Duşem, 31 Tebax 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Ji mînakên cîhanê hevdîtinên aştiyê û kêmaniyên wan: Nimûneya ÎRA-ETA – I

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Rojava geşedanên ku wê statuya mayînde ji bo Kurdî bidin qezenckirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 31’Ê TEBAXA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tulay Hatîmogûllari: Em ê bi pêvajoyeke avakirinê ya nû re derkevin holê

    Ji aliyê Stêrk TV

    12 sal cezayê hepsê li Necmeh Emînî hate birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li 5 navçeyên Stenbolê bîranîna şehîdan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Rêzanê bi girseyî serdana taziyeya şehîd Brûsk hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK’ê ji bo Mehdî Zana peyama sersaxiyê da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Qoserê ji bo şehîdan meş

    Ji aliyê Stêrk TV

    KNK’ê ji bo Mehdî Zana sersaxî xwest

    Ji aliyê Stêrk TV

    Taziyeya li Nisêbînê: Bi hezaran kes tevlî bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ziyad Cebar: Peyama Ocalan ji bo yekîtiya gelê me dilsozane ye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    ‘YPJ dikare weke hêzeke taybet entegreyî Wezareta Hundirîn were kirin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    YPJ’ê nasnameya 3 şehîdên xwe ragihand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji DEM Partiyê banga Rojîn Kabaîş: ‘Mirina wê divê were ronîkirin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Saqiz û Çapharê du jin ji aliyê hevjînên xwe ve hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê rewşa tenduristiyê ya 2 jinên girtî xirab dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    YRJ’ê û Jin Produksiyon rojnamevanan bibîr anîn: Em ê dengê rastiyê bigehînin civakê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Tevgerên Çandê Hêvî Şanoger bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xebata çêkirina peykera Salih Muslim bidawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Diyariya 15’ê Tebaxê ya Hunera Azad ji bo şervanên jin: Ji Wê Ve Tê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara nû ya Kovara Huner hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Amadekariyên ji bo 34’emîn Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî bi dawî bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Festîvala Çand û Xwezayê ya Depê banga aştî û civaka demokratîk

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Hevdîtina navbera şandeya YPJ’ê û Wezîrê Karên Hundir ê Sûriyeyê destpê kir
Îranê di meha dawî de 60 kes îdam kirin
Tevgera Nûceba: Em ê çekên xwe bi ti awayî teslîmî dewletê nekin
Di êrîşa li dijî Tûgeya Qamişloyê de 2 şervan şehîd bûn û 2 birîndar bûn
Li Silêmaniyeyê jinek hate kuştin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > TEV-DEM’ê ji bo Newrozê bang kir
Rojava

TEV-DEM’ê ji bo Newrozê bang kir

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) bang li gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir ku tevlî pîrozbahiyên Newrozê bibin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 19. Adar 2024 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) bi boneya Newrozê peyamek weşand. TEV-DEM’ê bang li gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir ku tev li pîrozbahiyên Newrozê bibin.

Peyama TEV-DEM’ê ya bi boneya Newrozê wiha ye:

“Em Newrozê li Rêber Abdullah Ocalan, gelê me yê Kurdistanê, tevahî gelê Mezopotamyayê, pêkhateyên herêmê, malbatên şehîdên azadiyê, hevalên girtî û yên di greva birçîbûnê de û li şervanên li eniyên rûmetê pîroz dikin.

Gelên herêma Mezopotamya roja Newrozê wek sembola serkeftina îradeyê pîroz dikin. Newroz di rastiya xwe de mîrasa berxwedan û hevgirtina gelên têkoşer e. Newroz yek ji serketinên şoreşên pêşîn ên li dijî zilm û zordestiya dîktatoriyê yên xwedî hişmendiya qirkirina gelan û înkarkirina çandan û nirxên exlaqî yên civakê ye.

