Di çarçoveya hewldanên berdewam ên Hêzên Ewlekariya Hundirîn de ji bo başkirina şiyanên ewlehî û pêşxistina jêhatiyên endaman di tevahî waran de Dibistana Şehîd Munzur, roja 21’ê Mijdarê, dewreyek bi navê Şehîd Etallah Elêwî El Îbrahîm bi dawî kir.
Di çalakiya derçûnê de nûnerên ji Rêveberiya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a kantona Cizîrê, Rêveberiya fakulte û dibistanên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, hejmarek efser û malbata şehîd Etallah amade bûn.
Di çalakiya derçûnê de gelek axaftinên pîrozkirinê hatin kirin û hat destnîşankirin ku divê ev zanîn û jêhatiyên wergirtî di jiyana rojane de ji bo xizmetkirina civakê û welat werin pêkanîn.
48 endamên ji tevahî bajar û bajarokên kantona cizîrê bi dirêjahiya 55 rojan perwerdeyên fikrî, siyasî û leşkerî dîtin.
Di dawiyê de, ji bo teqdîrkirina kedên endaman, karname hatin belavkirin.

