Yekşem, 23 Tebax 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Macid Adîne li Îranê hate îdamkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Zonguldakê êrîş li ser karkerên Kurd

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 23’Ê TEBAXA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rejîma Îranê cezayê darvekirinê da Erxewan Felahî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo girtiyên nexweş Aktaş, Maral û Yanik banga berdanê hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aqûbeta Mehmet Gunkan hate pirsîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Orhan: Divê hemû sazî li dijî hişbirê bi hev re têbikoşin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ciwanên Nisêbînê li dijî tiryakê banga têkoşînê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bager Andok li ser gora xwe hat bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojnamevan Tara û Hêro di salvegera 2’emîn a şehadeta xwe de hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi hezaran kes serdana taziyeya Şehîdên Azadiya Kurdistanê kiri

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xizmên windayan banga hevrûbûn û edaletê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    YJK-E: Gotarên aştiyê û krîmînalîzekirin nikarin ligel hev bên domandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJA: Ji kar dûrxistina Îkra Avci biryareke neqanûniye

    Ji aliyê Stêrk TV

    4 sal ceza li hunermenda Îranî Hîva Seyfîzade hat birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Dîlokê meşa li dijî tacîz û destdirêjiyê meşiyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Urmiyeyê aqûbeta 2 jinan nayê zanîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Amnesty: Iraq nikare jinan li hemberî gefên mirinê biparêze

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Diyariya 15’ê Tebaxê ya Hunera Azad ji bo şervanên jin: Ji Wê Ve Tê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara nû ya Kovara Huner hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Amadekariyên ji bo 34’emîn Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî bi dawî bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Festîvala Çand û Xwezayê ya Depê banga aştî û civaka demokratîk

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara Tebaxê ya Komînal derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Festîvala Kurd de konsepta nû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Tevgera Nûceba: Em ê çekên xwe bi ti awayî teslîmî dewletê nekin
Di êrîşa li dijî Tûgeya Qamişloyê de 2 şervan şehîd bûn û 2 birîndar bûn
Li Silêmaniyeyê jinek hate kuştin
Bi 2 dronan êrîşî gundekî Dûkanê hat kirin
Li Sûriyeyê di rojekê de 11 kes mirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > YPJ’ê şehadeta 3 şervanên xwe ragihand
Jin

YPJ’ê şehadeta 3 şervanên xwe ragihand

Fermandariya Giştî ya YPJ’ê bi daxuyaniyekê nasnameya 3 şervanên xwe yên şehîd, ragihand.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 7. Nîsan 2026 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) bi daxuyaniyeke nivîskî şehadeta 3 şervanan aşkera kir.

Daxuyanî wiha ye:

“Zarokên ku bi çîrokên lehengiyê yên vê xakê mezin dibin, bûne xwedî vîneke ji pola û dizanin kîna xwe ya li dijî dagirkeriyê çawa veguherînin têkoşîneke bêhempa. Bi vê baweriya pîroz, li hemberî hemû êrişên qirker, wan xwe kirin xeleka ji agir û bûn mertalên rûmeta gelê xwe. Hevrêyên me yên hêja û pêşeng Solîn Rojhilat, Rojeng Jînda û Awaz Çiya, di vê meşa ber bi rojê de bûn findên ronahiyê ku tarîtiya sedsalan diqetînin. Em di serî de ji malbatên hevrêyên me yên bi rûmet û ji hemû gelê Kurdistanê yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin.

Di dîroka azadiyê de hinek nav hene ku nakevin bin axê, lê dibin tov û di dilê mîlyonan de şîn dibin. Yek ji van stêrkên geş ku di asoya şoreşê de hilanî, hevrê Solîn Rojhilat e. Ew ne tenê şervanek bû, lê deryayeke ji fedakarî û çemê ku bi coş ber bi deryaya azadiyê ve diherikî. Hevrê Solîn bi biryardariyeke mezin û bi dilekî tije evîna welat, gavên xwe avêtin nava refên YPJ’ê. Di her gava wê de, tolhildana jinên bindest û hesreta axeke azad hebû.

Têkoşîna wê tenê şerekî li dijî dijminê dagirker nebû; ew ê şerê avakirina “Jina Azad” û kesayetiya şoreşger dida meşandin. Fedakarî ji bo hevrê Solîn ne tenê gotinek, lê felsefeya jiyanê bû. Wê her kêliya temenê xwe diyarî azadiya gelê xwe kir. Îro navê wê di her qêrîna “Jin, Jiyan, Azadî” de deng vedide û wekî pireke zindî her çar perçeyên Kurdistanê digihîne hev. Hevrêya me Solîn Rojhilat, di 21’ê Çileya 2026’an de li bajarê Reqayê, di encama êrîşeke dijwar de gihîşt asta şehadetê û bû nemira Kurdistanê.

