Ji fermandarên HPG’ê Zerdeşt Mêrdîn qala fermandarê Akademiyên Apolo Koçero Urfa kir. Nirxandina Zerdeşt Mêrdîn bi vî rengî ye:
“Ji bo heval Koçero Riha, demeke dirêj me di nava rêxistinê de nas dikir. Hevalekî dihat naskirin. Me jî heval nas kir. Şehadeta wî ji bo min bi xwe giran bû, ji bo rêxistinê jî giran bû. Di nava rêxistinê de me bi hev re karê rêxistinê kir. Di rêveberiyê de jî me bi hev re kar kir, demeke dirêj em bi hev re xebitîn.
Em çiqasî heval bînin ser ziman kêm e. Hevalê Koçero Riha di nava rêxistinê de kedeke mezin da. Ji aliyê rê û rêbazên fermandarî û rêveberiyê ve kedeke mezin da. Di rêbaza fermandariyê de heval diçû ku derê jiyaneke pozîtîf belav dikir. Bi rê û rêbazên xwe, bi coş û moralê xwe heval timî li pêş bû. Enerjiyeke zindî dida derdorê. Heval diçû ku derê heval li dora xwe dicivand. Cihê ku hevalê Koçero lê bû, tenê ne fermandar û rêveberê tevgerê, weke hevalekî bi hevalan re mijûl dibû, perwerde dikir. Çi hevalên ciwan çi hevalên kevn, bi temen, çi nû çi jî kevn bû li gel hevalê Koçero rehet bû. Ji ber ku bi hevalan re mijûl dibû. Rast e ji bo hevalên me yên şehîd, eger em bi rojan jî li ser biaxivin têrê nake, ji bo me xeteke. Hevalên ku em bi hev re man û axaftina li ser wan, tu çiqasî bibêje kêm e. Jiyana hevalê Koçero hemû bername bû. Di sekna xwe de ji her alî ve rêxistin fêhm kiribû, di jiyana xwe de astengî nas nedikir. Timî jiyana rêxistinê ji xwe re esas digirt. Demekê heval di fermandariya Apolo de bû. Bi hezaran heval perwerde kirin. Di wê jiyana xwe ya fermandariya Apolo de heval gelekî ked dida, mijûl dibû. Ne tenê di dersên akademiyê de, li ku derê bûya bi rengê perwerdeyê nêzî hevalan dibû. Bi hemû pirsgirêkên wan re mijûl dibû. Bi hevalê Koçero re berpirsyariya hevaltiyê hebû. Ne tenê weke fermandar û rêveberekî tevdigeriya, bi esasî hevaltiyeke xurt nîşan dida.
Hevalo Koçero derdora xwe timî bi pêş dixist. Mînak, dema hevalekî ciwan digirt gel xwe û perwerde dikir, ew hevalê ciwan dibû fermandarekî rêxistinê. Ji bo pêşketina hevalan timî mijûl dibû. Cihê ku hevalê Koçero lê bû jiyana rêxistinê lê dihat meşandin. Hevalê Koçero cesaret dida derdorê, çi di qada şer de çi jî di qadên cuda yên rêxistinê de. Hevalê Koçero ev rêbaza xwe ya fermandarî û rêveberiyê heta şehadetê meşand.
Hevalê Koçero xwe bi pêş xistibû. Bi taybetî ji aliyê paradîgma, felsefe û bîrdoziya Rêber Apo de xwe bi pêş xistibû. Di her pêvajoyê de dixwest bi berpirsyariyê rabe. Çi di şer de, çi di perwerdeyê de bi berpirsyarî tevdigeriya. Ev hişt ku hevalên li dora wî hevalê Koçero ji xwe re bikin mînak.
Hevalê Koçero yekî piralî bû. Bandoreke mezin li ser min jî li ser hemû hevalan jî kir. Çima? Sekn û jiyana hevalê Koçero ji aliyê hevaltiyê ve, hevaltî timî xurt dikir. Tim bi moral û bi coş bû, bi vê sekna xwe dihişt ku hevalên li derdora wî ti carî bê moral nebe. Ne tenê li akademiyan, di tevahiya jiyanê de weke perwerdeyê nêzî hevalan dibû. Timî bi hevalan re mijûl dibû, bi rewşa hevalan re eleqedar dibû. Dibe ku hinek nexweşiyên heval ji aliyê tenduristiyê ve hebûn, lê belê ti carî ev yek li pêşiya xwe nekir astengî. Rojekê negot, ‘Ji aliyê tenduristiyê ve nexweşiyên min hene’. Rêxistinê bişanda ku derê hevalê Koçero amade bû, diçû. Jiyaneke dilnizm a hevalê Koçero hebû. Kenekî hevalê Koçero hebû, dema ji kûr ve dikeniya hemû hevalan dibihîstin. Bi kenê xwe moral dida hevalan. Min nedît ku rojekê moralê hevalê Koçero xera bû.