Agirê ku Kawayê Hesinkar pêxistiye agirê serkeftin, azadî û dawiya dîktatorî û koledariyê îfade dike. Agirê Newrozê destpêka roja nû û jiyana nû bû. Newroz xwedî dîrokeke tijî berxwedan û lehengî ye. Newroz yek ji cejnên neteweyî yên herî kevnar e ku îrade, nirxê exlaqî yên civakê di nav xwe de hilgirtiye. Newroz ji tevahî civakên Mezopotamyayê re bûye çandeke pîroz ku heta roja me ya îro dom kir.

Ji hezarên salan ve gelê me yê Kurd li Kurdistanê û cîhanê bi nîşaneya serketinê Newrozê pîroz dike. Ji girtîgehan, heta lûtkeyên çiyayan, li bajaran û tevahî qadên Kurdistanê û cîhanê mîrasa Newrozê û sembolên wê diparêze. Ev hemû berhemên fedakariyên ku gelê me yê berxwedêr in ku li hemberî dîktatorî û dagirkeran dan.

Rêber Abdullah Ocalan cewherê rasteqîn û dîrokî yên Newrozê geş kir, rih da nirxên Newrozê, mîras û çanda îradeya azad a civakê. Em ê bi vî ruhî Newroza îsal bikin Newroza piştgiriyeke cîhanî ya xurt a bi banga pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û çareseriya siyasî ji pirsgirêka Kurd re. Her wiha em ê Newroz Îsal bikin îsrara domandina parastina destkeftiyên me yên dîrokî dîrokî.  Rêber Apo ji bo gelê me û tevahî gelên azadîxwaz destkeftiyeke dîrokî ye. Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo tê wateya serketina destkeftiyên me yên dîrokî û îradeya gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye.

Di serî d dewleta Tirk a dagirker, dewletên dagirkerên Kurdistanê hewl didin bi hemû rêbazan nirxên Newrozê têk bibin û siyasetên herî qirêj didin meşandin. Lê negihîştin armanca xwe. Di vê Newrozê de em ê asta berxwedan û têkoşînê bilind bikin û bi ruhê Newrozê ku sembola aştiyê ye em ê wekî berê planên zordestan têk bibin, ji Efrîn heta Serêkaniyê û Girê Spî em ê herêmên dagirkirî rizgar bikin.

Careke din em Newrozê pîroz dikin. Em di wê baweriyê de ne ku gelê me û tevahî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wê bi xurtî û bi rengekî ku layîqî berxwedana mezin a Rêber Abdullah Ocalan be, beşdarî pîrozbahiyên Newrozê bibe.

Banga me li tevahî pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ew e ku şeva Newrozê serdana goristanên şehîdan bikin, mûman pêxin, qad û deriyên têketina bajaran bixemilînin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê YJA Star: Serketin wê ya gelê me be
Nûçeya Pişt re HBDH’ê çalakiya sabotajê kir
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Kobanê komcivîna xurtkirina yekrêziyê

Li bajarê Kobanê komcivînek bi dirûşma ''Werin em ji bona yekrêziyê û dengê Kobaniyan bixebitin…

Ji aliyê Stêrk TV

5 şaredarên din ên CHP’yî ji erka xwe hatin dûrxistin

5 şaredarên din ên CHP’yî yên di çarçoveya lêpirsna gendeliyê ya li Stenbolê de hatibûn…

Ji aliyê Stêrk TV

Ebû Zexîf: Êşkencekarê mezin ê rejîma Beesê hat girtin

Pisporê Ewlekariyê yê Iraqê Fazil Ebû Zexîf ragihand ku sûcdarekî mezin ê dema rejîma Beesê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Li Rojava geşedanên ku wê statuya mayînde ji bo Kurdî bidin qezenckirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Gelê Amûdê: Em ê dev ji mafê xwe yê perwerdehiya bi Kurdî bernedin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Li Dirbêsiyê cenazeyê Şehîd Tolhildan û Milîtan hatin veşartin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Siwêdayê hat topbarankirin: 2 kes hatin qetilkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?