Rojnamevan Gulîstan Dûrsûn, Hayrî Tûnç, Enes Sezgîn, Osman Akin, Can Papîla, edîtora ETHA’yê Pinar Gayip, Nûçegihana Mucadele Bîrlîgî Serpîl Unal û siyasetmedar Hacî Ugîş û Îmam Şenol bi hincetên weke ‘’propagandaya rêxistinê’’ û ‘’tevlîbûna civînên qedexe’’ di 21’ê Kanûnê de hatibûn binçavkirin.
Dadgehê piştî îdîanameya ku di 27’ê Çileyê de ji aliyê 24’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê ve hatî qebûlkirin, dosya lêkolîn kir û bi şertê kontrola edlî û qedexeya derketina derveyî welat biryara tehliyekirina rojnamevanan da. hate ragihandin ku rûniştina ewil dê di 11’ê Nîsana 2024’an de were kirin.