Li hemberî tasfiyekaran hevalê Koçero timî xwedî sekn û pîvan bû. Ji aliyê jiyan û pîvanên rêxistinê ve ti carî tawîz nedida. Bi sekn û berpirsyariya xwe timî li rêxistinê difikirî. Xwe deyndarê rêxistinê didît, digot ‘Çawa Rêber Apo di zindanê de ye, divê em azad bikin’. Bi taybetî di Pêngava Şerê Gel ê Şoreşgerî de hevalê Koçero li ku derê bûya bi rola xwe dilîst.
Belkî bi hezaran heval perwerde kir. Bi taybetî bi felsefe û paradîgmaya Rêber Apo şervan perwerde kir. Li ser vê bingehê di Fermandariya Akademiya Apolo de rol û mîsyona hevalê Koçero li pêş bû. Çawa ku 15’ê Tebaxê ya ku bi pêşengiya hevalê Egîd hate kirin ji bo me mîrateyeke, hevalê Koçero jî di dîroka me de cihê xwe girt. Em bi rojan jî qala jiyana hevalê Koçero bikin, têrê nake. Weke hevalekî ku ew nas kir û pê re ma, dibêjim ku em ê heta dawiyê rêya wî bimeşînin. Ji bo armancên xwe heta dawiyê têdikoşiya, dixebitî.
Li hemberî dijmin jî timî xwedî ruhekî tolhildanê bû, xwedî ruhekî berxwedanê bû. Li her derê timî digot, ‘Divê ev dijmin li bin bikeve’. Timî digot, ‘Divê em vê tecrîdê li ser Rêber Apo rakin’. Şoreşgeriya hevalê Koçero şoreşgeriyeke mezin bû û ew şoreşgeriya xwe dida derdorê jî. Aciziya hevalê Koçero dîlgirtina Rêber Apo bû, digot ‘Divê em Rêber Apo azad bikin’. Ji destpêkê heta şehadeta xwe ruhê Apoyî di şoreşgeriya xwe de helandibû. Ev yek li derdora xwe jî belav dikir.
Hevalê Koçero li çiyayê Kurdistanê bi xwezayê hatibû girêdan, ji çiyayên Kurdistanê hez dikir. Mînak, hevalê Koçero kevok xwedî dikir, gelekî hez ji kevokan dikir. Hezkirina wî ya ji çiyayên Kurdistanê bêhempa bû. Timî dixwest bi xwezayê, bi çiyayên Kurdistanê bibe yek. Li her derê bi çanda gerîla, bi taybetmendiya milîtanên Apoyî tevdigeriya. Ji perwerdeyê heta bi civînan û mijûlbûna bi hevalan re xwedî bername bû, bi rêk û pêk bû. Digot, beriya her tiştî divê jiyan, kar û xebatên rêxistinê bê meşandin.
Hevalê Koçero ji bo me timî mînak e. Sekna wî ya şervanî, milîtanî, rêveberiyê ji bo me mînak e. Ji fermandariyê wêdetir hevaltiya wî timî li pêş bû. Serê hevalekî biêşiya, hevalê Koçero dipirsî, çareser dikir. Li derdora hevalê Koçero timî heval kom dibûn. Dema ku kêmasiya hevalekî hebûya didît, pê re mijûl dibû û çareser dikir. Hêza çareseriyê bi hevalê Koçero re hebû. Ruhê hevaltiyê yê mezin di pratîkê de pêk dianî, mijûl dibû bi hevalan re. Di hemû karî de bi bername tevdigeriya. Seranserbûn li gel hevalê Koçero nebû. Xemsarî pê re nebû. Hevalê Koçero fermandarekî pêşeng bû, pêşengiya pratîkî dikir. Ji Zagrosan heta bi her qadên Kurdistanê hevalê Koçero ew pêşengî kir. Di hemû serdem û pêvajoyan de hevalê Koçero sekna Apoyî nîşan da.
