Coşa azadiyê ya Kurdan ku bi Newrozê digihêje lûtkeyê, her sal li hemû gund, navçe û bajarên Kurdistanê û li her deverê cîhanê ya Kurd lê dijîn bi pîrozbahiyên bi heybet û rengîn tê pîrozkirin. Ji van cihên Newroz bi coş tê pîrozkirin Rojhilatê Kurdistanê ye. Agirê Newrozê ji duh ve li Serdeşt, gundê Ade yê Neqede, gundê Beyrem ê Mihabadê, gundê Eskerava yê Miyanduavê, gundê Hacîalîkend a Mehabadê, gundê Milqirnî yê Seqizê, gundê Nêy ê Merîwanê, gundê Qelatan ê Neqede, gundê Qizilqopî ê Mehabadê, gundê Qûmqela yê Mehabadê, gundê Wetemêş ê Bokanê, gundê Xurdelûkî yê Seqizê, gundê Zêwe yê herêma Mirgewer a Ûrmiyeyê, gundê Îngîce yê Bokanê, gundê Şemse yê Seqizê û bajaroka Şabad a Kirmaşanê û gelek navçeyên din agirê Newrozê hatin dada. Kurdsitanî heta derengiya şevê li dora agir govend gerandin.
Ji Mehebadê heta Seqizê agirê Newrozê hat dadan
Pîrozbahiyên Newrozê li Rojhilatê Kurdistanê bi hemû coşa xwe didome. Ji Mehabadê heta Ûrmiyê, Seqîz û Kirmaşanê agirê Newrozê hatin dadan.
Nirxandinek Bike
Nirxandinek Bike