Rojeng Jînda pênaseya jiyaneke nû bû ku li ser bingeha azadiya jinê hatibû hûnandin. Di xeta jina azad de, jiyan ji wateyeke asayî derdikeve û dibe çalakiyeke birdozî û felsefîk. Hevrêya me Rojeng, derketina jinê ya ber bi ronahiyê ve wekî “şoreşa herî mezin a dîrokê” pênase dikir û bi vê baweriyê ket ser şopa heqîqetê.

Dema em dibêjin Rojeng, em behsa wê tîrêja rojê dikin ku bi rengên biharê dixemilîne. Hevrêya me Rojeng nîşana wê yekê bû ku jin êdî naxwaze di bin siya sîstemên zilamsalar de bimîne; ew bi xwe bû çavkaniya ronahiyê. Ew bîranîna wan jinane ku ruhê xwe di ber azadiyê de dan û bûn hîmên jiyana nû. Hevrêya me Rojeng Jînda, di 21’ê Çileya 2026’an de li bajarê Reqayê, di pevçûneke dijwar a li dijî çeteyên hikûmeta Şamê de bi lehengî şer kir û gihişte asta şehadetê.

Ji Kaniya Kobanê ber bi lûtkeyên azadiyê ve baskên xwe vekir. Awaz Çiya, wekî keçeke çeleng a Kobanê, bîranîna zindî ya wê axê ye ku di nava malbateke welatparêz de çavên xwe li cîhanê vedike. Ruhê berxwedana Kobanê ya ku cîhan hejand, di kesayetiya Awaz de ji nûve zindî bû.

Awaz di nava şert û mercên herî dijwar ên şer de bû mînaka hevaltiya rast û lehengiya bê hempa. Wê nîşan da ku jineke ji Kobanê, dema bi felsefeya azadiyê xwe biçek bike, dikare bibe fermandara jiyanê. Hevrêya me Awaz Çiya, di 21’ê Çileya 2026’an de li bajarê Reqayê, di encama pevçûneke dijwar de tevlî karwanên nemiran bû û “awaza” xwe di asîmanê azadiyê de nemir kir.

Meşa ku bi Solîn re bû vîn, bi Awaz re bû banga azadiyê û bi Rojeng re bû tîrêja sibeha nû, îro di dilê her şervanekî/ê azadiyê de berdewam dike. Ev hersê hevrêyên me, sê stûnên kelha berxwedanê ne ku li ser axa pîroz hatine avakirin. Em wekî hevrêyên wan, sond dixwin ku em ê ala wan heta serkeftinê hildin û xeyalê wan ê “Kurdistana Azad û Rêbertiya Azad” pêk bînin.”

NASNAMEYÊN ŞEHÎDAN

Nasnav: Solin Rojhilat
Nav û paşnav: Kajîn Saîd
Cihê jidayikbûnê: Dêrik
Navê dayikê: Wesila
Navê bav: Seîd
Cih û dîroka şehadetê: Reqa, 21.01.2026

****

Nasnav: Rojeng Jînda
Nav û paşnav: Sîham Cemal
Cihê jidayikbûnê: Kobanê
Navê dayikê: Emîne 
Navê bav: Ehmed
Cih û dîroka şehadetê: Reqa, 21.01.2026

****

Nasnav: Awaz Çiya
Nav û paşnav: Melek Bozan
Cihê jidayikbûnê: Reqa
Navê dayikê: Xanim
Navê bav: Ebdulqadir
Cih û dîroka şehadetê: Reqa, 21.01.2026

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Sînorê Hewlêrê hate bombebarankirin
Nûçeya Pişt re Di meha Adarê de 29 jin û 2 zarok hatin qetilkirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Sûdanê êrîşa bi droneyan: Herî kêm 28 sivîl hatin kuştin

Li herêmên Kordofan û Darfûrê yên Sûdanê du êrîşên bi droneyan pêk hatin. Di encama…

Ji aliyê Stêrk TV

Serokwezîrê Elmanyayê Merz têkildarî DYE’yê hişyarî da ciwanan

Serokwezîrê Elmanyayê Friedrich Merz got, di şert û mercên heyî de ew ji ciwanên Elman…

Ji aliyê Stêrk TV

‘Evîn di Rûyê Qirkirinê de’ di Festîvala Fîlman a Dusseldorfê de hat nîşandan

Yekemîn belgefîlma ku di 1’emîn Festîvala Fîlman a Dusseldorfê de hat nîşandan "Evîn di Rûyê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Macid Adîne li Îranê hate îdamkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Li Zonguldakê êrîş li ser karkerên Kurd

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Cenazeyê şehîd Ronîcan Şêx Dawûd li Dirbêsiyê hat veşartin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Bi bombeyê êrîşî Hêzên Ewlekariya Hundirîn hat kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?