Hevalê Koçero çanda qedîm a Rihayê ku pê mezin bûbû, di ruhê xwe de dabû rûniştandin. Weke şoreşgerekî Apoyî tevdigeriya. Tiştên erzan, seranser ji xwe re qebûl nedikir. Timî li rêxistinê, li pêşketinên rêxistinê difikirî. Li hemberî pirsgirêkên li nava rêxistinê xwe berpirsyar didît, weke fermandarekî rêxistinê didît. Hevalê Koçero Urfa ji bo me xetek e. Hevalên ku perwerde ji hevalê Koçero wergirtine, wê heval ji xwe re bikin esas. Wê rê û rêbazên fermandarî, rêveberî û hevaltiyê yê Koçero ji xwe re bikin esas. Li ser vê bingehê wê tevlîbûneke milîtanî nîşan bidin.
Hevalê Koçero di nava tevgera me de dihate hezkirin, hezkirineke bêhempa ji bo wî hebû. Ne tenê hevalên kevn, her wiha hevalên nû jî yên ku navê wî bihîstibûn jê bi bandor bûbûn. Ji ber ku sekna wî sekneke milîtanî, şoreşgerî, Apoyî bû. Ewqas salan kedeke mezin da. Di şerê giran û qadên têkoşînê de hevalê Koçero hebû. Li hemberî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser qadên Herêmên Parastinê yên Medyayê hevalê Koçero timî rola xwe lîstiye. Timî xwedî sekn bû, xwedî hêz bû. Heval li ser wê bingehê perwerde dikir. Li hemberî dijmin timî xwedî kîn û nefretekê bû. Li gel kîn û nefreta ji dijmin bi zanebûneke mezin heval perwerde dikir. Kêmasî, şaşitî li ku hebûya hevalê Koçero timî eleqedar dibû, ji bo çareser bike. Jiyana hevalê Koçero Urfa li her derê weke perwerdeyê derbas dibû. Bi jiyana xwe ya pozîtîf timî ji bo me bû mînak. Ruhê fermandarî, şervanî û milîtaniya Apoyî ya hevalê Koçero ji bo me weke xetekê ye, xeta sor e. Em ê li ser wê xetê li hemberî dijmin bibin bersiv.
Hevalê Koçero diçû ku derê ji her alî ve têdikoşiya. Bi hemû hevalan re danûstandinên hevalê Koçero hebû, çi bi hevalên jin re çi bi hevalên xort re. Di sekna hevalê Koçero de berpirsyarî ji her alî ve hebû. Zanebûneke mezin bi xwe re çêkiribû. Weke fîlozofekî bû. Xwe bi pêş xistibû, bi taybetî di felsefe û paradîgmaya Rêber Apo de xwe çêkiribû, perwerde kiribû. Di hemû serdeman de hevalê Koçero xwe li gorî wê serdemê perwerde kiribû. Xwe gihandibû astekê ku bi hemû awayan bibe bersiv. Xwe gihandibû astekê ku bersivê bide hemû mijaran. Mirov sekna hevalê Koçero çiqasî bînin ziman kêm e. Hevalê Koçero berpirsyariya kadro di ruhê xwe de helandibû. Çi jiyana gerîla, çi rê û rêbazên fermandarî û rêveberiyê de hemû di kesayetiya xwe hewandibû. Heval ne tenê xwe perwerde dikir, her wiha derdora xwe jî perwerde dikir.
Li gelek qadan me bi hev re kar kir, lewma me gelek tecrûbe ji hevalê Koçero girt. Ji aliyê rêbaza fermandarî, rêveberî hevaltiyê me gelek mînak ji hevalê Koçero wergirt. Em deyndarê şehîdan e. Şehîdên me ji bo me xetek e, em ji bo şehîdan dijîn. Tiştên ku li pey xwe hiştin, em ê temam bikin. Ez xwe weke deyndarê hevalê Koçero dibînim. Heta dawiyê em ê xwedî li ked û xeta hevalê Koçero Urfa derkevin. Em bi rojan jî qalê bikin wê kêm bimîne. Di şexsê hevalê Koçero Urfa de em bejna xwe li ber bîranîna şehîdan ditewînin. Em ê xwedî li ked û sekna wî derkevin. Û bi vî rengî em ê bibin bersiv.”