Li gorî lîsteya sor a ku ji hêla UICN ve hatî amadekirin, ji 169.420 cureyên ku hatine lêkolîn, 47 hezar û 187 cure di bin metirsiya tunebûnê de ne.
Li gorî daneyên UICN, ji sedî 44 ê mercansulan û ji sedî 41 ê amfîbiyan di bin xeterê de ne. Daneyên nû yên derbarê rewşa cureyan de û hûrgiliyên mînakên ku xirabtir bûne dê di kongreyê de bêne parvekirin.
Kongreya îsal ku Yekîtiya Mîrektiyên Ereb mêvandariyê dike, her çar salan carekê tê lidarxistin. Civîna dawî ya sala 2021’ê li Marsîlyayê pêk hatibû.
Pispor destnîşan dikin ku guherîna avhewa, qirêjî û wêrankirina qadên xwezayî windabûna cihêrengiya biyolojîkî bi lez dike. Li gorî daneyên IPBES ên girêdayî Neteweyên Yekbûyî, di 50 salên dawî de nîşaneyên cihêrengiya biyolojîkî her deh salî ji sedî 2 heta 6 kêm bûne.
Rêvebira Giştî ya UICN Grethel Aguilar got: “Em hê jî dikarin ji bo avakirina gerstêrkekê ku mirovahî û xweza bi hev re bijîn çareseriyên rastîn bibînin.”
Di kongreyê de, gelek dengdanên ku dê polîtîkayên parastina xwezayê diyar bikin, bêne kirin. Nîqaşa herî balkêş li ser “biyolojiya sentetîk” e: hin derdor daxwaza moratoryûmê li ser vê qadê dikin, lê yên din diparêzin ku biyoteknolojî di bin çavdêriya hişk de dikare ji hewldanên parastinê re beşdarî bike.
Kongreya ku nêzî 10 hezar delege û 5 hezar nûnerên civaka sivîl beşdarî wê dibin, wekî “civîna herî demokratîk a navneteweyî ya di qada parastina xwezayê de” tê binavkirin.