Kempeyn bo azadî rêber Ocalan (4)
Kesêke le zîndan daye, kesêke ekrê le zîndan dabê hemîşe, xeyalekey le zîndan daye lanî kem belam azadîyek ke ew eyewê nizîke lew azadîyey ke berêz Ocalan eyewê. Yanî Ocalan dostî wekû Hesen Cemalî durust kirdûwe le naw henawî ewe da ke ekra faşîstêk bê. Ewe ew dû saheyeye, goranekey ke Ocalan durustî kirdûwe xeyalêke ke zîhnîyetî hênawete goran îdî tetbîq kirdnekey le ayendeyekî nizîk ya dûr da be lay minewe şitêkî hetmî ye.
Qazî: Berêz Dr. Se’îd emin pêm xoş bû be taybetî le ser pêwajo yan pirosey be dêmokrat kirdinî komelayetî, pêwende komelayetîyekan le komelgeyekî wekû Turkiya bidwêy. Êsta meselen lewaneye zor kes fikir bikenewe lem roje da ke ême êsta basî dêmokrasî dekeyn her emro 82 kes le rêweberan û têkoşeranî ser be HDP gîrawin û renge bas le dêmokrasî kirdin be şitêkî nameqbûl bête pêş çaw, pêm xoş bû berêzit ew layene qûltir bikeyewe ke azadî gelî Kurd de rastî da îmkanî nîye be bê ewey ke be pirosey dêmokrasî da birwa û be cêyek biga. Ême dezanîn ewe êsta be layenî kemewe sed sale ew xebate berdewam e. Ca ew xulyaye, ew fikrey ke Ocalan hênawyete gorê de rastîda bo goranî zêhnîyet/ mêntalîtîyeke ke detuwanê yarmetîder bê bo ewey Kurdîş be azadî xoy biga û be azadî legel xelkî dîkeş bijî. Pêm xoşe lew çuwarçêweye da qise bikey ke ew dîde, ew boçûne le çuwarçêwey partîyek, hêzêkî tê deperênê yanî zor le KCK î bewlatirî têdeperênê fikrêkî awa çunkû hîç altirnatîvêkîş le muqabîl ewe da heta êsta nîye. Wa nîye?
Sîvan Se’îd: Belê ewey ke girînge ew xeyaley berêz Ocalan xeyalî gurûpêk nîye, ew piyawe hizirwanêke, munezîrêke, tîorîwanêke tîorîyekî xistûwete ber çawî ême ke mixabin hem dostekanî, hem dujiminekanî zor baş lêy tênagen, ya kemêkî kemyan lêy têdegen. Îdî hemû fikrêkîş wehaye carî waye zorbey wext ew kesey ke fikrêk bilaw dekatewe, meselen qiseyekî wa heye elên Marx yekem qurbanî Marksîzm bo xoyetî. Marx xoy Marksîst nîye, Marx xoy Marx e, Marksîst nîye. Belam ewey ke yekêk duway ew be marksîyetewe eçespê yan xoy naw enê Marksî renge komelêk şirove bika ke Marx lêy bê berîye meselen. Ewey ke êsta heye, ême halîyen bo têgeyiştin le berêz Ocalan û bo ew tîorîye û bo ew altirnatîvey ke durustî kirdûwe le dijî sê çuwar rekîzey esasî ke êsta dinyay le ser westawe belam le binewe xerîkî zulme ew sê çuwar esase, em eyewê sê çuwar altirnatîv pêşkêş bika ke emane le ser esasî ‘edil durust bûn ye’nî rêk le esasewe hemû şitekan radical change êke, goranêkî radîkal e bo goranî em sê çuwar îşe bo numûne dewletêkî neteweyî heye ke tenya xelkî be quwet û behêz û nuxbeyekî kem ke kirasêkyan dûrîwe be zor eykene berî xelik û elên to eweyt. Em nasnameyey ême etdeynê emeye, pêt xoşe eme pêt xoş nîye biro bimre. Ew elê nexêr werin ba pirsyar le xelik bikeyn bizanîn çî ewêt. Dewletêkî neteweyî ekat be komarêkî dêmokratîk ye’nî komarêk ke têyda xelik deselatî hebê û le heman kat da berêwebirdinî hebê. Em şite şitêkî anarşîstî nîye be tewawî, be me’na Kurdîyekey teb’en. Anarşîzm be me’na Engilîzîyekey zor cuwan û hîsabî ye, belam be me’nay Kurdî anarşîzm yanî fewza, ye’nî herc û merc, ye’nî hîsab nekirdin.
Qazî: Diyare ewe tênegeyiştinêkî têorîke le meseley anarşîzm, anarşîzm be manay herc û merc nîye.
Sîvan Se’îd: Mixabin be me’na Kurdîyekey zor kes way têdega, ca ew core nîye xelik be naheq pêy bilê anarşîzm belkû eme corêke le rêkxistinêk ke rêkxistineke xeyal û hizr û hez û xoşî ew xelkey ke xoy destî hebê le durustkirdinî ew hizrey xoyda belam eme pêwîstî be education heye, to carî wa heye natuwanî pirsyarêk le nexoşêk bikey to çi hebêkit pêwîste bîxoy, ebê duktureke pêy bilê belam ebê be rezamendî xoy bîxwat. Eme corêke lew altirnatîve ke heye ke êsta berêz Ocallan le pênc şeş kitêb da, le zîndan da, le katêkda ke ew le şwênêk daye dîle lanî kem dewlet hezar û yek fişarî gewrey xistûwete serî, belam ew be hêzêkewe tuwanîwyetî ew yarîye lewan têk bidat, nehatûwe teslîm bê, belkû hatûwe rêgayekî tirî kirdûwetewe ke berastî her ew şitey ke ew kirdûyetî bo sed salî tirîş bese, ca boye şayanî eweye ême hemû hewlêk bideyn bo azad bûnî.
Qazî: Berêz sîvan se’îd diyare ew meseley gorînî mêntalîtê, goranî zêhnîyet dû layeneye, wa nîye? Yanî ew zêhnîyete le nêw Kurdîş da debê bigordirê. Yanî eto pêt waye ke fikrekan û boçûnekanî berêz Ocallan lew pêwendîye da detûwanê çi dewr û nexşêkî hebûbê heta êsta û eto bo Kurdêkî ke debînê ew zulm û zore awa be şêweyekî nepsawe berdewame û bê nawber diron heldestê xelik bombaran deka. Tecawz dekrê be xak û sinûrî nawneteweyî wilatêkî dîke. Be hemû şêweyek hîç sinûrêk nanasê belam le heman kat da eto basî dêmokrat kirdin dekey. Aya alternatîvêk le beranber ewe da heye yan na? Û ew ragirtin û goranî ew mêntalîteyey nêwkoyî Kurdî be çi şêweyek debê berew pêş birwa?
dirêjey heye…