Di daxuyaniyekê de ku li avahiya Rêxistina DEM Partiyê ya Enqereyê hat dayîn, hat gotin ku Rojava ne bi tenê ye.
Endamê DÎADER’ê Diyadîn Firat, diyar kir ku rewşa mirovî li Kobanê pir xirab e, elektrîk, av û sotemenî tune ye û zarok ji sermayê dimirin.
Firat, destnîşan kir ku zimanê ku Îsraîl li Xezeyê û Tirkiyê li Rojava bikar tîne dişibin hev û diyar kir ku zîhniyeta DAÎŞ’ê Îslamê temsîl nake. Firat anî ziman ku ol ji bo rewakirina komkujiyan tê bikar anîn.
Firat, bi gotina “Divê her kesê ku xwe Misilman dibîne li hember vê zilmê berpirsiyariyê bigire” banga hevgirtinê bi Rojava re kir.
DÎADER’ê, daxwaz kir ku êrîş werin rawestandin û korîdorek alîkariya mirovî ji bo Kobanê were vekirin.

