaneyan kêmasiyên gelekî cidî hene. Hewl tê dayin ku bi kêm mirovan karekî zêde bê kirin. Ev yek jî kalîteya xizmetê kêm dike. Divê gavên cidî bêne avêtin.”
RAZEMENIYÊN PÊWÎST NAYÊN KIRIN
Yildiz Ok Orak ragihand ku budçeya ji bo tenduristiyê tê veqetandin kêm e, bi taybetî budçeya ji bo tenduristiya parastinê kêm e û destnîşan kir ku razemeniyên pêwîst nayên kirin. Orak got, “Em sendîkavaniya civakî dikin. Li dijî neheqiya li xebatkarên tenduristiyê û neheqiya li mirovên ku xizmeta tenduristiyê ji wan re tê dayin, têdikoşin. Dema ku têdikoşin jî em kêmasiya dewletê eşkere dikin. Ji ber ku em kêmasiyên rêveberên dewletê tînin ziman, rêveber bi sirgûn û dûrxistina ji kar hewl didin me bêdeng bikin.”